6 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan biratiya Habîl an a Qabîl dixwaze?

Gelê Kurd, bi rêxistinî ye. Bi gotina Abdullah Ocalan, mirin kuştiye û şareza ye, xwedî fikreke hemdemî û azad e. Armanca gotinan, ji hev derdixe, ji hevokan jî, wateya tîrantî û koletiyê, wateya dilsozî û rastiyê ji hev cuda dike.

Di ferhenga dewşîrmeyan de gotina ‘aştî’yê nîn e. Eger em bi xetên qalind destnîşan bikin, Dewleta Enqereyê li ser bingeha ‘heydût’ hatiye avakirin. Sed sal in, li dijî gelê Kurd terora dewletê dimeşîne. Ji bo vê jî, dema ku em lîteratûra şiddet û zora Dewleta Enqereyê binihêrin, divê em normên fîzyolojîk, antropolojîk, sosyolojîk, psîkolojîk, dîrokî, aborî û siyasî, hûr û kûr li ber çavan bigirin. (1) Pergal û hişmendiya pêşengê têkoşîna paşayên Îttîhat û Terakkî Mustafa Kemal jî, ‘tesanutçû’- leşkerî-solîdarîte bû. Ev fikir, weke îdeolojiya Ziya Gokalp bê nîşankirin jî têrê nake. Zor û zext di ruhiyeta paşayên Îttîhat û Terakkî de heye. Ziya Gokalp, hemû netewe dikirin haqunekî û di netewperestiya ‘tirkî’ de dihelandin. Bêguman di vî fikrî de jî, înkar û tunekirin heye.

Dema em li dîroka Îttîhat û Terakkî dinihêrin, di destpêkê de, ji nû ve zindîkirina Împaratoriya Osmanî heye. Beyana Amasya ku îro weke ‘Mîsak-î Mîllî’ tê binavkirin jî, ji bo parastina axa împaratoriyê ye, lê piştî Kongreya Erzirom û Kongreya Sêwasê, mîzansena paşayên Osmaniyan hate guhertin. Intelîjansiya siyasî û burokarasî jî li gor vê mîzansenê hat amadekirin.

Em vê rastiyê di bîranînên burokratên ku gotin, “Êdî temam, welat û dewlet nema, em biçin welatên xwe” de heye. Îsmet Înonu jî, ev fikra xwe ji Mustafa Kemal re jî gotiye. Hêviyên wan miribûn û bi gotina nivîskar Mahmut Yamalak, “Bi hêviyên mirî, mirov nagihêjin armanca xwe.” bû. (2)

Prof. Dr. Orhan Turkdogan jî dibêje, “Ji serdema Îttîhadiyan û vir ve neteweperestî, di çarçoveya leşkerî de bi pêş dikeve.” (3) Derbeyên leşkerî, tev di heman mîzansenê de çêbûne. Paşayên ku Dewleta Enqereyê ava kirin, serî li sê riyan dan; Yek; Kurd, bi parastina Xîlafeta Îslamê û dewleta hevpar xapandin. Du, hem cîhana sosyalîst, hem cîhana kapîtalîst bi kar anîn. Sê, eniya ceberûd ava kirin, bîrdoziya çepgir û cemawerî meşandin, lê pêk neanîn. Sedem û armanca wan jî, temamkirin û avakirina ‘milletê Tirk-î îslam’ bû.

Ji bo vê jî, hemû nijad-neteweyên cuda, hem tunekirin û hem çanda wan talankirin û di aşê kolana Cagaloglu, bi navê kevn Bab-î-Alî de hêrandin. Navê ‘Tûnc-elî’, kulma hesinî ku li Dersîmê kirin ev e: Vê hişmendiya faşîst, gotina ‘aştî’ ji ferhengên xwe derxist, înkar, tunekirin, zor û zexta asîmîlasyon jî dijwar kirin.

Reîsê epîlepsîk jî, di her fersendê de, çar tiliyên xwe rep dike, yek yek dihejmêre; hem terora dewletê rewa dike, hem anarşiya li kolanan teşwîq dike. Sed sal in vê polîtîkayê dimeşînin, dîsa jî nikarin doktrîna ‘sosyo-netew’êyê ava bikin. Mixabin, zext û zora sosyo-polîtîk ava kirine û her ku diçe dijwar dibe.

Siyastemedarên Kurd, pêşengên siyasî, rûspî û rewşenbîrên Kurd, di her mercên jiyan û di hemû zor û zehmetiyan de, banga aştiyê dikin. Dibêjin ku fikrên Abdullah Ocalan, li çar aliyên cîhanê, weke çavkaniya çareseriya hemû pirsgirêkan tên qebûlkirin. Xelatgirên Nobelê jî di nav de, baro, siyasetmedar, sendîqe û hiqûqnasên navdar ên cîhanê banga berdana Ocalan dikin. Ligel ku, Tirkiyeyê di qeyranên aborî, siyasî û civakî de diheje, dîsa jî di tecrîd û şerê qirêj de israr dike.

Bi yek gotinê, dînamoya vê sergerdehiya desthilatdarî û israra di terora dewletê de, pergala dewşirmetî û hişmendiya xesandî ya dewşirmeyan fotografîk e, hedonîstîk e. Yanî dînîtiya şehewî ya xwînê ye. Qeyûm yek ji mînakên şehewî ye. Lewma Kurd, pergala qeyûmê weke wêranî, xespkarî, dizî û talanê bi nav dikin. Kiryar jî li holê ne.

Ya balkêş ew e ku gelek kesên akademîsyen, çepgir, xwedêgiravî şoreşger, dema ku li ser pirsa Kurd diaxivin, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd û eniya siyasî ya Kurd û rêberê Tevgera Kurd Abdullah Ocalan ji hev cuda dikin. Kesên ku bi zanista tasavvûfê hereket dikin jî, bi vê dirûtiyê hereket dikin. Ev beş û bask tev, di travmaya hîsterîk de ne û bi çîrokên mîtolojîk, ên ‘Tirkî cîhan’ û ‘Tirkî dîrok’ tevdigerin. Reîsê epîlepsîk Erdogan jî, misilmantiyê dike perde, lê xwedî bîrdoziya Îxwanî ye. Helbestan dixwîne, hem gelê Tirk, hem gelê Kurd û hem cîhana îslamî dixapîne.

Prof. Dr. Jammes Morrîs, pisporekî navneteweyî yê tasavvûfê ye, dibêje; “Tasavvûf, hem dayîn e, hem girtina ji destên paqij e. Ev parvekirin jî, ji bo pêkanîna aştî û jiyana bihevreyî ye. Di pêşketina jiyanê de, eger mirov ne weke hev bin, derûniya mirovan û pêşketina mirovan seqet dibe. Ji bo vê jî, destnîşankirina civakî ya tasavvûfê giring e. Eger ev giringî, biqasî têkiliya mirovan, di têkiliya civakan de, neyê bikaranîn, hingê ji armanca xwe dûr dikeve.” (4)

Sabrî Ulgener, li ser paşayên Îttîhat û Terakkiyê dibêje ku van zewatan bi komên xelkê re diyalog nedanîne û komên xelkê nas nakin, di encamê de rêveberiyeke destpot ava kirin. Burokrasiya wan, gel biçûk dibîne. Hişmendiya wan jî, ya Reîs’ul Kuttab Ahmet Atif Efendî ye. Ahmet Atif Efendî, di rapora ku daye Diwana Sultan de dibêje; “Voltaire; Tousseau materyalîst in, di berhemên weşandin de, haşa sume haşa, heqaretê li pêxember û xelîfeyan dikin.” Paşayên Îttîhat û Terakkiyê, herçiqas weke Atif Efendî heqaret nekiribin jî, sê gotin; azadî, wekhevî, biratî, di kirasê neteweperestiyê de bi cih kirine. Erdogan jî, Bahçelî jî gotina biratiya Kurdan bi kar tînin. Erdogan di civîna koma partiya xwe de destê xwe dirêj kir û got, “Divê birayên Kurd, vî destî bigirin û hevkariyeke xurt a li dijî cudahiyan ava bikin.” Lê Erdogan behsa biratiya xwe ya Habîl e, yan jî ya Qabîl e aşkere nekir.

Sed sal in Tirkiye demokratîk nebûye, mîratzedeyên dewşirme jî, ji travmaya nasnameya ‘Tirk’ rizgar nebûne. Ev rewşa travmatîk herî zêde di desthilatdariya AKP’ê de, di radeya dînîtiyê de bi pêş ketiye û modela ‘dîkotamîk’ ava kirin. Modela dîkotamîk, gotina Mc Clelland e û dibêje: “Dîn çiqasî bi pêş bikeve, zanist ewqas bi paş dikeve û jiyana modern têk diçe. Dadgeriya wê jî ji edaletê dûr dikeve, pergaleke nîv-feodalî û nîv-meşrûtî ava dibe, nasnameya jinê jî negatîf e. Bingeha van tevan jî neteweperestiya hişk e. Yanî teror û anarşî, karê desthilatdarên fanatîk e.”

Gelo cudatiya Prensê Siûdî Muhammed Bîn Salman, ku rojnameger Cemal Kaşikçî li mala xwe, (konsolosxaneya Stenbolê) da kuştin û cudatiya Erdogan ku siyasetmedar û jinên Kurd, li welat û derveyî welat dikuje, çi ye? Herdu bask, bi armanca ku, li welat û çar aliyên cîhanê, tirsê belav bikin û mafê jiyanê ji holê rakin hereket dikin.

***

1- Serokê Amerîka, Lyndon B. Johnson

2- Nivîskarê romana ‘Çûkên bi Baskên Mermer’, Weşanên Aram

3- Prof.  Dr. Orhan Turkdogan, Îşdeta Civakî û Rastiya Tirkiyeyê… Weşanên Mayaş

4- Prof. Dr James Moorîs, Semînera Weqfa Zanîngeha Uskudarê ya Stenbolê, 30 Hez. 2018