Nûçegihanên Ajansa Mezopotomyayê Mahmût Altintaş û Zerîn Sargûtê ji Semsûrê rewşa erdhejzede Îbrahîm Halîl Akanê ku 20 salan di girtîgehê de maye û bidarvekirinê hatiye cezakirin û piştre bi qanûneke înfazê hatiye berdan, ragihand. Îbrahîm Halîl Akan di sala 1980’Yan de ji ber xebatên xwe yên siyasî li Semsûrê tê girtin û bi cezayê bidarvekirinê tê cezakirin. Akan sirgûnî gelek girtîgehan tê kirin, di sala 1993’an de bi qanûneke înfazê tê berdan û piştî 20 salan, di sala 2000’an de ji Girtîgeha Dîlokê dertê. Akan çend salan li Edeneyê li Navenda Çand û Hûnera Mezopotamyayê (NÇM) ya Çûkûrovayê dixebite û di sala 2007’an de vedigere Semsûrê û dizewice. Di erdhejên Gurgumê de xaniyê Akan jî hildişewe û hevjîna wî Zuhre jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dide.
Girtîgeh û sirgun
Akan diyar kir ku ew di sala 1980’yan de ji ber xebatên xwe yên siyasî li navçeya Kolikê ya Semsûrê hatiye girtin û wiha behsa wan rojan kir: “Ji cezayê îdamê hatim darizandin. Piştî ku hatim girtin, ez anîm Semsûrê û piştre jî birin Girtîgeha Edeneyê. 5 mehan li Edeneyê girtî mam û piştî darbeya 12’ê Îlonê ez anîm Semsûrê. Di sala 1986’an de li Semsûrê erdhejek çebû û di erdhejê de girtîgeha Semsûrê jî hinek zirar dît. Piştî erdhejê em birin Antakyayê, li wir jî dîsa ez sirgunî Edeneyê kirim. Li Edeneyê em sirgunî Eskîşehirê hatim kirin û li wir jî bi ringê em sirgûnî Girtîgeha Aydinê kirin. Di rê de îşkence li me kirin. Wê demê jî em di greva birçîbûnê de bûn. 2 hevalên me Huseyîn Husnu Eroglu û Mehmet Yalçinkaya di wê îşkenceyê de hatin qetilkirin.”
Hevaltî û berxwedan
Akan bi lêv kir ku di sala 1993’yan de bi qanûnekê cezayê wî yê darvekirinê hatiye taloqkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em demekê di Girtîgeha Aydinê de man û di sala 1993’yan de qanûnek derket û di wê qanûnê de girtiyên edlî û çepgir ku cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, cezayê wan daxistin 10 salan. Yên me kurdan jî daxistin 20 salan û cezayê min ê îdame bi vê qanûnê taloq bû. Piştî Aydinê em sirgûnî Girtîgeha Ceyhan a Edeneyê kirin û piştrê jî sirgûnî Girtîgeha Dîlokê kirin. Di sala 2000’an de jî ji girtîgeha Dîlokê derketim. Di 20 salên girtîgehê de zext û îşkence pir bûn lê li dijî vê yekê hevaltî û berxwedaneke bêhempa jî hebû.”
Berê têkiliyên civakî, niha jî yên aborî bi pêş ketine
Akan anî ziman ku di girtîgehê de li ser çîrok û zimanê kurdî jî xebat kirine lê ew ne weşandine. Akan bal kişand ser rewşa civakê ya piştî girtîgehê û wiha pê dê çû: “Ez dema ketim girtîgehê xwarziyeke min nû ji dayik bibû, dema ez derketim ew xwarziya min edî bibû jinekê, min ew nas nekir. Ji aliyê civakî ve jî aborî ew qas pêş nebû, têkiliyên civakî bûn ne li ser aboriyê bûn lê bi taybetî di van 20 salên dawî de piştî ku ji girtîgehê derketim aborî di nava civakê de pir pêş ketiye. Ji aliyê ziman ve jî pir guheradin heye, edî piranî kes bi tirkî diaxivin. Edî gundîtî li gundan jî nemaye, bûye welatekî kapîtalîst.”
Erdhejê hevjîna wî ji wî qetand
Akan bi lêv kir ku ew piştî ku ji girtîgehê derketiye demekê li Edeneyê li NÇM’yê xebitiye û pişti ku bavê wî nexweş ketiye di sala 2007’an de vegeriyaye Semsûrê û li Semsûrê zewiciye. Akan diyar kir ku hevjina wî Zuhre jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anîn ziman: “Dema erdhej çebû ez ji bo bixebitim çû bûm Meletiyê. Dema erdhej çêbû, min telefonî kîjan kesên li Semsûrê kir bersiv nedan. Pişt re min bihîst xaniyê me jî hilweşiyaye. Ez ji Meletiyê hatim Semsûrê li ser kavilan tu kes tune bû, qet mudaxale nehatibû kirin. Dilxwaz li ser kavilan dixebitin. Gelê me yê ji Rihayê hatibû dixebitî. Lê wan jî ji ber ku nedizanîn xebata wan têr nedikir. Piştî rojekê keçek û diya wê bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin. Ev, ji bo me bû hêvî. Ji Çekyayê jî tîmek hatibû û ji Somayê jî madengêr hatibûn, em malavayiya wan dikim. Piştî 4 rojan me cenazeyê hevjina min ji bin kavilan derxist û defin kir.”
Lat jî çû fat jî çû…
Akan di dawiya axaftina xwe de êş û azara xwe ya ji ber hevjîna xwe anî zimên û got: “Piştî ku xaniyê min hilweşiya çend rojan em di wesayîtan de razan. Piştî çend rojan ez çûm Mêrsînê lê ne rihet bûm, dîsa vegeriyam hatim Semsûrê û niha li cem birayê xwe di konteynirê de dimînim. Lê latekî min Fateke min hebû, niha lat jî çû Fat jî çû. Hê jî ez nehatime ser hişê xwe.”