Di 18ê Sibatê de li dijî pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) opersyona binçavkirinê û girtinê pêk hatibû. Êrişa li dijî HDKê li Wan û Şirnexê hat protestokirin. Di daxuyaniyan de metna hevpar hat xwendin.
Bi pêşengtiya Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “HDK em in, em li vir in” û “Bijî biratiya gelan” hate berzkirin. Rêveberê DBPa Bajar Mehmet Emîn Kutaz di daxuyaniyê de axivî û got ku daraz li ser navê îktîdarê xebatên siyasî dimeşîne. Kutaz wiha got: “Di operasyona li dijî HDKê de endamên MYKa me Semîha Şahîn, Mehmet Saltoglû û endamên MYKa me ya serdema berê, Hevbedevka HDKê ya dema berê Esengul Demîr jî di nav de herî kêm 50 kes hatin binçavkirin û ji wan 30 jê hatin girtin. Ev operasyon, karesatekî hiqûqê ye. Hem hinceta binçavkirinê, hem kontrola edlî, hem hefsên malê hem jî biryarên girtinê ne metnên hiqûqê ne. Ev metn, metnên kûmpasa siyasî ya îktîdarê ne ku dixwaze muxalîfan tesfiye bike. Em careke din dibêjin; dawî li van kûmpasên siyasî bînin. Hevalên me yên hûn bi awayekî neheq û derhiqûqî di girtîgehan de dîl digirin tavilê berdin.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Nûnerên DBP, pêkhateyên TJAyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “HDK tifaqa dîrokî ya bindestan e. Nabe ku bê krîmînalîzekirin” hate hilgirtin û dirûşmên “Em hemû HDKî ne” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ve hate xwendin.