Li başûrê Kurdistanê şerekî giran heye. Piştî Tirkiye bi Bexda û Hewlerê re peyman çêkir, artêşa xwe li başûrê Kurdistanê bi cih dike û herêmê dagir dike. Di demên dawî de dan û stendina hikûmeta Tirkiyeyê, Bexda û PDK’ê de zêde bûye. Li ser geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê û têkiliyên di navbera Enqere, Bexdayê de rojnamevan Hêvîdar Xalid nirxandin kir.
Rojnamevan Hêvîdar Xalid, bal kişand ser dagirkirina Tirkiyeyê ya başûrê Kurdistanê û wiha got: “Êrîşên dagirkeriya dewle tirk ji 3’yê tîrmehê ve li ser başûrê Kurdistanê didomin. Heta niha jî ev êrîş didomin. Heta niha dewleta tirk a dagirker gelek gund û gundewar li Duhokê dagir kirin. Ev nîşan dide ku talûkeyek mezin li ser heremê heye. Dixwaze axa Başûr dagir bike. Ev êrîşên dagirkeriyê yên li Duhokê bi taybet di çarçoveya dewamkirina projeya Osmaniya nû de pêş dikeve. Dewleta tirk li herêmê projeya dewleta Osmaniya nû dimeşîne. Dewleta tirk vê projeyê tenê li ser axa dewleta Iraqê nameşine. Her wiha li ser axa Sûdan, Yemen, Lubnanê, Misir û Somaliyê jî dixwaze têxe meriyetê. Mudaxaleya Xeza û Lubnanê jî di vê çarçoveyê de ye. Erdogan di destpêka tebaxê de got ‘Em amade ne ku biçin li kêleka Lubnanê li dijî Îsraîlê şer bikin.’ Em dibînin dixwaze mudaxaleyî hemû dewletên ereban bike. Van dewletan jî ji bo hesabên aborî çavê xwe li vê hewldanên Tirkiyeyê vekirin. Ev hemû di çarçoveya xeyaliya serweriya cîhanê ye. Erdogan di vê çarçoveyê de êrîşî Başûr û Rojava dike.”
Rojnamevan Hêvîdar Xalid bal kişand ser helwesta cîhanê ya li dijî dagirkeriya başûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Tirkiye li pêşiya çavê dewletên cîhanê û bi taybet li pêşiya çavê hikûmeta PDK’ê herêmê dagir dike. PDK rasterast alîkariya Tirkiyeyê dike û rê li pêş wê vedike. Ji ber vê yekê gelek axa Sûriye û Iraqê ji wan hat qetandin. Me li Duhok û Amediyê dît ku Tirkiye li ser tabelaya; “Ketina vir xedexe ye. Ev der axa Tirkiyeyê ye” daniye û bi vê yekê bi awayekî fermî îlan kir ku ev axa Tirkiyeyê ye. Ev dibe sedem ku gelê herêma başûr bertek nîşanî vê yekê bide. Dewleta tirk li gel vê yekê di 2 mehên dawî de bi dehan barageh ava kirin. Gelek nokteyên lêgerînê ava kirin. Dewleta tirk niha zorê li gel dike ku gel gundên xwe vala bikin. Zorê li wan dike ku bax û baxçeyên xwe zevî û deviyên xwe tirk bikin û biçin.”
Rojnamevan Xalid, bal kişand ser armanca dewleta tirk a ku zextan li ser gundên herêmê dike û wiha lê zêde kir: “Armanca zextên li ser herêmê û daxwaza valakirina gundan, ew e ku li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê (sînorê Tirkiye û Iraqê) koorîdorekê ava bike. Dixwaze herêmek tampon ava bike û axa xwe fireh bike. Dema vê yekê dike jî pişta xwe dispêre hêza PDK, Iraqê û hêzên navdewletî. Li van herêman gelek gundên xirîstiyan hene. Xirîstiyan niha bi qirkirinekê re ru bi rû ye.”
Tirkiye bêyî PDK’ê nikare
Xalid da zanîn ku heta niha hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya artêşa tirk û geşedanên li ser axa wê pêş dikeve tu daxuyanî nedane û bertek nîşan nedaye û wiha pêde çû: “Tirkiye ku bi rehetiyê ketiye axa başûrê Kurdistanê ango Iraqê, bêdengiya Iraqê û piştgiriya PDK’ê ye. Eger peymanek û tifaqek di navbera van hêzan de tune be, Tirkiye nikare bi hêsanî artêşa xwe li wir bi cih bike. Di demên dawî de gelek şande di navbera Tirkiye, Iraq û Hewlêrê de çûn û hatin. Peyman hatin îmzekirin. Ev geşedanên dawî û dagirkirina Tirkiyeyê vê tifaqê nîşan dide. Di bin van tekîlî û tifaqan de dagirkirina başûrê Kurdistanê heye. Di sala 1984’an de di navbera Enqere û Bexdeyê de tifaqek pêk hatibû. Ev tifaq ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê wê demê Tariq Ezîz de pêk hatibû. Di wê tifaqê de destûr dan ku Tirkiye 5 kilometre derbasî axa başûrê Kurdistanê (Iraq) bibe. Ji bo salekê destûr hatibû dayîn. Dîsa mîna vê tifaqê di sala 1998’an de, di navbera Şam û Enqereyê de jî îtifaqek pêk hatibû. Wê demê peymana Edeneyê îmze kirin. Her çend wekî sedem PKK nîşan dan jî di esasê xwe de dagirkeri ye. Lê bixabin dewletên ereb ne di ferqa plan û polîtîkayên Erdogan de ne û heta niha tu bertek nîşanî vê yekê nedane.”
Rojnamevan Hêvidar Xalid bal kişand ser polîtîkaya Erdogan û wiha pêde çû: “Em tev dizanin li ku firsend û berjewendiyek hebe Erdogan li wir e. Erdogan diçe wir aloz dike û dema derdikeve armanc dike gelek destkeftiyan bi dest bixe. Îro jî bi vê armancê dixwaze herêmek tampon li başûrê Kurdistanê avabike. Çawa ku bi destê çeteyên li Rojava li axa Rojava herêmek tampon ava kir, niha dixwaze li Başûr jî herêmek tampon ava bike. Plan û sanaryoya li Sûriyeyê kir, dixwaze li Iraqê jî pêk bîne. Di demên dawî de tifaqa di navbera Tirkiye, Iraq û PDK’ê de zêde bûne. Radeya dan û stendina aborî ya di navbera Tirkiye û Iraqê de heta demek nêzîk nêzi 20 milyar dolar bû. Ji vî pereyî 14 milyon dolar para başûrê Kurdistanê ye. Heta niha gelek tifaqên di navbera Tirkiye û Iraqê de pêk hatine, lê ev tifaq ne di xizmeta gelê Iraqê de ye.
Avê dikin amûrê şer
Di van tifaqan de yê herî zêde sûdê digire dewleta tirk e. Yek ji meseleya tifaqa di navbera Tirkiye û Iraqê de çûbû, meseleya avê bû. Tirkiye êdî ava ceme dîcleyê li dijî Iraqê wekî amûrekî bikar tîne. Li gel îtîfaq çêkirine jî heta niha av nedane Iraqê. Heta niha peymana ji zêdeyî 20 xalan pêk dihat îmze kirin. Di bin navê şerê li dijî PKK’ê de dixwazin Iraqê jî têxin nava vî şerî. Dewleta tirk heta astekê bi alikariya hikûmeta Iraqê pêk aniye. Tirkiye ji bo enqereyê dikare hemû êrîşên çekdarî li ser herêma başûr bike. Tirkiye çi li sûriye pêk anî, dixwaze li Iraqê bike. Ev proje û plan tu fêdeyê nade Iraqê. Ev proje bêtir xizmeta Tirkiyeyê dike. Tirkiye heta niha tu teminat nedaye Iraqê û tu daxwazên wê pêk neanîye. Tirkiye ne li başûr ne jî li Rojava reveberiyek demokratîk û xweser naxwaze. Ji ber vê yekê planên cuda çêdike. Ji bo vê yekê bi balafiran her tim êrîş dike û gelek caran êrîşî qadên jiyanê dike. Li hemberî vê yekê berxwedanek gel a bênavber heye.