Di serî de ji bo hemû gelên Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê sersaxiyê dixwazim û hêvî dikim ku kerasetên wisa êdî neyên serê mirovên herêmê.
Elbet weke mirovekî, weke kurdekî gelek xemgîn im û dilê min bi mexdûrên erdhejê re ye. Lê li aliyê din jî gelek bi hêrs im. Ji ber ku tişta mirovan dikûje ne erdhej e, tişta mirovan dikûje sîstema xirabe ye, rêveberiya xirabe ye, bêtedbîrî ye, dereng tevgerîn e, talan û bê kontrolkirina avahîsaziyan e.
Erdhej fenomeneke xwezayî ye û li gelek deverên cîhanê diqewime ango rû dide.
Erdheja di 6‘ê sibatê de ku li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê rû da erdhejeke gelek mezin bû. Li gelek bajaran rû da û texrîbatên gelek mezin li dû xwe hişt. Erdheja ku bi pîleya 7,7 pêk hat her wiha erdnîgariya heremê jî guherandiye.
Li gorî wêneyên radara “Sentinel-1” erdê heremê li hin cîhan bi qasî 6 metreyan valahî hiştiye. Ev jî bê gûman hêza vê erdhejê radixe ber çavan. Jixwe hejmara ku heya niha hatiye aşkerakirin ku zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye jî vê rastiyê careke din dubare dike.
Ev hejmar mixabin wê bigihîje heya 100 hezarî jî. Ev jî careke din xuya dibe ku mînakeke din weke wê li cîhanê nîn e. Li welatên weke Japonyayê jî erdhejên wisa û girantir jî diqewimin. Lê bi dehan kes birîndar dibin û kêm kes jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku li wir zanîstî heye, tedbîr heye, rêveberî heye, sîstem heye.
Tedbîr û guhdarkirina zanistan
Dîsa ez dubare bikim, tişta bû sedem ku di vê erdhejê de ew qas mirov jiyana xwe ji dest bidin ne erdhej bû. Sîstema xirabe ku li ser gelê heremê tê ferzkirin bixwe bû. Weke ku tê zanîn li Tirkiye û Kurdistanê 5 lewheyên taktonîk ango zemînên erdan hene. Ev jî bi demê re dileqin û bi vî awayî ew leqandina ku enerjiyekê derdixîne holê weke erdhejê xwew dide der. Ji bo mirov vê rastiyê tê bigihîje ne hewceye pispor û zanist be.
Tevî ku ev rastî bi dehan caran ji aliyê pisporan ve hatiye diyarkirin, bi dehan caran pisporan dewlet û rayedar hişyar kirine jî mixabin qet yek tedbîr jî ji bo erdhejê nehatiye girtin. Li welatekî ku dewlet û rêveberî li pisporan guhdar neke, li raporên saziyan û zanistan guhdar neke, wê demê ew dewlet çavê xwe ji kuştin û qetilkirina mirovan re jî digire. Ji ber ku tedbîra herî girîng ew in ku mirov li zanistan guhdar bike, li gotinên pisporan guhdarî bike û pêk bîne…Lê mixabin bi gelemperî dewleta tirk li zanistan û pisporan guhdar nake. Rewşa niha derketiye holê jî berhema vê bêtedbîriyê, berhema vê sîstema xirabe ye.
Sîstema bertîlgerî û rantê
Ev bi salen e ku pispor û zanistên erdhejê bi raporan, bi daxuyaniyan, bi agahdariyan hem kesên van avahiyan ava dikin hem kesên wan teftîş dikin hem jî dewlet û hikumetê hişyar dikin. Dibêjin gerek tedbîr bêne girtin. Dibêjin gerek avahî ji bo erdhejê saxlem werin lêkirin. Lê mixabin rêvebiriya ku heya qirikê ketiye nav rant û bertîlgeriyê van hişyariyan paşguh dike. Sîstema nijadperest a AKP û MHP‘ê bi vê sîstemê bûn sedemê mirina bi deh hezaran kesan. Hema bibêje hemû avahiyên xirab bûn di dema desthilata AKP‘ê de hatine avakirin. Sîstema bertîlgeriyê û rantê ji axê didize, ji betonê didize, ji hesin didize, ji hemû materyal û alavên avahîsaziyê didize. Ji ber ku hebûna xwe li ser rant û bertîlgeriyê ava kiriye. Xaleke din ku dixwazim balê bikişînim ser jî dereng mudaxalekirina kavilên avahiyên hilweşiyayî ye. Çima dereng tevgeriyan? Çima dereng alîkarî şandin van bajarên erdhejê? Çima nehiştin alîkariya ji derve biçe van hereman?
Heyva Sor a Kurdistanê
Bersiva van pirsan gelek hêsan e. Di heman demê de jî gelek dij-mirovî ye. Ji ber dijminahiya xwe ya li dijî kurdan û li hin cîhan li dijî ereban bi zanebûn dereng tevgeriyan, bi zanebûn dereng mudaxaleyî bajarên erdhejê kirin. Ev jî dîsa binê sûcdariya wan xêz dike.
Mînaka wê ya herî baş a ber bi çav jî ew e ku di 15‘ê sibatê de dest danîn ser Navenda Koordînasyona Qrîzê ya HDP‘ê. Destdanîna ser alîkariyan, ser bexşînan li tu devera cîhanê nehatiye dîtin. Lê ev dewlet, ev hikumet, ev rêveberî ku hebûna xwe li ser kuştin û tunekirina kurdan ava kiriye, dest danîn ser alavên alîkariyê. Li gorî wan mafê kurdan nîn e ku alîkariyê bidin xizm û gelê xwe.
Mînakek weke vê dijminahiyê, weke vê nijadperestiyê li vê cîhanê nîn e. Ji bo wê jî dema em alîkariyên xwe rê dikin dixwazin ku bi rê û rêbazên xwe bigihînin mexdûran.
Ji bo alîkariyê divê tenê Heyva Sor a Kurdistanê were hilbijartin. Yên din li ser kîjan rê û saziyê be jî dewlet dikare dest deyne ser û datîne jî.
Di dawiyê de dixwazim balê bikişînim ser gotina fîlozofekî ku dibêje “Tu bixwazî welatekî nas bikî, binere bê mirovên li wî welatî çawa dimirin/wefat dikin!”
Mixabin li Tirkiye welatî yan ji ber şer an ji ber îşkenceyê dimirin an ji ber zext û zorê dawiyê li jiyana xwe tînin yan jî bi bûyerên weke erdhejê dimirin.
Ev jî nîşaneya herî mezin e ku li vî welatî, ne dewlet heye, ne rêveberî heye, ne dadgerî heye, ne heq û adalet heye û ne jî mirovahî û zanîstî heye… Li welatekî wisa em çi jî bibêjin bê feyde ye…Hêvî dikim ku heqê mexdûran û miriyan li erdê nemîne…