12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa li ser hunera kurdî

Piştî operasyona li ser çapemeniyê operasyonek din jî li ser hunermendên kurd hat destpêkirin. Gelek hunermend hatin binçabvkirin. Xuya ye ev desthilatî xebatên xwe yên hilbijartinê bi mezinkirina erîşên li ser sazî û civaka kurdan daye destpêkirin. Jixwe tu hêvî jî ji vê desthilatiya faşîst jî tune bû. Lê bûyera ku li Îzmîrê qewimî hêja ye ku mirov li ser bifikire.

Di 30’yê hezîranê de sînemager Suphî Orhan ji alî kontrayên dewletê ve tê revandin. 17 seet bi her cureyê îşkenceyê lê tê kirin û nîvê şevê li derveyî bajêr li ser rêyekî tê berdan. Ev bûyer baş dide nîşandan ku di karekterê faşîst ê vê dewletê de tu tiştek neguheriye. Tarza îşkencekirina vê koma kontrayê ji gelek hêla ve dişibe tarzên mafyatîk ku van rojên dawî di rojeva Tirkiyeyê de ye. Lê ev bûyer nebû rojeva Tirkiyeyê.

Dewlet bi hevkarên xwe yên mafyatîk hewl dide vê hikûmeta faşîst li ser pêya bihêle. Ji bo wan jî rêya hêsan êrîşa li ser gelê kurd e. Di 17’ê hezîrana par de hîn ji ber çavê me neçûye. Dîsa Îzmîr bû. Denîz Poyraz a delal di nîvê rojê de hat qetilkirin. Ev heman tîm e ku îdiayê wan ‘li Îzmîrê kurd bi awayekî hêsan nikarin bijîn’ e. Lê kesên ji xwe re dibêjin mixalîf çi dikin ? Siyaseta wan a mezin ev e: ‘Ger desthilatî li kurdan xist, bêdeng bimîne.’

Partiya ku dibêje Îzmîr qeleya me ye naçe ser vê bûyerê. Sînemagerên demokratîk, sosyalîst û mixalîf mil nadin Suphî Orhan. Kes û komên ku ji xwe re dibêjin neteweperest û kurdistanî li dijî êrîşa li ser sînemagerekî kurd dengê xwe bilind nakin. Ev bêdengiya mezin ji êrîşa desthilatiyê xeteretir e. Dewlet salên 90’î vê metodê ceriband û serneket. Ji helwest û îradeya Suphî Orhan xuya ye ew ê cardin bi ser nekeve. Lê ev bêdengiya ku destbirakê desthilatiyê ye jî hişyariyek mezin e ji bo kesên di xema azadiyê de ne.

Xebatên parastin û pêşxistina çand û hunera kurdî bi çend êrîşên mafyatîk têk naçe elbet. Lê ev bêdengî di meseleya mezinkirina tifaqa demokratîk de gumanan çêdike. Xuya ye barê çareserî û aştiyê ew ê dîsa li pişta civakê be. Rêya herî baş jî xwedîderketina xebatên çand û hunera kurdî ye. Ev helwest bibe tola hunermendên kurd jî. Dîsa û dubare bibêjim ku ev kontrayên hov bi kiryarên xwe yên rezîl ku di şexsê Suphî Orhan de kirine li gelê kurd kirine. Xwestine di çavê malbat û civakê de wî biçûk bixe. Lê Suphî Orhan bi helwest û berxwedana xwe çesiband ku parastvanê çand û hunera kurdî ye. Berxwedana wî di wateya xwe ya cewherî da namusa gelê kurd e.