Îro 30’ê cotmehê li Meclisa Tirkiyeyê komcivînên hin partiyan hebûn. AKP’ê jî komcivîna xwe îro li dar xist. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan di komcivînê de axivî.
Beriya Erdogan dest bi axaftina xwe bike, rojnamevanan pirs ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kirin. Rojnamevanek têkildarî “mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku tê xwestin were pêkanîn, pirs kir. Wezîr Yilmaz Tunç bersiva pirsa têkildarî “mafê hêviyê” ku herî zêde wî eleqedar dike neda û pirse bêbersiv hişt.
Tayyîp Erdogan wek her demê di komcivîna xwe de dîsa gefan li DEM Partiyê xwar û dîsa spasiya Devlet Bahçelî kir.
Erdogan pirsa ‘Mafê Hêviyê’ nebersivand
Erdogan piştî ji komcivînê derket, rojnamevanan pirs jê kirin. Rojnamevanek pirsa têkildarî “mafê hêviyê” ji Erdogan jî kir. Erdogan ji “mafê hêviyê” fam nekir û ji kesê kêleka xwe pirsî. Piştî kesê kêlekê qala meselê jê re kir, Erdogan pirsê nebersivand û got, “Pêşiya min vekin.”