Bi destpêkirina şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de re, rojeva dinyayê carek din bû Rojhilata Navîn. Li aliyekî dewleteke ku erdnîgariya Filistînê dagir kiriye û hêza rojava daye pişt xwe, li aliyekî jî rêxistineke xedar û bêwicdan a ku hêza dewletên dij-demokrasî û ne azadîxwaz ên ku Kurdistan dagirkirine daye pişt xwe. Tu li kîjan aliyî binêrî sextekarî û durûtî heye. Mixabin ên zirarê dibînîn dîsa gel bi xwe ne. Bi van pevçûnên dawî wisa dixuye ku niha dê pêleke mezin a şer rû bide.
NATO bi destpêkirina şerê li Ukrayna xwest hêza xwe bibîne. Li hemberî hêzên dijberî xwe qeweta xwe cerîband. Rusya xiste rewşeke xeternak. Ji ber ku Rusya bi şerê Ukrayna re eleqedar dibe êdî nema dikare wekî berê eleqeya xwe ji Rojhilata Navîn bîne. Gelek dewletên Rojhilata Navîn ên derveyî pergala NATO û dewletên rojavayî pişta xwe bi Rusya germ dikirin. Lê niha îhtîmala destwerdana dewletên wekî Îranê zêdetir dibe. Emerîka ji hemû êrîşên hemberî hêzên rojava û Îsraîlê, Îranê berpisiyar dibîne. Di heman demê de Îran jî Emerîkayê ji hemû tevlîheviyên Rojhilata Navîn berpirsiyar digire. Herdu hev sucdar dikin. Bi peyamên ku hatîn dayîn, zelaltir xuya dike ku hêzên rojavayî vê carê dixwazin dersekê bidin Îranê. Îran jî tîne ziman ku vê carê dê ne wekî carên berê be û diyar dike ku ew ê midaxaleyî Îsraîlê bike.
Evqas civînên ku di navbera dewletên rojava û Îsraîl de pêk hatin ne ji rêzê ne. Serdanên serokdewletên Emerîka, Îngîltere û Elmanya yên Îsraîl, mirov nikare tenê wekî serdanên sersaxiyê binirxîne. Ji ber ku bi serdanan ve girêdayî daxuyaniyên hatine dayîn jî giring bûn. Emerîka vekirî piştgirî da Îsraîlê û hêzên xwe yên deryayî şandin Îsraîlê. Pê re jî fîloya balafirên F-16 şandin. Her wiha Îngîltere jî hêza qralîyetê ya deryayî şand Îsraîlê. Serokdewletê Elmanya anî ziman ku parastina hebûna Îsraîlê, polîtîkaya wan a sereke ye. Serokdewletê Fransayê jî anî ziman ku çawa Koalîsyona navnetewî li hemberî DAÎŞ’ê şer kir, pêwîst e bi heman rengî li hemberî Hamasê şer bike û diyar kir ku Frensa ji bo vî karî amade ye. Bi kurtasî daxuyaniyên hatin dayîn didin nîşan ku dê rewşeke awarte ya domdirêj rû bide.
Heke wekî ku Makron anî ziman, Koalîsyona Navnetewî li hemberî Hamasê şerekî bide destpêkirin gelo dê rewş çawa be? Wê ev şer çawa were dayîn? Heke li hemberî Hamasê şer were destpêkirin divê şer li hemberî alîgirên wan jî were destpêkirin. Ev alîgrê wan kî ne? Alîgirên wan ên herî mezin dewletên Tirkiye û Îran in. Îran û Tirkiye vekirî piştgiriya Hamasê dikin. Lê dîsa jî Tirkiyê heya niha polîtîkayeke nerm-ahengî dişopand. Lê belê bi axaftina Erdogan re dibe ku ev polîtîka biguhere. Erdogan di axaftina xwe ya 25’ê cotmehê ya koma partiya xwe ya parlementoyê de wiha got:
“Ji vir ez bangî Îsraîl û cîhanê dikim. Civînan li dar dixin. Di civîna dawî ya ku li dar xistin de, hemû Rojava Hamasê wekî terorîst dibîne. Niha ji vir bang dikim; Ey îsraîl! Dibe ku tu rêxistinek bî. Ji ber ku deynê vê Rojavayê ji te re pir e. Lê deynê Tirkiyê ji te re tune. Û Hamas ne rêxistineke terorîst e, rêxistineke komeke rizgarî û mucahîdan a ku têkoşîna parastina ax û hemwelatiyê xwe dike ye.”
Gelo çi qewimî ku Erdogan axaftineke wisa kir? Heya duh dihate gotin ku roja êrîşa li ser Îsraîl qewimî, Erdogan ji rayedarên Hamasê yên li Tirkiyê xwestiye ku welat biterikînîn. Heke tiştek wisa hebû naxwe îro çima Erdogan van gotinan dike. Wê demê îxtîmalek tê bîra mirov: Ji bo rayedarên Hamasê rastî êrîşeke suîkastî neyên, ev daxwaz hatiye kirin.
Erdogan û wezîrê wî yê karê derve Hakan Fîdan bi rojan e bi rayedarên dewletan re hevdîtinan dikin. Balkêş e ev hevdîtin hemû jî bi daxwaza Tirkiyeyê hatin kirin ango ne bi xwesteka dewletên din pêk hatin. Di serî de dewletên rojavayî û hinek jî dewletên ereb qet behsa Tirkiyeyê nekirin. Tirkiye ji bo ku ji geşedanan qut nebe xwe avête nav hevdîtinan. Demekê şopand û xwest ew daxilî nav plan û stratejiya were meşandin bibe. Lê wekî ku xwediyê malê bi diz hesiya be, dewletên rojavayî jî bi polîtîkayên Tirkiyeyê yên durû hesiyabûn û ew daxilî nav kar û xebatên xwe nekirin. Piştî vê tenê riyek ji Erdogan re mabû; îlankirina piştgiriya bi Hamasê re bû.
Hemû dinya dizane ku têkiliyên dewleta tirk bi çete û rêxistinên terorîst re heye û piştgiriyê dide wan. Jixwe Îran vê piştgiriyê vekirî dike. Di rewşa heyî de tu cudahiyên di navbera Îran û Tirkiyeyê de nema ne. Heke şerekî dijwar li hemberî Hamasê were destpêkirin dê hedefa sereke Îran be û ya din jî Tirkiye be. NATO heya niha ji bo bi awayekî Rusyayê di kontrolê de bigire destûr da ku têkiliya Rusya û Îran a bi Tirkiyeyê re. Lê dema Rusya lewaz bibe êdî ew pêdivî jî namîne.
Hêzên rojavayî dê li hemberî axaftina Erdogan bertekên çawa bidin, hêj nediyar e. Lê tiştek diyar heye ku heke bersucên van êrîşan werin aşkerekirin û darizandin, yek ji kesên were darizandin Erdogan bi xwe ye. Tenê ne ji ber piştgiriya Hamasê ji ber sucên derveyî mirovahiyê yên li hemberî gelê kurd. Bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên li ser Rojava tenê bes in ji bo darizandina Erdogan û Tirkiyeyê. Erdogan piştgiriya navnetewî her diçe wenda dike, niha bi van gotinan dixwaze piştgiriya raya giştî bigire. Her çiqasî desthilata AKP’ê behsa xistina balafira ku ji aiyê DYE ve hate xistin neke jî, diyar dibe ku di navbera her du dewletan de nakokiyên mezin hene. Dewleteke endamê NATO’yê, balafira dewleteke din a endamê NATO’yê dixîne. Ev mijareke gelek girîng e.
Serokdewletê Fîlîstînê li Hamasê xwedî dernakeve, lê Erdogan xwedî derdikeve. Çima gelo? Ji ber ku heke rêxistinên çete yên wekî Hamasê werin tune kirin, per û baskên Erdogan jî têne şikandin. Serokdewletê Filîstînê Mahmud Ebbas ji bo Hamasê wiha dibêje: Çapemeniya ereb û misilman ev ji nedîtîve hat. Serokên Hamasê yên li Gaze û derveyî welat wiha gotin: Jiholêrakirina Gazeyê ne di xema me de ye. Tiştê di xema wan de tenê berdewamiya Hamasê ye. Gotin ku çi diqewime ne di xema me de ye. “Tiştên li Gazeyê diqewimin ne girîng in û li me bandor nake.”(…) Niha cara ewil dibêjim, serokên Hamasê, di wextê xwe de bi ambulansan, mirov li pişt xwe hiştin û reviyan Sînayê. Niha jî dibêjin: “Me li ber xwe da.” Çawa ku çeteyên niha Tirkiye li Suriyê piştiriyê dide wan, raya giştî mecburî Esad kir, Hamas jî gelê Filistînê mecburê vê rewşa heyî dike.
Di cîhanê de tu mirovê xwedî wijdan nikare kiryarên Hamasê biparêze. Kî dikare biparêze? Ew derdorên ku bi Hamasê re xwedî heman hişmendiyê ne dikarin. Kî dikare kiryarên Îsraîlê biparêze? Ew hêzên li pişt Îsraîl dikarin. Erdogan ji aliyekî ve rast dibêje, ev dewletên rojava durû ne. Lê Erdogan di heman demê de derewan jî dike, ji ber ku ew jî durû ye.
Li rojhilatanavîn niha rewşeke kambax heye.
-Îran şîîtiyê diparêze û piştgiriya rêxistinên şîî dike. Lê di heman demê de piştgiriya Hamas û Hîzbulaha (ya tirkiyê) sunî dike.
-Îsraîl êrîşî dewleta Suriyeyê dike, Suriye jî êrîşî hêzên alîgirê Tirkiyeyê dike. Tirkiye jî di heman demê de êrîşî hêzên Suriyeyê dike.
-Îran, Suriye, Irak, Tirkiye li hemberî Îsraîlê derdikevin lê bi hev re jî şer dikin.
-Rêxistina DAIŞ’ê Îsraîl wekî neyar dibîne lê DAIŞ û Hamas jî hez ji hev nakin, dijberî di nav wan de heye.
-Hinceta herî mezin a van hêzan ya dijberiya Îsraîl û dewletên rojava îslamiyet e. Lê li gel ku ev dewlet û rêxistin hemû îslam in jî bi hev re şer dikin.
-Ji aliyê din ve jî gelek dewletên rojavayî hinek ji van rêxistinan fînanse dikin.
Taybetiya van rêxistin û dewletan a hevpar “DIJBERIYA KURDAN” e.
Her çiqasî ev pevçûn hemû li ser navê olperestî û mezheperestiyê têne kirin jî di rastiyê ya di xema wan de ne ol û mezheb e, berjewendiyên kesane, malbatî û hizbî ne. Heke were lêkolîn dê were dîtin ku ji bilî serok û rêvebirên van dewlet û rêxistinan raya ku li pey wan diçe hemû xizan û feqîr in.
Şerê dawî yê ku bi êrîşa Hamasê dest pê kir, diyar e ku dê rê li ber gelek guhertinan veke. Ji van guhertinan ên ku herî zêde bandor bibin kurd in. Pêwîst e kurd li gorî şert û mercên heyî tevbigerin. Li şerê hemberî dewletên dagirker û Daîşê de bûn xwedî tecrubeyeke mezin. Gelek têkiliyên dîplomatîk jî pêş xistin. Lazim e kurd vê hêza xwe ya heyî ji bo çareseriyeke mayînde bi kar bînin. Xuyaye dê tifaq û cepheyên nû werin avakirin. Ên herî zêde ku karibin bibin xwedî gotin lazim e tevgera netewî ya kurd be.
Bi salan berê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan di parêznameya xwe de wiha bal kişandiye ser vê rewşê: “Çi balkêş e ku di roja me de ji bo pêkhatina tifaqa dîrokî ya Îsraîl-Kurd dehvdanek çêdibe. Di cihê tifaqa Îsraîl-Tirk û yên dişibin wê de tifaqa Îsraîl-Kurd dikeve rojeva dîrokê. Di vê de rola guhertina eksena hegemonîk a ji salên 1980’î yan, bi taybetî jî piştî 2000’î ku di Komara Tirkiyê de qewimiye heye. Lêgerîna hikumetên AKP’ê ku di destpêkê de bi piştigiriya Îsraîl, DYE û YE hatibû ser desthilatê, yên bi dewletên Îran û Suriyê re bi armanca tecrît û tesfiyekerina PKK’ê pêş xistin encamên berovajî derdixe holê: rastî berteka Îsraîl, DYE û YE û sucdarkirina TC’yê ya guhertina eksenê hatiye. Di rewşa heyî de di çarçoveya pirsgirêka kurd de li beranberî tifaqa Tirkiye, Îran û Suriyê ya dij-kurd, bloqa Îsraîl, DYE, YE û kurd pêş dikeve. Di hedefa van her du bloqên ku hema bêje dê Rojhilatanavîn ji bingeh ve biguherînîn de PKK-KCK heye. Li vir têkiliya heqîqetê ya bîrdoziya PKK’ê û xeta polîtîk a KCK’ê ya şênber û pratîk a di riya modernîteya demokratîk de derdikeve holê. Di vir de ya encamên bûyerên civakî-dîrokî diyar dike ne demagojî- derewên mezin û tifaq in, heqîqet bixwe ye. Careke din ya ku xwe dide der ev rastiya heqîqetê ya adîl û tûj e.”
Di vê çarçoveyê de dema mirov bi nirxîne, helwesta Tirkiyeyê û Erdogan zelaltir tê fêmkirin. Erdogan ji bo di şerê hemberî Îranê de (îran di tifaqa dij-kurd de muttefîkê herî xurt ê Tirkiyeyê ye)cih negire û di rojên pêş de statuya kurdan a ku dê bikeve rojevê qebul neke xwe li di bloqa dij-kurd de bi cih dike. Çareseriya pirsgirêka kurd ketiye rojeva qada navnetewî. Her çiqasî hêza hegemonîk xeta PKK-KCK’ê nexwaze nas bike jî mecbur maye çareseriyekê bibîne.(Ji aliyekî ve xelata pere datîne ser serê rêvebirên PKK’ê ji aliyê din ve bi rêveberiya Rojava re têkilî pêş dixe). DYE û YE ji bi vê tifaqê piştgirî dan rêveberiya Başûrê Kurdistan. Lê ji ber têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyê re û têkiliyên YNK’ê yên bi Îranê re ev tifaqa li hemberî Tirkiye-Suriye-Îranê ( di heman demê de li hemberî PKK-KCK) pêk nehat. Bi dehan caran DYE û YE xwestin hêzeke hevpar a peşmerge were damezirandin. Lê hê jî pêk nehatiye.
Niha têkiliya herî xurt ya bi qada navnetewî re têkiliya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ye. Vê têkiliyê nekarî pêşiya êrîşên Tirkiyê bigire. Lê heya cihekî jî Tirkiye bi sînor kir. Niha ev pirs careke din dikeve rojevê: têkiliya rêveberiya Rojavayê Kurdistan û Koalîsyona Navnetewî ya Hemberî Daîşê bigihije merhaleyeke çawa? Di destwerdaneke hemberî Îran û Suriyê ya giştî de Kurd dê posîzyonek çawa bigirin? Hêzên navnetewî bi çavekî çawa li vê têkiliyê dinêrin? Li gorî ku ne PKK-KCK hate tesfîyekirin û heqîqeta wê ji holê hate rakirin û ne jî tevgereke kurd a li gorî dilê Îsraîl, DYE û YE derkete holê, ji îro pê ve gelo dê rastiya PKK-KCK’ê were qebûlkirin an jî bingeha tevgereke nû were avêtin? Rojava çiqasî dikare posîzyoneke giştî ya li ser navê kurdan bigire û roleke sereke bilîze? Bersiva van pirsan girêdayî xebata dîplomatîk a kurdan e.