12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîş encama têkçûyinê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ên nikarîbûn di hilbijartinan de bi ser bikevin bi dek û dolabên cûda şaredarî dagir kirin. Di cewher de dagirkirina şaredariya Colemergê ji nêz ve bi polîtîkaya şerê taybet ê li dijî gelê kurd tê meşandin ve girêdayî ye

Di hilbijartinên dawî yên xwecîhî de desthilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê derbek mezin xwar. Gelek deng winda kir. Deshilata ku li ser dijberiya gelan û gelê kurd hatiye avakirin ji bo hêza xwe kom bike berê xwe da destkeftiyên gelê kurd. Bi senaryoyên çêkirî pêşî xwest dest dîne ser şaredariya Wanê. Rejîma ku di vê senaryoyê de bi ser neket, piştî hilbijartinê bi du mehan vê carê berê xwe da şaredariya Colemergê.

Saet 11’ê şeva 2’yê hezîranê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dîsa polîtîkaya dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û desteserkirina vîna gel xist dewrê. Li Colemergê 31’ê Adarê, AKP/MHP’ê bi hezaran esker û polîsên xwe bikaranîn û xwest bi dengê wan mîna Şirnexê li vir jî şaredariyê dagir bike. Lê xelkê Colemêrgê bersiveke xurt da û hevşaredarên xwe bi rêjeya ji sedî 48 hilbijartin. Colemêrg di dilê AKP-MHP’ê de bû kulek. Li ser fermana şefê faşîst Erdogan bi sedan polîsan bi ser şaredariya Colemêrgê girtin. Hevşaredar Mehmet Sidik Akiş jî li Wanê binçavkirin. Çapemeniya şerê taybet, bi yek zimanî êrîş kir û Akiş kirin hedef. Bi nûçeyên derew ji dagirkirina şaredariya Colemêrgê re bingeh amade kir. Piştî serdegirtina polîsan a şaredariyê û binçavkirina hevşaredar, weke her carê Wezareta Karê Hundir a AKP/MHP’ê ket dewrê. Li ser platformên medya dijîtal dagirkirina şaredariyê ragihand. Doza di refên tozgirtî de derxistin û Akiş birin dadgehê. Dadgeriyê jî fermana Erdogan bi cih anî, 19 sal û 6 meh cezayê zindanê li hevşaredar Akiş birî û girtin.

Di siyaseta dagirkeriyê de çima bi taybet şaredariya Colemergê kirin hedef? Divê baş bê famkirin ku em nirxandinek zelal bikin. Divê bê zanîn ku dagirkirina şaredariyê girêdayî siyaseta şer a rejîma faşîst e. Deshilata AKP/MHP’ê bajarên li ser sînor bi taybet dike hedef. Di hilbijartinên xwecîhî yên 31’ê Adarê de ji bo van şaredariya bi dest bixe gelek hîle kir. Lê xelkê herêmê li dijî siyaseta ku hebûna wan înkar dike derket û destûr neda ku xwe li ser hebûna wan ferz bike.

Belê, tevî ewqas esker û polîs li herêmê bi cîh kirin jî di hilbijartinan de encama dixwestin bi dest nexistin. Li Colemergê ku weke navenda şerê qirêj dewletê xwe lê bi rêxistin kiriye rêveberiya xwecîhî ji bo wan girîng e. Bi taybetî dema mirov li êrîşên li ser Başûr dinere, di warê siyasî û warê eskerî de girîngiya vê herême baştir tê famkirin. Lewma ji bo bikaribin di siyaseta şer de bi ser bikevin divê vê herêmê ji dest nedin. Ê nikarîbûn di hilbijartinan de bi ser bikevin wê demê bi dek û dolabên cûda şaredarî dagirkirin. Di cewher de dagirkirina şaredariya Colemergê ji nêz ve bi siyaseta şerê li dijî gelê kurd tê meşandin heye.

Li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên tifaqa AKP/MHP’ê welêt ber bi feleketek û komkujiyan ve dibe. Herî zêde bi van polîtîkayan aboriya Tirkiyeyê bandor dibe. Aborî xerabtir bûye. Li hundir û li derve bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ye. Mal û dewlemendiyên Tirkiye û Kurdistanê li polîtîkayên şer xerc dikin. Bi deh hezaran leşkerên artêşa tirk li Sûriye û Iraqê di şer de ne û dagirkeriya xwe li herêmê berfireh dike. Dewleta tirk ji sala 2015’an û vir ve êrîşên xwe yên çokdanîn û tinekirinê yê li ser kurd an didomîne. Bi siyaseta şer ve girêdayî ev 3 serdemin şaredariyên HDP û DEM Partiyê bi awayekî bêqanûnî tên talankirin û dagirkirin. Bi rêya qeyûman dest datînin ser îredeya kurd û tine tên hesibandin. Ev qeyûmên dagirker çavkaniyên şaredariyan îsraf dikin, talan dikin. Mal û milkê heyî dixin xizmeta siyaseta deshilata faşîst û qirker. Jixwe Erdogan ê faşîst piştî dagirkirina şaredariya Colemergê derket got, “Hêj ev destpêk e.”  Bi vê gefê diyar dibe ku planên qirêj ên dagirkirina şaredariyên destê DEM Partiyê wê dewam dikin. Ger berxwedaneke bi bandor neyê kirin, dê şaredariyên din bi rehetî bên desteserkirin.

Gerîla SÎHA’yan dixe xwarê

Lê weke me got, di rastiya van êrîşan de şerxwaziya li dijî kurdan û Tevgera Azadiyê heye. Artêşa dagirker bi hevkariya PDK’ê ji bo li başûrê Kurdistanê dagirkeriya berfireh bike rojane êrîşî qadên gerîla dike. Di van êrîşan de artêşa dagirker herî zêde sûdê ji balafirên SÎHA digire ku dewleta tirk di her kêliyê de bi van balafiran pesnê xwe dide. Bi taybet şefê rejîma faşîst Erdogan gelekî pesnê wan balafiran didan. Televîzyonên alîgirên AKP’ê jî şev û roj dîmenên wan nîşan didan. Digotin “SÎHA’yên me wiha lê didin.” Lê derket holê ku ev balafirên ku dewleta tirk ewqas bi wan pêsnê xwe dide li hemberî gerîla ne ewqas bi bandor in. Gerîla van SÎHA’yan bi rehetî dixe xwarê. Çi balkêşe ku ne deshilata faşîst û ne jî çapemeniya wê qet bahsa ketina van SÎHA’yan nake ku alem bibîne. Ketina balafiran nîşanî me dide ku faşîzma AKP/MHP’ê êdî nikare li gorî daxwaza xwe tevbigere.

Bi ketina balafiran re di nava dewletê de jî nîqaşan destpê kir. Şîrketa TUSAŞ’ê ya dewleta tirk hilberîna amûr û alavên şer ên hewayî dike. Vê şîrketê navê xwe bi balafirên biçek û bêmirov ên weke ANKA û AKSUNGUR dabû bihîstin. Bi fermana şefê faşîst Erdogan, çapemeniya şerê taybet reklam û propagandaya vê şîrketê kir. Weke şîrketa zavayê Erdogan BAYKAR, ev şîrket jî ewçendî nepixandin ku êdî li ser ekranan danasîna alav û amûran vediguherî şovê. Bi taybetî çapemeniya şerê taybet pesnê SÎHA’yên bi navê ANKA û AKSUNGUR dida. Mîna bêjin ne li erd û ne jî li ezman cihê van heye. Lê şerê wan ê taybet, derew û şova wan heta 13’ê sibata 2023’yan û ji wê dîrokê girîntir, heta 20’ê adara 2024’an dewam kir. Di wan dîrokan de çi bû?

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ragihand ku hêzên wan 15 SÎHA’yên dewleta tirk xistine. Di nava wan de 5 ANKA û 2 AKSUNGUR’ên şîrketa TUSAŞ’ê hebûn. Gerîla tenê derb li êrîşên qirkirinê yê dagirkeriya tirk a faşîst neda, her wiha derb li şerê wê yê taybet û aboriya wê jî da. Lê dewleta tirk, desthilata wê ya faşîst a AKP/MHP’ê û çapemeniya wê ya şerê taybet dengê xwe nekir. Dîsa şîrketên Erdogan û derdora wî zengîn dikirin jî bêdeng bûn. Lê bandora vê derba gerîla li teknîka şer a dagirkeriya tirk dayî, xwe bi awayên cûda nîşan da. Derket holê ku Erdogan ê bêdeng, di civata giştî ya şîrketa TUSAŞ’ê de dest li vê rewşê werdaye.

Erdogan, piştî vê mudaxeleyê midurê giştî yê şîrketê Temel Kotîl ê çapemeniya tirk ew weke şovmenekî pêşkêş dikir ji erkê girt. Ne tenê ew, Serokê Desteya Rêveberiya TUSAŞ’ê Rafet Bozdogan jî ji erkê girtin. Jixwe agahî ne ji aliyê şîrketê ve bi awayekî balkêş ji aliyê Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya dewleta tirk ve hat ragihandin. Bi xistina 6 ANKA û 3 AKSUNGUR’an, zêdetirî 300 milyon dolar zirar li dewleta tirk bû. Gelo çima Erdogan darbe li dijî şîrketa dewletê TUSAŞ’ê pêk anî? Ji ber ku Tayyîp Erdogan dixwaze şîrketa BAYKAR a zavayê xwe zêdetir derxe pêş.

Li gorî agahiyan ji bo ku şîrketa zavayê wî Selçûk Bayraktar zirarê nebîne, Tayyîp Erdogan SÎHA’yên bi tîpa Bayraktar û AKINCI naşîne ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji ber vê yekê zêdetir SÎHA’yên bi tîpa ANKA û AKSUNGUR dişîne herêmên gerîla. Mînak herî dawî 27’ê gulanê, gerîla li herêma Qendîlê AKSUNGUR’ek û li qada Asosê jî ANKA’yek xist xwar. Bi vî rengî Tayyîp Erdogan hem îtîbara şîrketa dewletê kêm dike û hem jî îtîbara zavayê xwe Selçûk Bayraktar diparêze. Lê ji van bûyeran û agahiyan jî diyar dibe ku dewleta tirk, desthilata wê AKP-MHP di şerê li hemberî gerîla de tengav bûne. Hêjayî bibîr xistinê ye ku gerîlayan ji bilî ANKA û AKSUNGUR’an, heta niha 6 BAYKAR TB2 û 2 AKINCI’yên şîrketa zavayê Erdogan jî anîne xwarê. Lê li cihê destwerdanê Erdogan, ji bo îtîbara zavayê xwe zêde bike li sînorên bakurê Kurdistanê di nav baregehên artêşa tirk de mîzansenan ji bo wî amade dike.

Bêguman tevî êrîşên pir alî jî li holê şerekî cidî heye. Divê rastiya şer baş bê fêmkirin. Şerê li tunelan, tevgera tenê çend kesan a 24 saetan li dijî artêşekê çawa dibe? Çawa ew gerîla hem dikarin parastina xwe bikin û hem jî li ser hev derban li dagirkeran bidin? Divê em vê yekê baş fêm bikin û tenê nebêjin gerîla şer dike û lê dixe. Di serî de ciwanên kurd, divê tevahiya gelê kurd vê berxwedan, wêrekî, bawerî û îradeyê bibîne û hîs bike. Divê gelê kurd bi vî şerî re bijî û hîs bike.

Di rastiyê de dewleta tirk û deshilata wê ya faşîst; her ku di şarê li dijî gelê kurd de derbên giran dixwin êrîşî destkeftiyên kurdan dikin. Divê dagirkirina şaredariya Colemergê di çarçoveya şerê li dijî gelê kurd were nirxandin. Ger bi vê rastiyê em nêzî meseleyê bibin em ê hîn baştir faşîzm dijminantiya rejîma dagirker a AKP/MHP’ê ya li dijî gelê kurd baştir bibînin.