12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Enternasyonalîstan li Berlînê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin

Kurdistanî û enternasyonalîstên li Berlînê qetilkirina du rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat, bi daxuyaniyek girseyî şermezar kirin.

Li Berlînê Meclîsa Jinan a Dest Dan û TekoJinê bi boneya qetilkirina rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şermezar bikin mîtîngek lidar xistin. Mîtîng li rex Kaiser- Wilhelmê hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û enternasyonalîst tevlî mîtîngê bûn. Enternasyonalîst û Kurdistaniyan li vir daxyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta mezin ku wêneyên Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li ser bû vekirin û daxuyanî dan.

Daxuyani wiha ye:

“Qirkirinê bidin rawestandin! Piştevaniyê nedin polîtîkayên şer ên dewleta Tirk! Divê civaka navneteweyî tavilê li hemberî vê yekê derkeve û dawiyê li hevkariya xwe ya li gel Tirkiyeyê bîne ku bi vî rengî dikare qirkirinên li dijî gelê Kurd werin sekinandin. Bi salan e dewleta Tirk li dijî herêmên gelê Kurd ên weke Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava bi awayekî sîstematîk êrîşan pêk tîne. Ev êrîş bi dayîna destûra qada hewayî  ji aliyê hêzên navneteweyî tên destekkirin ku ev jî ji bilî hevpariya qirkirinê ne tiştekî din e.  ewleta Tirk bi bikaranîna vê destûrê êrîşên IHA’yan yên sivîl tevgera jinên Kurd hedef digire, pêk tîne.

Qetilkirina rojnamegerên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ya di 23’yê Tebaxa 2024’an de ya di encama êrîşa IHA’yên dewleta Tirk de careke din nîşan dide ku ev êrîşên dewleta Tirk  çi qasî nemerdane ne. Ev êrîşa xayîn ya li Silêmaniyê pêk hatî, bes nebûye sedema qetilkirina rojnamevanên bêsûc di heman demê de azadî û rastiya îfadeyê jî hate hedefgirtin. Em vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin û ji malbatên qurbanî û xebatkarên Çapemeniya Azad re sersaxiyê dixwazin. Ji ber ku hêzên navneteweyî hevkariya ya li gel Tirkiyeyê berdewam dikin, êrîş û qetilkirinên bi vî rengî pêk tên.’’

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî jî hate kirin û ev yek hatin gotin: ‘’Piştevaniya xwe ya ji bo polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi dawî bikin û qirkirinên li dijî gelê Kurd bidin sekinandin! Destûra bikaranîna qada hewayî betal bikin. Hemû kesên bêdeng, hevkarên vî sûcê li dijî mirovahiyê ye! Gelê Kurd wê li hemberî vê lihevkirina qirkirinêli ber xwe bide û parastina nasnameya xwe bike. Ji bo azadî, edalet û mafên mirovahiyê werin di nava têkoşîna me de cihê xwe bigirin.’’

‘Werin em bêdengiyê têk bibin’

Li ser navê Meclîsa Jinan a Dest Danê Susanne Rosling axivî û ev yek anîn ziman:

‘’Em îro ji bo ku em li hemberî bêedaletiya li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin, hatine li ba hev.  Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dronên dewleta Tirk ve bi awayekî nemerdane hatin qetilkirin. Ev jinên wêrêk ên karê xwe dikirin, bûn hedefa êrîşeke hovane ya ku bêdengkirina rastiyan hedef digirt. Ev êrîş parçeyeke qetilkirinên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li dijî sivîl û rojnamevanan e. Tirkiye li Silêmanî, Şengal, Rojava yan jî Parîs li her derê bi dron û tîmên sûîqestê hewl dide ku dengên dijber bêdeng bike. Ev şerên dronan ji aliyê civaka navneteweyî ve nayên dîtîn. Lê belê em ê bêdeng nebin! Dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd şerekî derqanûnî dimeşîne, ev şer ne bes şervanan di heman demê de sivîl, rojnamevan û mafên mirovan jî hedef digire. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hemberî van yekan bêdeng nemînin. Dawiyê li bêdengiya xwe bînin û ji bo edalet û rastiyê werin em bi hev re têbikoşin.

Gulîstan Tara û Hêro Behadîn rûmetên me ne û em dibêjin ku: Em ê bêdeng nebin! Werin ji bo edalet û rastiyê di nava têkoşîna me de cih bigirin.’’

Di mîtîngê de gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û ‘’Şehîd Namirin’’ hatin berzkirin.