Hevseroka ÎHDê Eren Keskîn bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê anî ziman ku sermayedar hêza xwe ji şer û tiryakê digirin, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajêyê de bi projeyên xwe bûye hêviya aştiyê
1ê Îlon Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Di 1ê Îlona sala 1939an de Artêşa Naziyan a Adolf Hitler Polonya dagir kir. Bi dagirkirina Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyêm ku bû sedema mirina 50 mîlyon mirovan dest pê kir. Piştî vê yekê 1ê Îlonê, li hemû cîhanê weke “Roja Aştiyê ya Cîhanê” tê pîrozkirin. Di vê rojê de hemû kesên aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tînin ziman.
Di Şerê Cîhanê yê Duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi tevahî 50 milyon mirovî jiyana xwe ji dest da. Şer, çawa ku di roja 1ê Îlona 1939an de dest pê kir, di heman rojê de, di sala 1945an de bi dawî bû. Piştî şer, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku careke din şer dest pê nekin û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1ê Îlonê weke “Roja Aştiyê ya Cîhanê” îlan kir. Êdî ev roj, ango 1ê Îlonê, li navênden cihanê tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê jî herî zêde kurd û rêxistinên kurdan ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were mîtîngên girseyî pêk tînin û daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman.
Ji 1ê cotmeha 2024an heta niha li ser aştiya navxweşî niqaş pêş dikevin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bi banga Aştî û Civaka Demokratîk rojeva Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê guhert. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê kongreya xwe pêk anî û xwe fesih kir. Piştre biryara çekdanînê da. Dîsa li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9ê tîrmehê, PKKê bi koma ji 30 kesan pêk dihat, bi merasimeke heybet di 11ê tîrmehê de çek şewitand û peyam da cîhanê. Niha jî komîsyon li meclisê hatiye avakirin û niqaşên çareseriyê û aştiyê têne kirin.
Bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em bi parazvana Mafên Mirovan û Hevseroka ÎHDê Eren Keskîn re li ser sedema şer û pêvajoya aştiyê axivîn.
Bandora Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn li ser îlankirina 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî çiye?
Di belgeyên navneteweyî yên li dijî şer hatine amadekirin de rista Şerê Yekemîn û Duyemîn ên Cîhanê pir girîng e. Li gel ku ewqas bedelên giran hatin dayîn, belgeyên li dijî şer hatine amadekirin têr nakin.
Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de sûcên şer çiqas hatin dîtin. Ku nehatin dîtin çima?
Dema em mînakê bidin di Şerê Yekemîn û Duyemîn ên Cîhanê de gelek jin bi tacîz, tewacizê re rû bi rû man. Bi êrîşên zayendî re rû bi rû man. Li gel vê yekê dadgehên leşkerî yên navneteweyî yên Nurnbergê û Tokyoyê ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn hatin sazkirin, tundiya li dijî jinan wekî sûcên şer nedîtin. Di têkoşîna li dijî şer de her dem helwesta alîgirê serdestiya mêr derket pêş. Şer û mîlîtarîzm nokteya dawî ya serdestiya mêr e. Berî her tiştî herî zêde pêdiviya jinan bi aştiyê heye. Divê berî her tiştî em vê yekê bînin ziman. Li ser vê ax û erdnîgariya me, demeke pir dirêj e şer heye. Şerên pir giran li ser vê erdnîgariyê pêk hatine.
PKKê çima dest bi şerê çekdarî kir?
Berî her tiştî em qala komara piştî şerê cîhanê yê yekemîn dikin. Em qala tundiya dewleta ku di 1915an de komkujî pêk anîbû dikin. Piştî vê komkujiyê; dewleta mîlîtarîst a ku yek nasname, yek bawerî û yek alê esas digire hat avakirin. Ji xeynî nasnameya musilmanên sunî û tirk, hemû nasnameyên din hatin redkirin û înkarkirin. Li gorî vê ferasetê dîrokeke fermî hat nivîsandin. Hemû bawerî, nasname û komên din ku li ser vê axê dijîn, an hatin tunekirin, an jî bi polîtîkayên bişaftinê ji rastiya xwe hatin dûrxistin. Li gorî nasnameya tirkên misilman hatin entegrekirin. Yê li dijî vê înkarê ji dil û bi rastî têkoşiya kurd bû. Gelê kurd, ne tenê li Tirkiyeyê; di nava çar dewletên ku di nava sînorên wan de hatine parçekirin hat înkarkirin. Dewletên ku kurd di nava sînorên xwe de parçe kirine, bandor li hev kirin. Lê sedema herî mezin a pêvajoya şer ku li ser erdnîgariya Bakur pêş ket, polîtîkaya înkar û îmhayê bû. Kesên ku PKKê sedema vî şerê ku pêş dikeve dibînin, divê mirov pirsa ‘Dema Şêx Seîd û Seyîd Riza hat darvekirin, dema gorên wan ji gel hatin veşartin, dema li Kurdistanê ewqas komkujî pêk hatin, ma wê demê PKK hebû?’ bipirse.
Li vir tişta ku em lêpirsîna wê bikin polîtîkayên dewletê ne. Ji ber van polîtîkayên dewletê PKKê dest bi şerê çekdarî kir.
Li dijî şerê li Kurdistanê bertekên heyî çiqas têr dikin. Ev bertek çiqas dikarin rê li pêşiya şer bigirin?
Li ser ax û erdnîgariya me, mixabin bîrdoziya fermî ku dewletê ava kiriye, ji aliyê piraniya gel ve jî hatiye qebûlkirin. Feraset û polîtîkaya înkarê ya Îttîhat û Terakkî ya ku ji 1915an heta niha hebûna xwe berdewam dike, mixabin ji aliyê civakê ve jî hatiye qebûlkirin. Hîna bi awayekî rast çepgirên Tirkiyeyê ji bo komkujiya 1915an nîqaşeke rast nekiriye. Ev nîşan dide ku ev kar çiqas dijwar e. Heman feraseta ku xwe wekî kesên herî şoreşger û zanistparêz nîşan didin jî, di şerê li Kurdistanê de heman seknê nîşan didin. Mirov nikare bibêje li dijî şerê li Kurdistanê bertekeke cidî nîşan daye.
Sendîka û rêxistinên civakî li dijî şer çiqas rola xwe pêk anîn?
Li ser erdnîgariya me êşên pir mezin çêbûn. Gelek kes di bin çavan de ji aliyê kontrgerîla ve hatin windakirin. Cînayetên li dijî gerîla pêk hatin. Gorên komî derketin. Li gel ewqas bûyerên bi êş û giran, sendîkayên vî welatî tenê bi carekê jî ji bo aştiyê neketin greva giştî û grev bi rêxistin nekirin. Ev yek rastiyeke pir bi tirs e. Ji ber vê yekê li dijî vê înkarê tevgereke ku serî natewîne heye. Tevgera kurd, tevgera jinan, LGBT, hin komên sosyalîst hene. Lê ev li dijî şerê ku li ser vê erdnîgariyê tê pêşxistin tu carî têr nekir û têr nake. Ji ber têkoşîna li dijî şer û yên aştiyê dixwazin têr nakin, kesên aştiyê dixwazin jî her tim rastî tundî û zextan tên.
Li cîhanê kî şer dixwaze û çima? Çima şer li cîhanê belav dibe? Rola hêzên ku çekan dikirin û difiroşin çiye?
Li cîhanê hêzên ku şer dixwazin hene. Ji ber ku herî zêde hêzên emperyal û mêtinger hemû cîhanê bi rêve dibin. Sermayeya van hêzan a herî mezin jî çek û tiryak e. Ji bo çekên xwe bifiroşin şer didome. Şer pêş dixin. Li dijî vê yekê jî hiş û bedena gel bi tiryakê pûç dikin. Bi taybetî vê yekê wekî polîtîkaya mêtingeriyê zêde dixin meriyetê. Mînak, tu îro biçî kîjan bajarê Kurdistanê tiryak di asta herî jor de belav bûye. Ev ji bo welatên din jî wisa ye. Li hemû welatên ku li dijî tundî û şer têkoşîn heye, tiryakê wekî politîkaya dewletê pêş dixin. Tiryakê bi awayekî serbest belav dikin.
Hêviya aştiyê hêz û fêza xwe ji ku digire. Rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di hêviya aştiyê de çiye?
Li ser erdnîgariya me şerekî didome heye. Niha hêviyeke nû ya aştiyê derket holê. Ev jî bi projeya Birêz Ocalan a nû pêş dikeve. Ev proje ji hemû civakê re hat vegotin. Ji aliyê dewletê ve jî sedema herî mezin a vê projeyê rewşa Sûriye û Rojava ye. Ji ber vê yekê, vê carê ev pêvajo ji pêvajoyên din cudatir e. Ji ber ku vê carê partiya ku nûnertiya nijadperestan dike vê pêvajoyê îdare dike. Ya ku mirovan şaş dike Dewlet Bahçelî piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Ev jî nîşan dide ku dewlet erênî li vê projeyê dinêre. Ez bawer dikim ku dewlet jî di ferq û zanîna ku ev êdî hatiye noqteya dawî de ye. Ji ber ku êdî li Rojava Kurd hêzeke diyarker û pir girîng e. Hêza ku serî natewîne ye. Ji xeynî vê rastiyê hebûna hêzên emperyal û hebûna Îsraîlê, ev hemû Tirkiyeyê dixe nava tirsê. Ez difikirim ku geşedanên li Rojava li ser van gavên tên avêtin faktoreke gelek girîng e. Ya din jî biryara şewitandina çekan jî li Tirkiyeyê hinceta ‘Lê PKK çekan bikar tîne’ ji holê radike û hincetên wan ên şer pûç dike.
Erka hêzên demokrasiyê çiye?
Li vir êdî erk û peyvir dikeve ser milê hêzên demokrasiyê. Ev hêzên demokrasiyê çiqas erka xwe pêk tînin. Na bi qasî tê xwestin erka xwe pêk naynin. Sedemeke vê yekê bandora politîkayên dewletê ye. Bandora polîtîkayên dewletê li ser hêzên demokratîk zêde ye. Îro ji bo ev aştiya civakî pêş bikeve û aştî bibe malê civakê, divê bi taybet muxalefeta sereke, beşdarî vê pêvajoyê bibe. Tevlêbûna muxalefeta sereke ya vê pêvajoyê pir girîng e. Lê di heman pêvajoyê de jî li dijî muxalefeta sereke operasyonên girtinê hene. Îro her çiqas Ozgur Ozel civakê şaş bike û zimanekî cuda bikar bîne jî, bi giştî bingeha CHPê, tevlêbûna pêvajoyê asteng dike. Rastiyek heye, bingeha CHPê ne alîgirê tevlêbûna vê pêvajoyê ye. Tu pêşniyarên çareseriyê yên Kemalîstan tune ne. Di operasyonên li dijî CHPê de herî zêde şaredarên CHPyî tên girtin. Ev dibe sedem ku CHP beşdarî pêvajoyê nebe. Lê dewlet vê yekê wisa dixwaze. Ez bawer nakim ku dewlet zêde dixwaze CHP bibe alîgirê pêvajoyê. Li aliyê din hêzên demokrasiyê hene. Rola sendîkayan a ji bo pêvajoyê gelek girîng e. Lê di vê pêvajoyê de rola wan pir kêm e. Di rastiyê de tevgerên sendîkayan li vê pêvajoyê xwedî dernakevin. Heta niha me tu xwedîderketina tevgerên sendîkayî nedît.
Rol û rista komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin di pêşxistina aştiya Tirkiyeyê de çiye?
Komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin girîng e. Ev komîsyona ku ji wekîlan pêk tê, ji hemû pêkhateyên civakê pêk tê. Ev komîsyon li hemû beşên civakê guhdar dike. Di 20ê tebaxê de li ÎHDê, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê guhdar kir. Ev gelek girîng e. Ji ber ku di pêvajoya berê ya aştiyê de gavên wisa nehatin avêtin. Rewşeke wisa derneket holê. Ez dubare dibêjin, beşeke tevgera sosyalîstên Tirkiyeyê, kesên lîberal û sendîka, di rastiyê de ji bo piştgiriyê bidin pêvajoyê nakevin nava hewldanê. Ev kêmasî ye.
Divê ji bo Îmraliyê çi bê kirin?
Di vê pêvajoyê de tişta herî girîng ku bê kirin, bi taybetî divê deriyê Girtîgeha Îmraliyê ji saziyên civakî re bê vekirin. Bêguman divê birêz Ocalan rast e rast karibe fikrên xwe bi nûnerên saziyan û rêxistinan re parve bike. Divê bêyî ku qasid têkevin navberê, Birêz Ocalan karibe fikrên xwe bi her kesî re parve bike. Divê karibe fikrên xwe bi çapemeniyê û rêxistinên civakî re parve bike. Eger bibe xwedî van derfetan, dê piştgiriyeke pir mezin bide pêvajoyê.
Hûn ji bo vê pêvajoyê çiqas bi hêvî ne?
Ez li ser navê xwe û saziya xwe ne bêhêvî me. Em ne bêhêvî ne. Ev pêvajoyeke nû ye. Bi taybetî geşedanên li Rojava pir diyarker in. Ji bo aştiyê hêviyeke nû heye. Di vî milî de gelek gavên ku dewlet bavêje hene.
Divê dewlet çi bike?
Beriya her tiştî divê deriyê girtîgehan li hemû girtiyên siyasî bê vekirin. Divê hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan. Berî her tiştî divê Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk bîne. Divê Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Fîgen Yuksekdag û hemû kesên ji ber doza Geziyê hatine girtin serbest bêne berdan. Divê astengiyên li pêş azadiya îfadeyê û azadiya ramanê bên rakirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê Zagona Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) bê rakirin. Divê peymana Îstanbûlê ji nûve têxin meriyetê. Bêguman gelek daxwazên me hene. Lê em dizanin ev hemû di carekê de pêk nayên. Lê em ê hêviyên xwe biparêzin û ji bo ev daxwazên me pêk bên em bi biryar in.
Eren Keskîn kî ye?
Di nîsana 1959an de li Bûrsayê ji dayik bû. Li Zaningeha Stenbolê beşa hiqûqê xwend û bû parêzer. Piştî bû parêzer dest bi şopandina dozên siyasî kir. Ji sala 1989an heta niha di nava rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan de cih digire. Piştî salên 1990î gelek caran li dijî kuştina welatiyan, valakirina gundan û şewitandina gundan, şande ava kirin û ji Stenbolê hat Kurdistanê. Di têkoşina parastina mafên mirovan de rastî êrişa çekdarî hat. Ji salên 1990î heta niha nêzî 200 doz lê hatine vekirin. Di sala 1995an de hat girtin û di 1997an de hat berdan.