12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhej û koçberî

Dêrsim, Erzîngan hema li kêleka Semsûrê ne, lê ew berê wan dide Aydinê. Êlih, Mêrdîn, Sêrt li kêlaka Amedê ne lê ew wan dişîne Antalya. Navê vê polîtîkayê guhertina demografya û paqijkirina etnîkî-olî ye

Kurdistan yek ji welatên ku herî zêde erdhej lê diqewimin. Gelek derzên fay li Kurdistanê digihijin hev. Taybet jî li bakurê Kurdistanê gelek fayên aktîf hene. Di erdheja dawî ku navenda wê Gurgum bû de bi dehan bajar hejiyan û piraniya van bajaran jî dikevin bakurê Kurdistanê.

Ji roja roj ve Kurdistan her tim bûye yek ji navendên ku koçberî jê çêbûne. Her ku şer qewimiye koçberî çêbûne. Mehrad Îzady di pirtûka xwe ya ku li ser dîroka Kurdistanê de nivîsandiye berfireh behsa koçberiya li Kurdistanê dike. Carinan ji ber sedemên aborî, carinan ji ber sedemên siyasî carinan jî ji ber meseleyên civakî li erdnîgariya Kurdistanê gelek kes koçber bûne. Hin caran civakê bixwe koç kiriye, hinek caran jî koç bûye polîtîkayeke sereke ya dewletên serdest.

Encamên erdhejan

Yek ji sedemên koçberiyê jî erdhej in. Di encama erdhejê de tenê ne erdnîgarî diguhere, di heman demê de demografya jî diguhere. Gelek newal, deşt, kanî, rûbar û hwd hêmanên erdnîgariyê di encama erdhejê de pêk hatine. Di encama erdheja dawî de jî gelek hêmanan teşe guhertin. Di çiyayan de derz çêbûn, di nîvê deştan de kûrahî çêbûn. Li Licê jî li çend cihan di nav rûbarokekî de gêr (gîrdap) pêk hatin. Li cihekî çalek çêbûye û ava rûbar hemû dikeve çalê. Êdî ew av bi ku ve diçe, ji ku derdikeve kes nizane.

Erdhej heqîqeta çêbûna cîhanê ye. Cîhan bi erdhej, teqîna çiyayên volqanîk, ba û bageran xwe diguhere û nûjen dike. Ango erdhej yek ji şêwaza çêbûna cîhanê ye. Li gel vê ji ber ku mirov li gorî vê rastiyê tevnagerin û jiyana xwe li gorî wê ava nakin di encama bûyerên xwezayê de felaket û trajediyên nû  rû didin li dîrokê.

Bê guman mirov ji ber neçariyan koç dikin. Ji cihekî ku hew dikaribin debara xwe bikin koç dikin. Ji cihekî ku ne bi ewle bin, koç dikin. Lê carinan jî dewlet bi zanebûn pêşiya koçberiyê vedike. Heya niha çi erdhejên ku li Kurdistanê rû dane bi xwe re guhertina demografyayê anîne.

Erdheja Erzînganê

Di encama erdheja Erzînganê ya di 1939’an de bi deh hezaran mirov koçber bûn. Di vê erdhejê de dewletê hinek kes li bajarên derdora Erzînganê bi cih kirin. Rayedarên dewletê piştî erdhejê aşkera kiribûn ku dê hezar û 500 kes li Qeyserî, hezar kes li Dîwrîgê û hezar kes jî li Sêwasê werin bicihkirin. Di erdhejê de 32 hezar û 968 kesan jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî 100 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî hejmara mirî û birîndaran hejmara kesên ku li nêzî Erzînganê hatine bicihkirin ne tu tişt e. Piraniya kesên wir ji aliyê dewletê ve bi zanebûn şandin bajarên din. Bi hezaran kesên ji erdhejê xilas bûne di fabrîqeyan de hatin şixulandin. Gelek kes jî bi malbatî li bajarên weke Enqere, Bursa, Îzmîr û Giresunê hatin bicihkirin. Dewletê di komkujiya Dersîmê de zarokên keç ji bo ji xwe re mezin bikin dane malbatên leşker û karmendan. Piştî bi dehan salan hêj nû hîn bûn ku ew ne zarokên wan malbatan in. Di erdheja Erzînganê de jî gelek zarokên kurd-elewî bi destê dewletê dane malbatên leşker û karmendan. Hê jî gelek kes nizanin ka dê û bavê wan kî bûn. Çanda wan çi bû? Ew zarok hatin bişaftin. Di gelek rewşan de jî li hemberî daxwazên mafên herî xwezayî hatin bikaranîn.

Li Erzînganê di dîrokê de gelek erdhej pêk hatine. Li gorî texmînan;

  • Di 1045’an de bi pîleya 9
  • Di 1168’an de bi pîleya 8
  • Di 1374’an de bi pîleya 8
  • Di 1584’an de bi pîleya 9
  • Di 1784’an de bi pîleya 8
  • Di 1888’an de bî pîleya 7 erdhejên mezin pêk hatine.

Navendên koçberkirinê

Rewşa koçberiyê bi awayekî vekirî em di erdheja li Stenbolê ya pêkhatî de dibînin. Rojnameya Miliyetê di hejmara xwe ya 13’ê îlona 1999’an de cih dide çîroka kesên ku ji ber erdheja 1992’an a li Erzînganê pêk hatiye. Gelek malbat vê carê ji bajarên weke Sakarya, Yalova û Golcûkê carek din berê xwe didin Erzînganê. Waliyê wê demê tîne ziman ku ji hezarî zêdetir kesî serledana vegerê kirine û tevahiya van kesan mexdurên erdheja Erzînganê ne.

Ji erdheja dawî ku navenda wê Gurgum e re dibijên ‘felaketa sedsalê’. Bûyereke xwezayê ji bo mirovan dibe felaket. Û hin mirov vê felaketê ji bo xwe weke fersendeke pêkanîna berjewendiyên xwe dibînin. Dewlet ji niha ve ketiye nav hewdanan ku mirovên ji erdhejê sax xilas bûne veguheze bajarên rojava. Di rojên destpêkê de berî ku hêzên dewletê ji bo alîkariyê biçin herêmê wezareta karê hûndir giştînameyek weşand û berê gel da bajarê rojava. Li gorî giştînameyê heke kesên ji erdhejê bandor bûne bixwazin ji derfetên dewletê sûd werbigirin divê ew biçin cihê ku dewlet nîşan dide. Berê amediyan dide bajarên çadiran an jî riya Antalyayê nîşan dide. Li gorî giştînameyê ji bo kes werin bicihkirin;

  • Divê bajariyên Gurgum, Meletî û Amed biçin Antalyayê,
  • Divê bajariyên Semsûrê biçin Aydinê,
  • Divê bajariyên Dîlokê biçin Îzmîrê,
  • Divê bajariyên Riha biçin Mêrdînê,
  • Divê bajariyên Osmaniye û Hatay biçin Mûglayê û
  • Divê bajariyên Edenê biçin Mersînê.

Bajarên Kurdistanê tune ne

Dema mirov bala xwe bidê aşkera xuya dike ku dewlet bi zanebûn deriyê koçberiyê vedike. Ligel ku erdhej li Kurdistanê pêk hatiye û gelek niştecihên li vir kurd-elewî ne, yek bajarê bi vê taybetiyê tune ne ku ew lê bi cih bibin. Dêrsim, Erzîngan hema li kêleka Semsûrê ne lê ew berê wan dide Aydinê. Hezar kîlometre dûr dixe. Êlih, Mêrdîn, Sêrt li kêlaka Amedê ne lê ew wan dişîne Antalyayê. Navê vê polîtîkayê guhertina demografya û paqijkirina etnîkî-olî ye. Heke mesele veguhestina cihên ku rîska erdhejê kêm be dîsa jî gelek nakokî hene. Herema Egeyê yek ji cihê herî birîsk e. Wê demê rewş aşkera ye. Dewlet bi qodên civakê dilîze. Di kêliyên pêşî de mirov hem ali cihekî ku dikaribe xwe tê de bisitire digere. Nakeve pey lêkolîna polîtîkayan. Êşên wan zindî ne. Lê dewlet ji wan kêliyan sûd werdigire û polîtîkayeke qirêj dimeşîne.

Zarok radestî ÎHH’ê kirin

Hêj birînên zarokên winda yên Dêrsimê qemuşk negirtine, niha birînên nû têne vekirin. Bi hezaran zarokên ku bêmalbat mane dibin cihên nediyar. Berî çend rojan derket holê ku bi sedan zarok radestî rayedarên ÎHH’ê kirine. Ev sazî ji aliyê gelek welatan ve hatiye qedexekirin. Tê zanîn ev sazî di piştgiriya DAÎŞ’ê de saziya herî çalak bû. Di qada navneteweyî de hem alîkariya aborî kom dikir hem jî di veguhestina şervanan de alîkarî dikir. Lewma ji bo careke din em rastî bûyerên bi vî rengî neyên divê hemû kes haydar bin. Êşa piştî erdhejê mezin e. Lê mixabin heke bi tevdîr tevnegerin piştre êş mezintir dibe.