Li Rojhilata Navîn geşedanên ku sergêjiyê çêdikin diqewimin. Dikare bê gotin ku Suriye û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda van geşedanan cih digire. Trafîkek zêde ya dîplomasiyê heye, navbera Şam û şandeya Bakûr û Rojhlatê Sûriyeyê de civînek dawî ya bi aloz çêbû, civîna Parîsê ya dihat plankirin, taloq bû, kurdên li Rojava têkildarî yekîtiyê û cihgirtina di pêşeroja Sûriyeyê de hewldanan didomînin, li gelek deverên Sûriyeyê alozî, binpêkirin didomin, nîqaşên li ser destura Sûriyeyê, pergala rêveberiyê, polîtîkayên hêzên derve û gelek mijarên didin berdewam dikin.
Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de hîn zêdetir bûye rojev, rayedarên Amerîka, Fransa, Tirkiye û gelek derdorên din, nirxandinên cuda dikin. Ragihandin bi rengên cuda cih didin mijarê.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê li ser vê mijarê û bi giştî li ser rewşa Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re hevpeyvînek çê kiriye. Ajans, pêwendiyên bi Şamê re, nakokî, astengî, civîna Parîsê ya hatiye taloqkirin, pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, xebatên li ser pêşeroja Sûriyeyê, cihê pêkhateyan, hewldanên kurdan û pêwendiyên bi hêzên navnetewî ji Mazlûm Ebdî dipirse, ew jî dibersivîn e. Li gorî girîngiya mijarê, hevpeyvîn dê wekî du beşan were dayîn. Di beşa yekemîn de ajans cih da mijarên têkildarî pêwendiyên bi Şamê, nakokî, lihevkirin, sîstema pêşeroja Sûriyeyê, nêzîkahiya pêkhateyan.
Beşa yekem a hevpeyvînê wiha ye:
* Di ser îmzekirina peymana 10ê Adarê (2025) ya di navbera we û Ehmed El Şeri de 4 meh derbas bûn. Belkî weke demek kurt bê binavkirin, lê li Rojhilata Navîn geşedanan pir bi lez in. Li gorî vê yekê eger hûn van 4 mehan binirxînin, dikarin çi bêjin?
Lihevkirina 10ê Adarê di demeke krîtîk de pêk hat. Di wê mehê de li herêmê şer hebû, em di nava şerekî dijwar de bûn, li Sûriyeyê jî pirsgirêk hebûn. Li hinek deverên din ên Sûriyeyê şer hebû. Di wê demê de lihevhatineke bi wî awayî pêwîst bû. Ji bo ku agirbest were çêkirin, şer rawest e û pêşî li diyalogê were vekirin, dîsa ji bo ku lihevkirineke li ser Suriyeya pêşerojê pêk were, girîng bû. Me û hikumeta Şamê li ser van mijaran li hev kir. Di van 4 mehan de, belkî di aliyê pratîkî de gavên mezin nehatin avêtin, lê hinek hedef jî pêk hatin. Niha agirbest heye, em dixwazin ev agirbest veguhere agirbesteke mayînde. Hevdîtin dê berdewam bikin.
Di hinek mijaran de lihevhatin çêbûye, gavên piratîk hatine avêtin. Hevdîtin jî dê bidomin, biryardariya wê heye. Lihevhatina 10ê Adarê yekser di navbera min û Serokê Sûriyeyê birêz Ehmed Şere de hate çêkirin, me wekî du aliyên Sûriyeyê li hev kir. Ji bo pratîzekirina wê gelek mijar hene. Pêwîst bû hêzên navnetewî yên niha li Sûriyeyê jî beşdarî vê pêvajoyê bibin da ku em karibin bi awayekî saxlem gavên xwe bavêjin. Dewletên bi dosyaya Sûriyeyê re eleqeder in, niha beşdarî van hevdîtinan bûne. Em dixwazin bi hev re vê lihevhatinê pêk bînin.
*Piştî peymanê di navbera şandeya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de li ser asta şandeyan çend hevdîtin hatin çêkirin. Lê hevdîtina 9ê Tîrmehê gelekî bû rojev û nîqaş hatin meşandin. Di hevdîtinan de nakokiyên sereke yên derdikevin pêş çine?
Armanca bingehîn a wê civînê pêvajoyek nû bû. Mijar pêkanîna lihevhatina 10ê Adarê bû. Cara yekem nûnerên amerîkî û fransî jî di civînê de amade bûn. Civîn ji bo îlankirina destpêkirina pêvajoyek nû ya hevdîtinan bû. Di vê pêvajoyê de amerîkî û fransî jî heye. Dîsa dihat xwestin ku hinek gavên pratîkî yên avakirina baweriyê, werin avêtin. Li ser gelek mijaran nîqaş hatine kirin. Dikarim bêjim li ser gelek mijaran me lihev kir. Hinek di berjewendiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, hinek di berjewendiyên tevayî Sûriyeyê de ne, hinek mijar hevbeş bûn.
Hinek mijarên ku hîn nehatibûn nîqaşkirin û neketibûn rojevê hebûn. Di civîna dawî de ev bûn rojev. Me nekarî biryar bigirin, lê di pêvajoya pêşiya me de em ê li ser rawestin. Lewma encameke dawî ji wê civînê derneket. Lê dîsa ji bo domandina hevdîtinan nêzîkatiyek hebû. Em dikarin bêjin ji nakokiyan bêhtir xuya dibe amadekariyên civînê têrî nekirin ku em encameke dawî û serkeftî jê derbixin. Ji ber wê mijar ji bo civînên din hatin hiştin.
* Hun dikarin mijarên ku lihevkirin li ser wan çênebûye û nehatine nîqaşkirin hinek din rave bikin?
Ya rastî me berê di nava xwe de nîqaş nekiribû. Herdû aliyan bi hev re nîqaş nekiribû. Ji bo hevdîtinên bi vî awayî pêwîste amadekarî bê kirin. Divê herdu alî beriya civînê, naveroka wê zanibin, êrînên hevdû digirin û amadekarî temam dibe. Hinek mijarên ku me li ser nîqaş nekiribûn, nêrîna herdû aliyan nehatibû girtin hene. Lewma zehmet bû ku li wir em bigihîjin encamekî û hatin taloqkirin.
* Piştî civîna 9ê Tîrmehê, nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack ku ew jî tevlî bibû, hinek rexne li HSDê kirin. Li ser wê, bi riya ragihandinê nerazîbûn hatin nîşandan. Hûn van nêzîkahiyên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa dinirxînin, piştî wan nirxandinan di helwesta wan de guhertin heye yan na?
Di wê civînê de dihat xwestin encamek were girtin, gavên bilez bên avêtin. Bendewariyek wiha ya nûnerê amerîkî hebû. Ev çênebû, ji ber wê rexneyên wî çêbûn. Pirsgirêk ne girêdayî naveroka hevdîtinan bû, bi dema ve girêdayî bû. Me jî wate da bendewariyên wan. Lê ne gengaz bû ku em bi van amadekariyan gavên ew dixwazin bavêjin. Lê piştî civîna Şamê, di navbera min û nûnerê Serok Donald Trump de hevdîtinên telefonê çêbûn. Me li Umanê hevdû dît û ev mijar berfireh nîqaş kirin. Danûstandina me hem bi birêz Barrack hem jî ekîba wî re didome. Bawerim wana jî fêm kirine ka pirsgirêkên esasî çi ne. Pêwîste kar li ser bê kirin. Mijar ne tenê di aliyekî de ye, pirsgirêkên giştî ne, lewma sebir pêwîst e, divê em bi hev re karibin li ser bixebitin. Ez bawer im ew jî gihiştine wê qenaetê. Li ser ragihandinê jî çend caran îfade kir ku HSD ji hevdîtinan re amede ye û amadekariyên xwe hene, cidî ne, dixwazin gavên pratîkî biavêjin. Niha ew gihîştine vê qenaetê.
* Hinek nirxandin jî hene ku wekî tenê kurd derdikevin pêş, yanî wekî ku hûn ji bo kurdan tevdigerin, pêkhateyên din li ber çavan nayên girtin. Gelo bi rastî jî wisa ye yan na, hûn dewletek cuda dixwazin?
Ya rastî me hîn mijara kurdî nîqaş nekiriye, weke HSDê me nîqaş nekiriye, helbet emê nîqaş bikin. Ez ê piştre li ser vê hinekî berfireh biaxivim, lê niha mijarên me cuda ne. Mijarên me pratîk in, hinekî bi mijara leşkeriyê, saziyan ve girêdayî ne. Girêdayî hinek gavên pratîkî yên ku pêwîste em bavêjin e. Mijara esasî ew e ku ev hevdîtin bi şêweyekî rêkûpêk bêne meşandin. Hîn em neketine naverokên kûr. Ji ber wê jî nêrînên bi vî awayî ne di cîh de ne, me hîn dest pê nekiriye.
* We çend roj beriya niha di hevpevpeyvînekê de gotibû ku hûn li dijî yek dewlet û artêşê nîn in. Ev gelek hat nirxandin, hinek derdoran weke tiştekî nû binav kir. Hûn dikarin vê mijarê hinekî zelal bikin?
Li Sûriyeyê û taybet li cem hinek aliyan, dema tu qala nenavendîbûnê dikî dibêjin Sûriye parçe bû. Tu qala tiştekî cuda dikî dibêjin eman nizanim çi pêk hat. Lewma pêwîste di van mijaran de zelal biaxivî. Me carekê negot, me gelek caran got û em niha jî dibêjin, me di peymana 10ê Adarê de lihev kiriye ku Sûriye parçe nabe, Sûriye welatek e, welatê me hemûyan e, em tev Sûriyeyî ne. Pêkhateyên cuda hene, lê em Sûriyeyî ne, li nava Sûriyeyê ne, welatekî me heye. Helbet dê hikûmetek vî welatî hebe, ev hîn dewletek e, ne du dewlet in. Vî welatî dê artêşek xwe hebe, nabe ku du artêş bin, bêguman dê HSD di nava vê artêşê de be. Li welatekê artêşek heye, bi du artêşan nabe. Li derve bi alekê tê naskirin. Aleke ku tevahî Sûriyeyî qebûl dikin. Ala niha Sûriyeyê tê rakirin, li vê herêmê jî tê rakirin. Di vir de pirsgirêk tune ye, ez bawer nakim kesekî li Sûriyeyê cuda difikire. Lê carinan pêwîst dike mirov bi awayekî zelal bibêje da ku êdî pêşî li nîqaşan were girtin.
Li hemberî me şerekî taybet, bi zanabûn û rêkûpêk tê kirin. Hertim dibêjin, “ev dixwazin vî welatî parçe bikin, dest deynin ser dewlemendiyên vî welatî û ji xwe re bibin”. Ev tiştên ne rast in. Bi rastî jî stembarî li vê herêmê tê kirin. Ji herkesî bêhtir me sînorên Sûriyeyê parastine. Li herêmên xwe, me saziyên vê dewletê parastine, nehiştiye bên talankirin û xistine xizmeta gel. Li vê herêmê ji herderê zêhtir kurd, ereb, suryan, hemû pêkhate bi hev re dijîn. Yanî Sûriyeyek biçûk li vir heye. Bi zanabûn bêbextiyên bi vî awayî li HSD, Rêveberiya Xweser tên kirin. Ji ber vê jî me careke din bi awayekî zelal anî ziman ku pirsgirêkek me bi yekîtiya vî welatî, dosyaya leşkerî, mijara saziyan re tune ye. Berevajî em dixwazin bibin beşa herî xurt û çalak a li nava vê dewletê û rol bilîzin. Lihevkirina 10e Adarê de aşkere ye. Dê entegrasyon bê çêkirin, sazî bibin yek, di aliyê leşkerî de jî di aliyê îdarî de jî bi hev re dewleteke nû ava dikin. Helbet ev dewleta bê avakirin, wê Sûriyeyek nû be, wê ya me hemûyan be.
* Mijara entegrasyonê jî di rojevê de ye. Ev têgeh bi rengên cuda tê şîrovekirin. Qesta we ji entegrasyonê çiye gelo?
Entegrasyon şirîktî ye. Di navbera hemû kesên Sûriyeyî, pêkhateyên Sûriyeyê, hemû îdareyên ku niha hene de, wê li ser esasê şirîkbûnek nû Sûriyeke nû were avakirin. Ev yek dê bi zorê neyê çêkirin, ji xwe niha me pêşî li tişteke wiha girtiye. Ya duyemîn dê bi lihevhatinê bê çêkirin. Pêwîste em bi hev re biaxivin, li hevdû bikin. Pêwîste tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tifaqê çêbikin. Eger sibe destûreke ku dê Sûriyeyê bi rê ve bibe çêbibe, pêwîste tevahî Suriyeyî wê destûrê bipejirînin, wê hikumetê bipejirînin. Divê saziyên netewî wisa bin ku hersek wan weke saziyên xwe yên netewî bihesibînin.
* Di van demên dawî de têgeha demokrasiya herêmî gelek tê rojevkirin û nîqaş li ser tên meşandin. Gelo ev dê çawa pêk were, em bêjin pêkhate û herêm dê çawa karibin bi vîna xwe cîh bigirin?
Di vir de du mijar hene ku divê bi zelalî bên fêmkirin. Raste pêkhateyên ku kurd jî di nav de ne hene. Kurd pêkhateyek esasî ya Sûriyeyê ne û ev mijareke taybet e, çareseriya wê jî cuda ye. Lê em niha qala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên din, qala Dêrazor, Reqa, Tebqa û cihên din dikin. Pirsgirêk ne weke hev in. Rêbaza çareseriya pirsgirêka kurd û ya Dêrazorê û Reqayê wekî hev nîn in. Em nikarin bêjin em ê pirsgirêka kurd û yên din bi heman şêweyî çareser bikin.
Mijara pêkhateyên cuda pêwîste cuda bê destgirtin. Dema em qala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qala parêzgehên vê herêmê dikin, helbet dê şêwazên çareserkirinê cuda bin. Li cihên weke Dêrazor û Reqayê me nêrînên gel girtine, dixwazin rêveberiyek wan a xwecihî hebe, xwe bi xwe birêve bibin. Helbet li wir pirsgirêkek netewî tune ye, pirsgirêka wan pirsgirêkek îdarî ye û hinek jî siyasî ye. Lê pêkhateyên din ên weke kurd, asûrî hene û ji bo wan li gel van pirsgirêkan, pirgirêka netewî jî heye, divê werin çareserkirin.
* Ji bo vê yekê çi hewldanên we hene, we qala pêkhateyan kir, li herêmên xweser jî ereb, ermen, suryan jî hene, dîsa ji bo pêkhateyên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi hewldan hene, ew ê çawa karibin xwe îfade bikin, birêve bibin?
Em dikarin bêjin hevdîtinên niha tên çêkirin dê li ser du astan werin meşandin. Asteke giştî û asteke taybet a ji bo pêkhateyan bê meşandin. Em hîn neketine mijara pêkhateya giştî, kurd û hemû pêkhateyên din. Niha em li ser mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beşek ji Sûriyeyê ye disekinin. Ev nêzî 12 salan e ji Sûriyeyê cuda bûye. Cihên din jî wisa bûn, Idlib wisa bû. Lewma yek ji mijarên me yên esasî ku em li ser disekinin ew e ka em ê çawa karibin careke din yekîtiyê çêbikin. Ji ber wê em qala tevahî herêmên Sûriyeyê dikin. Em qala mijarên leşkerî, îdarî, saziyan dikin. Em qala pêvajoya Rêveberiya Xweser dikin, ji ber ku ew jî hikumetek e û heta niha kar dimeşîn e.
Em negihîştine wê astê ku karibin bikevin mijara mafên netewan. Dema mafê netewan bikeve rojevê, wê ev heyeta heyî, wan jî biaxive. Xala yekem a peymana 10ê Adarê jî qala van mijaran dike. Wê demê em ê bikevin hûrguliyan, divê nûnerên pêkhateyan bixwe bi hikumetê re gotubêj û li hev bikin.
* Di vê çaçoveyê de têkildarî mijara xwerêvebirinê li Dêrzor û Reqqa civîn hatin çêkirin, di van civînan de çi derket pêş, pêkhate çi dixwazin?
Du armancên sereke yên van civînan hebûn. Ya yekem ew bû ku nûnerên wan jî tevlî diyaloga tê meşandin bibin. Ji xwe nûnerên wan di komîteya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de hene. Komîte hatin çêkirin da ku beriya diyarkirina nûnerên wan ên dê tevlî komîteyê bibin, nîqaşek bidin meşandin, nêrîna xwe bikin yek. Ya dûyemîn me xwest nas bikin ka xelkê Dêrzor û Reqqa dixwazin hêzên me yên li wir ku ew jî xelkê wir in, li wir bin an na. Her wiha me xwest zanibin ka mijara entegrasyonê çawa dibînin.
Xelkê wir di mijara xwe rêvebirinê de pir zelal bûn. Dibêjiin, ‘em hazirin ku Suriye bibe yek, rewşek xwezayî çêbibe, lê tecrube heye, lewma em dixwazin xwe bi xwe birê ve bibin’. Mînak xelkê Dêrezorê ji me re gotin ku li wir rêveberiyek heye, 20 heta 30 hezar karmendên ewlekarî û sivîl hene; divê ev li ser karê xwe bin. Dîsa li wir taburek leşkerî ku ji xelkê wir pêk tê heye. Gel xwest ku ew jî li cihê xwe bimîne ne da ku tu kes ji derve neyê û wan birê ve nebe. Gotin eger walî bê diyarkirin, divê ew bi xwe diyar bikin. Dêrezor niha 2 beş in, yek di kontrola Rêveberiya Xweser yek jî ya Şamê de ye. Lê gotin ku divê ew bi hev re diyar bikin.
Xelkê Reqayê jî gotin pêwîste ew bixwe walî û midûrê/a ewlekariyê diyar bikin. Gotin ew naxwazin saziyên herî biçin û valahî çêbibe. Metersiya wan heye ku ev sîstematîk nebe, bi hevre neyê meşandin, veneguhere entegrasyonê û mumkune Dêrezor wek herêmên Beravê û Siweydayê bibe. Me jî got ku em weke HSDê mîsogeriya wê didin ku pêvajoya entegrasyonê bi rengekî baş were meşandin û emê li soza bisekinin.
Reqqa û Derzor dixwazin rêveberiyek xwecih hebe, rêveberî û karmendê wan di xebatên xwe de bimînin.
* We got ku taybetmendiya Dêrzorê heye, aliyên wê yên li rojhilat û rojavayê Firatê hene, lewma divê bibe yek parêzgeh. Hin alî jî dibêjin navenda bajar di destê Şamê de ye, lewma pêwîste aliyê di destê HSDê de dewrî hikûmeta veguhêz bê kirin. Hûn ji bo vê çi dibêjin?
Dibe ku hinek wisa bifikirin lê xelkê aliyê rohilat wiha nafikire. Dibêjin ‘pêwîste bibe yek parezgeh, lê divê em bi hev re ava bikin’. Ew qala lihevkirinek bi rûmet dikin û ev peyv gelek caran bikar anîn. Ev ne bi rengê helandina saziyan a di bin navê navendîbûnê de, bi hev re kar kirinê û parastina hebûnê, herdû alî wek hev dikarin yek parêzgehê ava bikin.
* Mijara ewlekariyê gelekî tê nîqaşkirin, ji bilî artêşê, deriyên sînor û hêzên ewlekariyê jî hene. Ev niha di çi astê de ye, wê çawa çareser bibi?
Di vê mijarê de me planek amede kiriye û hem daye hêzên navnetewî yên bi me re di guftugoyan de amede dibin, hem jî daye hikumeta Şamê. Naxwazim bikevim hûrguliyan, lê derî mijareke ku karên derve yên welat eleqeder dike ye, pêwîste bi Şamê ve girêdayî be. Di encamê de têkilî bi dewletan re tê meşandin. Lê derî li herêma me ne, lewma pêwîste em jî tê de hebin. Saziyeke ku bi navendê ve girêdayî ye, lê nayê wateya xelkê herêmê jî tê de nabe.
* Çavkaniyên aborî yên weke petrol û hwd jî rojevek e din e. Çavkanî dê çawa werin bikaranîn û bikevin xizmeta civakê?
Yek ji mijarên em ê li Parîsê guftugo bikin jî ev e. Dem hatiye ku mijar bê nîqaşkirin, çarçoveyek bê peydakirin û lihevkirinê çêbikin. Petrol milkê tevahî Sûriyeyê ye. Pêwîste hemû herêmên Sûriyeyê jê sûdê bigirin. Me gelek caran gotiye û dîsa dibêjin, em ê bi vê nêzîkahiyê mijarê çareser bikin. Lê tê zanîn ku ev herêma ku em jê re dibêjin rojhilatê Firatê ji dîroka Sûriyeyê ve hatiye paşguhkirin. Piştî evqas salên bi pevçûn, pêwîstiya vê herêmê jî bi avakirinê heye, pêwîste beşek ji derametên petrolê ji vê herêmê re be. Tişta pêwîste em liser nîqaş û li hev bikin ev in.
Sibe: pirsgirêka kurd-yekîtî, pêwendiyên bi Tirkiye û hêzên navnetewî re, civîna muhtemel a parîsê û têkoşîna dijî DAIŞê.