12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan û daxwazên wî, PKK, Ocalan û Qendîl!

Bila ji bîra te neçe ku birayê te ne Kurdin. Bahçelî bira mak û hevalbendê te ye. Te kengî ji Kurdan re biratiya xwe olî an jî hemwelatiyê daye diyarkirin.

Salên dirêje ku MHP di kuştin û terorkirina azadîxwazên Kurd de hemû cûrên hevkariyê dane hêzên tarî. Lê gelo çi bûye û qewimiye ku van rojan nijadperestiyekî weke Bahçelî daxwaza rakirina tecrîda li ser Serok Ocalan dike û ji vê jî ecêbtir dixwaze ku ew bê parlementoya Tirkiyê û biaxive?! Nav-nîşanê gûherandinên ku dewleta faşîst û înkarkera Tirkiyê wisa xistine bin zextên giran çi ye? Aliyên Kurd divê çawa ji vê rewşê sûdê bistînin? Dewleta kûr û kor dîsa dê ji Kurdan sûdê bistîne ku xwe ji kirîzên siyasî rizgar bike? Di wan daxwazên wî de tevî ku dûr ji hinek orfên siyasî dîsa peyvên “Terorîst û serokê terorîstan“ bikar tîne, daxwazeke wisa ecêb xwe raberî me dike ku nirxandinên herî zêde li ser hatine kirin. Sosreteke dîrokî ye dema ku em dizanin ne di dîroka Osmaniyên bav-kalên wan de û ne jî di 100 salên desthilata komara Tirkiyê ya tije xwîn û agir de kesekî ewqas rasîst ji rêberekî dîl ku di destê sîstema wan a serdest de daxwazeke wiha zelal beyan bike.

Erdoganê ku dixwest bi rêya faktorên olî-mezhebî Kurdan ji pirsa wan a bingehîn, dîrokî û neteweyî dûr bêxe vê daxwaza MHPê weke “Derfeteke dîrokî” bi nav dike û “çareserkirina pirsgirêkê“ weke tacê serkeftina xwe di qada siyasetê de dibîne. AKP’ê di hemû salên desthilatdariya xwe de nekarî PKK’ê û Serok Ocalan bêbandor bike û civaka Kurd a muhafizekar jî bi qewlên wî yên qeşmerane bawer nekirin. Wî nekarî “Pirsa Kurd“ û bizava şoreşgerî a Kurd di bin pêşnegiya PKK, HDP û îro jî DEM Partiyê de ji hev veqetîne. Dema hêza Kurd di hilbijartinên bakurê Kurdistanê de bi ser ket, êdî hemû planên wî vala derketin û hingî bi senaryoyên şerxwazî û siyaseteke şovenîstî re bi aliyekî re bû hevalbend ku rêbaza wan 360 derceyan ji hev cuda bû. Ew alî MHP ye ku hewce nake behsa rêbazên wan ên hovane li dijî şoreşgerên Kurd bikim. Wê hevgirtinê muhfizekarên misliman li Kurdistanê bêtir bi sextekariyên AKP’ê hêsandin û sal ji salê zêdetir ber bi PKK’ê û şaxên wê ve meşiyan. Li vira rastiya ku gelekî baş ji dost û dijminan re hate selimandin ew bû ku “Hestên neteweyî” ji “hestên olî” bihêztir nasnameya xwe dane xûyanîkirin. Vê taybetmendiyê kiriye ku sosyolog civaka me weke “civakeke sekular“ bibînin.

Êdî di van gûherandinên jeopolîtîk ku li rojhilata navîn rû didin Erdogan bi daxwazên qaşo ji birayên xwe bang dike û wiha dibêje: “Ger Xwedê temen û derfetê bide min, armanca me ewe ku pirsa Kurd bi yek carî ji ajendaya nîştimanî paqij bikin û tacekî bixîne ser 40 salên siyaseta xwe ku xizmeta ji gel re bûye…”

Heya niha çima te ew tac di koşka xwe ya hezar odeyî de veşartibû û pirsa Kurd ku te bi ya xwe dizanî, di wan derfetên zêrîn de çareser nekir? Tu texmîn dikî Kurd ewqas Apolîtîk û sade ne ku dîsa bi van derew û sozên te yên ser coxînê bêne xapandin?! An jî texmîn dikî kesayetiyek weke rêzdar Ocalan di temenê 75 saliya xwe de yê hemû daxwazên gelekî çend milyonî ji bîr bike û hemû daxwazên wî yên 50 salên xebatê di azadkirina wî de bêne dawiyê!? Wî di girtîgeha we Îmraliyê de bi dehan caran daxwaza aştiyê û çareseriyê kir. Lê hingî we çima destê wî negirt?! Niha ku îqtdara we ketiye nava tengaviyên mezin, aboriya welatê we roj ji roja berê xeratir dibe û di warên demokrasî û ramanên azad de karnameya we ketine bin sifrê, ji bizava bakurê Kurdistanê bendewariyên maqûlane nînin û qêrîn-hawarên te nagehin derekê Erdogan.

Li derekê Erdogan hawar dike:“ Bira Kurdên min yê hezkirî … em dixwazin bawerî û îslam, banga nimêj û nîştiman, birayetîya xwe biparêzin. Werim em tevîhev sedsala Tirkiyê bîna bikin…, ev komar çiqas ya Tirka ye ewqas jî a Kurdane…“

Bila ji bîra te neçe ku birayê te ne Kurdin. Bahçelî bira mak û hevalbendê te ye. Te kengî ji Kurdan re biratiya xwe olî an jî hemwelatiyê daye diyarkirin. Heta di dema pêvajoya aştiyê de, te şerê xwe li dijî Kurdan da sekinandin! Hûn şermê ji xwe nakin dema ku ji PKK’ê û rêzdar Ocalan dixwazin ku şerê çekdarî hilweşînin? Hûn hingî kîjan mafên Kurdan bi awayekî fêrmî binasin? Ma me ji bîr kir ku Bahçeliyê faşîst di salroja 101’mîn damezrandina komara Tirkiyê de bi dengekî bilind wiha got:“ Di Komara Tirkiyeyê de qet û tu carî pirsa Kurd nebûye û nabe jî…”

Hûn li cem deh hezaran şehîdên vê dozê bi qedera Kurda dilîzin û dixwazin dîsa Mehmûdê Alekanî, Hesen Xeyrî, Qaso, Şerefxanê Bilîsê an jî xiyanetkarê roja îro bi bîra me bînin? Ger di bîra we de nemabe lê ezê hinek rûpelên reş yên dîroka we raxim ber çavên we:

Di 1071’ê de me Kurdan destê we girt. Wê demê Sultan Yavuz Selîm û Idrîsê Bitlîsî serkêşiya Kurdan û begên wan dikir. Li Feth Elmare, Çanakkale, di şerê rizgariyê de me ew destê we girt, me ew dest bi germî girt, li hemberî Fethulayê qatil û Hizbulahî yên hevkariya we kirin Kurd bûn. Dema te ew hemû rastî ji bîr kirin di binketina te de jî Kurdan Istembol û bajarên mezin ji destê te derxistin, lê te weke rûviyên sextekar dîsa Kurd û hêza wan nedît û hêza herî mezina Kurdan anku PKK’ê jî te tiştek nehesiband. Di rojên ku xwîn û agir berbibû hemû Kurdistanê PKK’ê û Serok Ocalan pirî caran bi yek alî agirbest îlan kirin, lê artêşa te ya har û hov geh başûr û Qendîl, geh jî Rojava û Şingal kirin qada agir û tevkujiyan. Ma PKK dikare wiha rihet li kêleka ewqas cinayetên we yên hovane derbas bibe û wiha hêsan ji bîr bike? Destê me Kurdan tim bi tenê man, te hêza Kurdan ya îslamî jî nedît. Ewqas behsa meclisa xwe ya gaziyan neke û li ser rûrastiyên Kurdan daxwazên xwe yê qeşmerane neke.

Armanca wan a sereke tekçûna PKK’ê ye, lê gelek kes bi wan xewn û xeyalan hatin û çûn, PKK jî ji salên berê bihêztir û rûberê desthilatdariya wê ya manewî berfireh e.

Erdogan pêşniyara hevalbendê xwe yê stratejîk weke “wêrek û jîrane” dibîne lê hemû pêşniyarên PKK, Ocalan, HDP, DEM Partî, siyasetmedar û parlementerên Kurd nabîne û nabihîse! Elbete dictator heya nefesên xwe yên dawiyê kerr û korin, nabihîsin û nabînin.

Daxwazên Erdogan ji DEM Partî ewin ku xwe ji PKK’ê dûr bikin, lê ji serok û damezrînerê PKK’ê jî dixwazin ku bê parlemntoyê! Gelo ev “siyaseta banek û du hewa” yê bigehe kûderê?!”

Pirseke girîng a rojeva Kurdan û Tirkan

Çima AKP-MHP tengavin û xwe davêjin ber piyên serok Ocalan?! Bi rêbazên sextekarane û derfetên demkî re dîsa dixwazin bandora serok Ocalan a siyasî û manewî ji bo bêbandorkirina PKK’ê di qadên siyasî-leşkerî de bikar bînin. Bi rêya hinek aliyên girêdayî xwe dixwazin hêza gel ji PKK’ê dûr bixin. Lê komployên wan di 45 salên derbasbûyî de tim bêserkeftin bûne. Gelo 25 salên girtîgehê, Sed hezar şehîd û berdewamiya siyaseta înkar û asîmîlasyonê re Serok Ocalan ê şertên wan bipejirîne? Pêwîste ev rastî jî ji bîra kesî neçe ku aliyê herî girîng jî li vira PKK bi xwe ye ku dewleta Tirkiyê hîna jî nekariye hêza wê ya leşkerî, siyasî û manewî tune bike.

Ji sala 2014’an û şûnde hemû pergala siyasî-leşkerî ya desthilata Erdogan û hevalbendên wî bi şerê li dijî Kurdan û tevgera demokratîk û azadîxwaz a Kurdistanê re hebûna 32 milyon Kurdan jî înkar dikin. Zimanê Kurdî ku taybetmendiyeke herî xûya ya nasnameya gelê Kurd e weke “Zimanê nenaskirî” binav dike û heta qedexe jî nabîne! Ev karê wan ji înkar û hemû sivkatiyên sedan salên berê jî mezintir û girantire.

Demeke ji ber gûherandinên jeopolîtîk ên li herêmê ne tenê bi “DEM Partî” re dest bi lihevkirin û axaftinê dikin, belkî Rêber Ocalan jî muxatebe sereke yê vê pirsgirêka bingehîn dizanin. Ev bi serê xwe ji wan re şikeseteke mezin û dîrokî ye, xûya dike ku hemû pilanên wan hilweşîne. Di xelaskirina PKK’ê de biser nektin. Bi girtina siyasetmedar û rêberên Kurd tenê dengê “Berxwedan jiyane” li dijî xwe bilindtir kirin. Bi terorên li dervey sinor û sûd standina ji hemû îmkanên NATO dîsa jî nekarîn hêza Gerîla xelas bikin. Bihêzbûna statûyên Rojava û başûrê Kurdistanê ji xwe re metrsî dibînin lê AKP-MHP’ê nekarîn wan tune bikin. Sala 2001’an xerîta Kurdistana mezin a di odeya siyasetmedarê Amerîkî Diç Çeni kete bîra wan. Axaftinên B Netanyaho li dijî cinayetên xwe li bakurê Kurdistanê bihîstin, bi hemû awayan xebitîn ku tevî Bişar Esed bikevin nava hevdîtinên siyasî ku tevîhev li dijî destkeftên Rojava bibine hevkarên hev, lê di wê qadê de jî biser nektin. Êdî tirsa bihêzbûna Kurdan li pey gûherandinên bilez tirseke mezin xistiye nava dilê dîktatorên Enqerê.

Baxçelî bi awayekî fermî daxwaz dike ku Serok Ocalan bê parlementoya Tirkiyê û biaxive! Gelo li pişta vê daxwaza ecêb-xerîb çi neyînî hene?! Li gor min bersiv evin:

1.Rolê serok Ocalan di pêwîstiya çareseriya aştiyane ji “Pirsgirêka Kurd“ re dîsa xûya bû.

2.Divê aliyê Kurd li ser gûherandina yasaya bingehîn û diyarkirina mafên wekhev yên netewa xwe haydar û neyêne xapandin.

  1. Îsrara herî zêde a PKK, Serok Ocalan, DEM Partî û aliyên din yên Kurd divê li ser çareserkirina “Pirsa Kurd“ bi rêbazên logîk û bingehîn bin.
  2. Dewleta faşîsta Tirkiyê ji encamên jeopolîtîk ên hêrişên Îsrayîlê li dijî Îranê û şerekî demdirêj li herêmê pir ditirse. Ev yek yê bibe sedema bêhêzbûneke mezin û heta hilweşîna komara îslamî ya Îranê. Ji hêla din jî bi vê gûherandina mezin re mercên pêşkeftinên siyasî-leşkerî ên tevgera Kurd li herêmê yê bibine sedema bilindbûna serhildanên mezintir li bakur û rojhilatê Kurdistanê. Yanî êdî ewê nikarîbîn pêşiyê li van pêşkeftinên mezin bigirin.
  3. Statûyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê êdî yê bihêztir û mezintir bibin.
  4. Ev derfetên zêrîn di qada siyasetê de hindik caran têne pêş. Ji ber wê jî pêwîste aliyên Kurd ji ber derew û siyaseta çewt a Erdogan di salên berê de tawîzan nadene dewleta Tirkiyê. Kurd ji berê zêdetir xwedî ezmunên siyasî û rewşa cihanê û herêmê bi sûdê Kurdan tê gûherandin.

7.Ger Kurd bi stratejiyeke hevgirtî û di bin ban û sîwanê KNK’ê de daxwazên xwe yên avabûna dewleteke serbixwe bi rêbazên dîplomatîk bigehîn saziyên weke Netewên Yekbûyî û Parlementoya Yekîtiya Ewropa hingî hemû Kurd yê bi awayekî bêsinor bibine palpiştên partiyên siyasî li Kurdistana mezin.

8.Ji niha da pêwîstiya herî mezin û dîrokî ewe ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwe bikin yek û li pey têkçûna komara îslamî statûyeke xwe ava bikin.

Çalakiya 23’ê Cotmehê

Dema axaftin û hevdîtin li ser çaresekirina pirsgirêkekê dikevin rojeva du aliyên peywendîdar hingî ji bo ku li ser maseya hevdîtinan daxwazên aliyê mafxwaz ji aliyê serdest bêne standin, şerê çekdarî û çalakî jî çêdibin.

PKK bi wê çalakiyê re xwest bêje Tirka ku hûn tengavin û xwe davêjin ber lingê me lê ew nayê wê wateyê ku hûn dikarin pilanên xwe biser me de bisepînin û hêza me ya leşkerî bê û xwe teslîm bike. Em bihêzin û di muzakeriyan de divê hûn hêza me ya piralî bibînin, em him aştîxwaz û him jî weke dehan salên berê dîsa dikarin ji bo standina mafên xwe yên şerî şer jî bikin.

Ev nêrîna mine û hîvîdarim di van şertên hestiyar û dîrokî de banga aştî, azadî û serxwebûnê li her dera welatê me mizgîniya herî pîroz ji hemû gelên bindest û aştîxwaz re be.