25 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Entegrasyona demokratîk

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya gelên li herêma rêbaza Entegrosyona Demokratîk pêşniyare dike. Li ser entegrasyonê gelek kesan gelek tişt gotin. Lê piştî rêbaza Rêberê Gelê Kurd gelek kesan piştgirî dan vê rêbaza çareseriyê û wekî tekane rêya çareseriyê nîşan didin.

Bi banga dawî ya Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan Entegrasyona Demokratîk ket rojevê. Di her bang û daxuyaniyek Rêber Abdullah Ocalan de çareseriyek heye. Rêber Abdullah Ocalan hemû enerjî, hêz û lêhûrbûna xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan xerç dike. Hemû lêhûrbûnên wî ji bo xelasiya gelan a ji tengasiyan e. Hemû lêhûrbûna wî ji bo aştiyek mayinde, demokratîk û aştiyek bi rûmet e. Dema Rêber Abdullah Ocalan rê û nexşerêyekê pêşniyar dike, ne tenê ji bo gelê Kurd, di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû gelên cîhanê pêşniyar dike. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan li azadiya tekakesî nafikire. Di banga xwe ya dawî de jî diyar dike ku azadiya wî bi azadiya civakan û gelan ve girêdayî ye. Her wiha gel jî azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin. Rêber Addullah Ocalan her dem bi awayekî dualî (diyalektîk) li meseleyê dinere. Loma dema nexşerêya Aştî û Civaka Demokratîk û her wiha Entegrasyona Demokratîk pêşniyar dike, li hemû civakan difikire û çareseriyê datîne. Dema em li bangên Wî yên dawî dinerin em bi hêsanî vê yekê dibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgireka Kurd di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Piştî wê, di 9ê Tîrmehê de vê carê bi dîmen bangeke din bi raya giştî re parve kir. Di vê bangê de li ser rêbaza çareseriyê ya Entegrasyona Demokratîk rawestiya. Piştî wê Hevseroka KCKê Besê Hozad di merasima şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê de daxuyanî da. Besê Hozat bi gotina “Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike” piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Entegrasyona Demokratîk.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan jî, ji bo entegrasyonê wiha dibêje: Di entegrasyonê de redkirina hevdu nîne. Li ser hev ferzkirina serweriyê nîne. Asîmîlasyon nîne. Entegrasyon li ser bingeha parastina hebûna xwe lihevkirin, hevkarîkirina bi yekeyê din re ye.”

Berê jî gelek caran li ser entegrasyonê gelek niqaş hatin kirin. Bi taybetî li welatên ku gelek bawerî, reng, nasname û nijad di nava hevde dijîn ev niqaş pêş ketin. Dewletên ku li ser bawerî û nasnameyên din serweriyê dikin, hewl didin ku wan bi entegrasyonek negatif, ango hilandina nasnameyê ji rastî û cewherê wan dûr bixin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan jî di sala 2008an de li Kolnê gotibû: “Bişaftin sûcê mirovahiyê ye. Tu kes nikare têkeve nava hewldana bişaftina civaka Tirk. Lê divê Almanya bi tirkan re entegrasyona qebûl bike.” Lê Erdogan tenê ji bo gelê Tirk vê yekê diparêze.

Seroka Dewleta Alman a berê Angela Merkel jî wiha gotibû: “Entegrasyon, tevlêbûna tarza jiyana wî welatî ye. Kesên hemwelatiyên Alman, bê îstîsna helwelatiyên vî welatî ne. Sedeqet aydî dewleta Alman e.

Gelek filozof û zanyar li ser entegrasyonê nerînên xwe anîne ziman. Zanyar Otto Schily di rojnameya Die Welt ê de wiha nivîsibû: “Lihevhatina herî bê pirsgirêk, bişaftin e. Lê dewlet nikare vê yekê bi zorê bike.”

Li gorî teoriya Milton Gordon jî entegrasyon; entegrasyon û asimilasyon ji hev çûda ne. Li gorî Mîlton Gordon pêvajoya bişaftinê heye. Goldon wekî bişaftina çandî, bişaftina binyadî, bişaftina xwe aydî neteweya din ditin, bişaftina hemwelatibûnê, bişaftina zewacê û bişaftina rewşa qebûlkirinê qat bi qat rêz dike.

Li gori teoriya Hartmut Esser jî yekîtiya parçeyên cuda ye. Kombûna parçe û rengên cuda yên di bin bedenekê ango sîwanekê de ye. Li gorî teoriya Psikologê Amarîkî Abraham Maslow jî divê mirov li gorî pêdiviyên xwe yên esasî amade bike. Divê mirov wê pêdiviyê aydî xwe bibîne.

Li gorî gelek gotar û lêkolînan di navbera entegrosyon û bişaftinê de cudahî heye. Bişaftin, dûrketina ji rastî, cewher û koka xwe ye. Ji rastiya xwe dûrketin û bi cewherê yê din re hilandin e. Lê entegrosyan bêyî ku ji rastî û cweherê xwe dûr bikeve, bêyî ji reng û ruyê xwe xwedî derkeve, wekî cewherê xwe yê resen bi yê din re jiyana hevpar e.

Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêbaza entegrosyanê jî derbas dike û rêbaza Entegrosyana Demokratîk pêşniyar dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rêbaza Entegrasyona Demokratîk dixwaze her kes bi vîna xwe ya azad, bi nasnabe, bawerî, çand û hemû nirxên xwe karibin di bin baneyekî û sîwanekê de bijîn. Dixwaze her kes di bin vî baneyî de nirxên xwe yên cewherî biparêze û pêş bixe. Piştî pêşniyara vê rêbazê me dît ku hemû siyasetmedarên kurd, rewşenbîrên Kurd û gelek rewşenbîrên cîhanê jî piştgirî dan Entegrasyona Demokratîk û wekî modela çareseriyê pênase kirin.