Bi hilweşandina rejîma Baasê re, 8ê kanûna 2024an, li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di çarçoveya vê pêvajoyê de yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e. Bi taybetî dewleta tirk û hin welatên ku bi dijberiya kurdan tên naskirin, ji bo Sûriye li ser hîmê demokrasiyê û wekheviya gelan ji nû ve neyê avakirin, çi ji destê wan tê dikin. Bi hincetên cuda hebûna HSDê dike rojev, li gel vê rê nade ku rêveberiya HTŞê li Şamê bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê re li ser prensîbên bingehîn li hev bike. Ango rêya çareseriyê bi pêş bixe. Tevî van astengiyan jî, nirxandin ew e ku di çarçoveya entegrasyona demokratîk de HSD dikare di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigire, bêyî ku ji hebûna xwe ya rêxistinî tiştekî wenda bike.
Entegrasyona demokratîk ne tenê yekîtiya leşkerî ye, lê bingeha avakirina artêşeke neteweyî ye ku li ser prensîbên demokrasî, wekhevî û rêveberiya hevbeş ava bibe. HSD, ku di şerê li dijî DAIŞê de bi roleke sereke rabû, wekî hêzeke ku ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, tê dîtin ku bingeha vê artêşa nû ye. Di vê çarçoveyê de, tevlîbûna HSDê tê wê wateyê ku hêzên kurd, ereb, suryan û yên din ên herêmê ne tenê di bin fermandariya navendî de bin, lê herwiha mafên xwe yên çandî, siyasî û rêveberiyê jî biparêzin. Ev pêvajo, ji adar 2025an ve mijara danûstandinan e û niha jî lîsteyeke fermandarên HSDê (nêzîkî 70 kes) ji bo entegrasyonê hatiye pêşkêşkirin. Armanc, ne wendakirina desthilatdariya herêmî, lê entegrebûna wê di pergaleke federal (nenavendî) de ye ku pêşî li parçebûna welêt bigire û li dijî terorê bibe hêzeke sereke.
Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, vê mijarê bi erênî dinirxînin, lê bi şertê ku entegrasyon demokratîk be û mafên pêkhateyan bên parastin. Rêveberiya xweser, di daxuyaniyên xwe de, gelek caran teqez kir ku “HSD wê bibe bingeha avakirina artêşa Sûriyeyê” û entegrasyona demokratîk dê “di navbera hemû pêkhateyan de” pêk were. Ev pêvajo ne teslîmkirina çekan, lê avakirina pergalekê ye ku dikaribe rêveberiya xweser a herêmî di çarçoveya neteweyî de biparêze. Bêguman, ev gaveke girîng e ji bo paşeroja Sûriyeyê, ku hemû alî tê de cihê xwe bigirin. Di heman demê de, rewşa yekîneyên jinan ên di bin sîwana YPJê de û parastina mafên komên cuda di çarçoveya entegrasyonê de tên nirxandin. Bawerî ew e ku ev pêvajo li gorî modela demokratîk a Rojava-yî be, ku komun û rêveberiya hevbeş bingeha wê ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îşaret pê dike ku bêyî vê entegrasyona demokratîk, pêvajoya veguhêz ne mimkun e biçe serî.
Beşdariya HSDê ya nav artêşa Sûriyeyê, ji bo silametî û aramiya herêmê jî xwedî girîngiyek mezin e. Bi taybetî, dema mirov li tecrûbe û têkoşîna bi îstiqrar a HSDê binêre ku li dijî komên çete bi dest xistiye, wê ev tecrûbe ji bo bihêzkirina artêşa Sûriyeyê ya nû jî bibe çavkaniyeke xurt. Entegrebûna HSDê ya di nav artêşê de, divê di çarçoveya qanûnî û hiqûqî de pêk bê. Li gel vê, ya herî girîng ew e ku divê statuya herêmên bakur û rojhilatên Sûriyeyê jî were zelalkirin. Rêveberiya demkî ya Şamê bêyî ku bi nûner û rêveberiya herêmê re li ser vê mijarê biaxive, ango danûstandinekê bike, yekser mijarên leşkerî anîne rojevê. Ev nêzîkatî ji bo silametiya pêşeroja herêmê gef e.
Pir aşkere ye ku hebûna HSDê ji bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pir girîng e. HSD pêşiya êrişên komên çete yên li ser herêmê digire. Lewma bêyî entegrasyona demokratîk beşdariya HSDê ya di nav artêşê de, wê bibe sedem ku herêm bê parastin bimîne. Ev yek dê pêşî li êrişên ser herêmê vebike. Lewma girîng e ku bêyî pêkhateya rêxistinî û rêveberiyê bê guhertin, beşdariyek çêbibe wê ne tenê ji bo herêmê, ji bo tevahiya Sûriyeyê jî bibe hêza parastinê.
Lê diyar e ku hin alî hene ji vê aciz in. Rayedarên dewleta tirk gelek caran hebûna HSDê ji bo xwe wekî metirsiyekê bi nav dikin. Her kes ango kesên ku li ser meseleyê serê xwe diêşînin dizanin ku derdê dewleta tirk ne HSD ye. Derdê wê statuya gelê kurd e. Dewleta tirk û zîhniyeta wê ya îradeya kurdan ji înkarê tê naxwaze li Sûriyeyê jî kurd bibin xwedî îrade. Ji ber vê yekê, bi destê komên çetey êrişî herêmê dike da ku bê îstiqrariyê çêbibe û ji bo xwe derfetan ava bike. Lê ji despêka Şoreşa Rojava ve gelê herêmê bi rêveberiya xweser bawer e û bi van dek û dolabên dewleta tirk dizane.
Dewleta tirk hewl dide bi hebûna xwe ya li herêmê, reveberiya demkî ya Şamê têxe bin bandora xwe. Wisa diyar e ku rêveberiya Ahmet El-Şara jî nikare xwe zêde ji Tirkiyeyê dûr bigire. Lewma di mijara kurdan de kêm be jî li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigere. Ev yek ne tenê li ser kurdan li ser tevahiya Sûriyeyê gefek e. Ji bo di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta demkî de lihevkirinek çênebe, çi ji destê Tirkiyeyê tê dike. Li gorî wê ger kurd û rêveberiya Şamê li hev bikin wê hesabên wê yên li herêmê hemû serûbin bibin. Ji ber vê yekê her tim bi sûcdariyên cuda dev davêje HSDê û hewl dide pêşî li tevlîbûna di çarçoveya entegrasyona demokratîk a di nav artêşa Sûriyeyê de bigere.
Herwiha em dikarin bêjin ku di vê rewşa aloz a siyasî de tevlîbûna HSDê ya nav artêşa Sûriyeyê, tê wateya misogerkirina çareseriyeke siyasî ya mayinde ji bo kurdan û pêkhateyên din. Dîsa tê wateya parastina destkeftiyên rêveberiya xweser bi rêya hêzeke leşkerî ya di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de. Lê belê, heta ku lihevhatineke siyasî ya berfireh di navbera rêveberiya xweser û Şamê de li ser mijarên wekî xweserî, pergalên îdarî û parvekirina desthilatdariyê çênebe, ev tevlîbûn wê tenê wekî pêşniyareke siyasî bimîne. Ew gaveke wisa mezin û hesas e ku hem dikare li Sûriyeyê dawî li şer bîne hem jî bibe sedema şerekî nû.
