12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ereb, kurd, çerkez, asûrî meşiyan: Em azadiya Rêber Ocalan dixwazin

Bi deh hezaran gelên bajarên Zûmarraga, Hesekê û Qamişlo, bi boneya 9’ê cotmehê şermezar bikin daketin kolanan û çalakiyên girseyî li dar xistin. Bi deh hezaran di çalakiyan de azadiya Rêber Ocalan xwestin.

Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê bi meş û mîtîngên girseyî şermezar kirin. Di çalakiyan de gelê Kurd, Ereb, Çerkes, Asûrî û Suryanî yên li Hesekê û Qamişlo dijîn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Gelek kesên ji Til Birak, Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan, Dirbesiyê û Erîşa li qada Şehîd Arîn Mîrkan a Hesekê kom bûn.

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên partiyên siyasî û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û her wiha gaziyên şer jî beşdarî meşê bûn. Beşdaran bi berzkirina dirûşmeyan têkoşîna Rêberê Gelê Kurd silav kirin û komploya navneteweyî şermezar kirin. Meş li Qada Xîto veguherî mîtîngê. Li wir endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û got: “Em komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dagirkirina bajarên Serêkaniyê, Girê Spî şermezar dikin û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

Foza Yusif diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, doz û nasnameya Kurd, têkbirina ewlehiya Rojhilata Navîn û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de, şikandina vîna gelên azad û şoreşa jinan bû û wiha axivî: “Komplo bi destê modernîteya kapîtalîst bû. Ev komplo li dijî hêviyên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tev de bû. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn pêşkêş kir, dewletên komploger ên li dijî aştî, edalet û azadiyê bi komployekê ew dîl girt.”

Foza Yusif berxwedana gelê herêmê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: “Ji destpêka komployê ve, gel li qadan bû. Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê gelên bindest û mezlûm e.”

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê şaxê bajarê Holê Emmar Mûsa jî got gelên herêmê ramanên Rêber Abdullah Ocalan kirin bingeha têkoşîn û berxwedana xwe. Mûsa bang li civata navneteweyî kir ku durûtiya xwe rawestîne, erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bîne û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Qamişlo

Welatiyên ji bajarên wekî Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê û 25 bajarokên girêdayî van bajaran li Xaçerêya Osman Sebrî ya Qamişlo kom bûn. Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, malbatên şehîdan û serokên eşîran jî beşdarî meşa bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat lidarxistin.

Meş heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivîn.

Aldar Xelîl bal kişand ser komploya 26 salan û diyar kir: “Di sala 27’an de bi rêya komployê hebûna gelê me û rêberê me hedef digirin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedaneke dîrokî tê meşandin û ji bo pûçkirina bandora vê komployê, li hemû qadên têkoşînê yên li Kurdistanê û derveyî wê têkoşînek heye, berxwedaneke dîrokî didome.”

Şîraz Hemo jî di destpêka axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê yên di çeperên şer de li ber xwe didin, silav kir û wiha pê de çû: “Her qîrînek û her bihosteke vê axê berxwedana zarokên vî welatî ya dîrokî dibêje. Îro salvegera komployê ye, di vê rojê de hêzên hegemon biryara çêkirina sîstema Rojhilata Navîn a nû dan. Bi hincetên cuda dest bi girtin û çewisandina zanistê kirin, zanista ku dê Rojhilata Navîn bi pêş bixe û azad bike.”

Şîraz Hemo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî hegemonyayê û wiha anî ziman: “Di dirêjahiya salan de her dem hewl dan hêza gelan bişikînin, jinan kole bihêlin lê tu carî nikarin bigihêjin serî. Çi qas dijmin hovîtiya xwe berdewam bikin jî ew ê nekarin hêza gelan, jiyana hevbeş û demokrasiyê têk bibin. Bê guman sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî berbiçav e. Ev hevgirtina pêkhateyan e ku ji bo desthilatdariya wan xetere ye.”

Zûmarraga

Sendîkaya Piştevaniya bi Karkeran re ya welatê Baskê (ELA) li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist. Di çalakiya li Zumarraga ya li Gipuzkoayê pêk hat de azadiya Rêberê Gelê Kurd xwestin. Di daxuyaniyê de ragihandin ku Ocalan ji sala 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye û bi navê ELA’yê di vê dema krîtîk de kiryarên neqanûnî û tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi sendîka, rêxistinên siyasî û civakî yên li tevahiya cîhanê re em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin.”