Di ser erdheja ku navenda wê Mereş bû du sal derbas bûn. Beriya bi du salan di vî wextî de kareseteke mezin rû da. Di serî de Mereş, Semsûr, Dîlok, Amed, Meletî û heta Hatayê deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî bîlançoya fermî ev hejmar 55 hezar e, lê di esasê xwe de hejmareke ku qat bi qat zêdetir xuya dikir hebû. Sed hezaran xanî hilweşiyan û karesateke nayê gotin hat serê mirovan.
Bifikirin ku bi şev hun radizên û careke din li we nabe sibe. Sed hezaran kesên ku jiyana xwe ji dest dan her yek ji wan çîrokek bi xwe re birin. Dema em li wê pêvajoyê vedigerin rojên bi êş bûn û ev êşa wan ti carî nehat pêçan. Gelek çîrok û dîmen derketin û hatin gotin. Her kes li ser mexdûran û qurbaniyan giriyan, lê yên bûn sedema mirina wan bêdeng man. Belkî negiriyabin jî. Ji ber vê karesata mezin rayedarekî dewleta Tirk ango wezîrekî an şaredar, walî û qeymeqamekî îstîfa nekir. Dev ji wan berdin karmendekî jî îstîfa nekir. Ev nîşan dide ku bê hurmeteke çawa nîşanî mirovan didin. Yanî ewqas mirin, wêranî û koçberî ne xema wan bû.
Heta ku ev zihniyet hebe wê ew erd her tim biheje û karesatên bi vî rengî hebin. Ji ber ku ev dewlet ti carî nebû dewleta gel. Her carê dewleta ji bo çend kesan bû. Dehê caran erdhej û karesatên bi vî rengî li Tirkiyeyê çêbûne, lê ti carî encama pêwist jê nehatiye derxistin. Ji bo ku karesatên bi vî rengî dubare nebin û pêk neyên hewldaneke cidî tineye. Çend rojan li ser çapemeniyê nîqaşa wê dikin û tê jibîrkirin.
6ê Sibata 2023yan wê wekî rojeke reş û tarî di dîrokê de cihê xwe bigre. Yên bûn sedema vê tarîtiyê jî wê ti carî neyên jibîrkirin. Desthilatdariya AKPê yekser ji vê komkujiya mezin berpirsiyar e. Eger di dema xwe de tedbîr hatibana girtin û xaniyên li gorî erdhejê hatibana avakirin ewqas mirovan canê xwe nedidan. Lê xuyaye ku hê jî di vê siyaseta xwe ya şaş de israr dikin. Li gorî dilê xwe îhaleyan didin peyayên xwe û bêrîka xwe dadigrin. Derdê wan ne canê mirovan e. Derdê wan bêrîka wan û jiyana wan e.
Îro em dibînin ku hê jî erdhej dewam dikin. Û rewşa li Tirkiyeyê ji aliyê erdhejê nebaş e. Lê dîsa jî xaniyên li gorî erdhejê nayên çêkirin. Bi taybet şaredariyên ku di destê AKPê de dibin sedema vê yekê. Di desthilatdariya xwe ya 23 salan de bûn sedema gelek karesatên bi vî rengî. Karkerên ku li ser kar canê xwe didin her salê bi hezaran tê gotin. Di kanên komirê de cinayetên bi vî rengî her salê diqewimin. Komkujiya li Somayê ji bîra me naçe. Bi carekê re 301 karker bûn qurbanî. Bûyerên bi vî rengî di dîroka Tirkiyeyê de zêde ne û her salê lê zêde dibe. Ev desthilatdarî li şûna ku encaman ji van derxe, dîsa heman siyasetê dimeşîne. Ev jî nîşan dide ku bê çiqasî qîmeta mirovan li Tirkiyeyê heye. Heta ku zihniyet ev zihniyet be wê erd her tim biheje.