3 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa li dijî Newroz Uysal hat şermezarkirin

HDK, TJA, DEM Partî û DBPê bertek nîşanî êrîşa polîsan a li dijî Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan dan û gotin ku dê têkoşîna wan a li dijî tundiya dewleta mêr bidome.

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrîşa li dijî Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê têkoşîna me ya li dijî tundiya dewleta mêr bidome” hate hilgirtin û dirûşmên “Newroz Uysal bi tenê nîne”, “Neslîhan Şedal bi tenê nîne”, “Helîn Demîrtepe bi tenê nîne” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu di daxuyaniyê de diyar kir ku dê têkoşîna wan bidome û dê demokrasiyê bînin welêt. Kezban Konukçu, got: “Ma hûn qanûnên xwe jî nas nakin? Em êrîşa li dijî parlamentera xwe qebûl nakin. Êrîşê mekanîzmayên têkoşînê û destkeftiyên jinan dikin.”

 Dê jinên birêxistinkirî bi ser kevin

Aktîvîsta TJAyê Aygul Sîncar jî wiha got: “Pêdiviya bi têkoşîna demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk her ku diçe zêdetir dibe. Îktîdara AKPê ku hewl dide bi polîtîkayên şer û qirkirinê xwe li ser pêyan bigire, hewl dide destkeftiyên jinên berxwedêr û gelê Kurd xesp bike. Ji bo rewakirina vê xespê jî her rêyê ji xwe re rewa dibîne. Di çirava faşîzmê de ye. Êrîşa îktîdara faşîst AKPê ya li dijî nasnameya TJAyê tesadûfî nîne. Hêrsa zilamê qirker a li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan ku berhema têkoşîna sedsalan e, bi rejîma necezakirinê re her ku diçe bêhtir hovanetir dibe. Şaredariya Wanê bi awayekî derhiqûqî hate xespkirin. Vê tundiya biunîforma ya di serî de li dijî rêhevala me Newrozê, ya li dijî jinan em ji diminatiya 5 hezar salan a mêrê serdest nas dikin. Weke TJAyî em di şexsê Newroz Uysal, Neslîhan Şedal, Helîn Demîrtepeyê de soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya dewletê û feraseta dijminatiya jinê dike mezintir bikin. Em ê berxwedana xwe di bin ronahiya Jin, jiyan, azadîyê de mezintir bikin. Em bi xwe dê destkeftî, maf û jiyana xwe biparêzin. Dê jinên birêxistinkirî bi ser kevin, dê berxwedana me bi ser keve.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.