4 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan cezayê kujerê Komkujiya Madimakê rakir

Serokomar Erdogan ji ber nexweşiyan cezayê Adem Kozu yê ku bi komkujiya Madimakê tê sûcdarkirin rakir.

Bi biryara Serokomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi îmzeya Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan, cezayê mayî yê mehkûmê Komkujiya Sêwasê Adem Kozu bi hinceta ‘rewşa domdar a nexweşiyê’ hat rakirin.”

Li gorî nûçeya ANKAyê Erdogan cezayên 8 kesên din jî ji ber nexweşiyên wan rakir. Her wiha navê 8 kesên ku sûcên cûda kirine û cezayên wan hatine rakirin ev in; Alî Kapu, Mustafa Şahbudak, Mahmut Altun, Serkan Şencan, Mustafa Egmen, Suleyman Kizilkaya, Abdullah Şen, Mehmet Tunç.