Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê ya Wanê têkildarî serdegirtina MED-DER’ê, Kooperatîfa ANKA’yê û Payîz Pirtûkê û binçavkirina 29 rêveber û mamosteyên zimanê kurdî, li ber derê avahiya DEM Partiyê ya Artemêta Wanê daxuyanî dan. Beşdaran pankarta “zimanê kurdî nasnameya me ya neteweyî ye” vekirin û dowîzên “Kurd, Kurdî, Kurdistan”, “bila zimanê kurdî bibe xwedî statu” hwd. rakirin. Rêveber û endamên ARSÎSA’yê, rêxistinên DEM Partî, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên sivîl û gelek mamsoteyên kurdî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Êrîş parçeyekî tecrîdê ye
Perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar anî ziman ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in û got: “Ev êriş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê kurdî, perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî ne. Em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye.”
Tecrîdê rakin
Acar, bi lêv kir ku kurd bi dehan sal in ji bo azadiya ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşîneke bêhempa didin. Acar, diyar kir ku wan li dijî tu zext û êrişan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û got: “Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin. Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin. Li şûna vê yekê zimanê kurdî bikin zimanê fermî. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin.”
Têkoşînê mezin bikin
Acar, bang li gel, sazî, platform, rewşenbîrên kurd hwd. kir û wiha dawî bi dawî kir: “Em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz. zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.