Di nav hefteyê de mijarên ku ji hêla raya giştî ve hatin nirxandin, biryara şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê ya Tirkiyeyê û biryara Danold Trump bû. Di her du mijaran de jî hat xuyakirin ku rewşeke aloz li pêşiya Tirkiyeyê.
Tirkiye dixwaze bi çend gavan xwe li ser piyan bigire. Ya herî balkêş jî ew bû ku Tirkiye li derveyî tifaqa li Behra Spî ya Rojhilat hat hiştin û niha jî hewl dide ku bi rêveberiya Trablûsê re li ser piya bimîne. Lê ev nîşaneya hilweşandina siyaseta Enqereyê ye.
Di sala 2011’an de piştî Muammer Qedafî hat kuştin, li Lîbyayê îstîkrareke siyasî pêk nehat û ji wê demê ve ye şerê naxweyî didome. Li hemberî DAIŞ’ê gelek operasyon pêk hatin. Piştî ku serweriya DAIŞ’ê hat bidawîkirin li welat pirsgirêka du hikûmetan derket holê. Aliyek hikûmeta Arteşa Neteweyî ya Lîbyayê ku navenda wê li Tobrûkê ye û aliyê din jî, Hikûmeta Mutabakata Neteweyî ya navenda wê Trablûsê ye, hatin avakirin. Rûsya, Fransa, Urdun û Yekitiya Emîrên Ereb piştgiriyê didin hikûmeta Tobrukê û Îtalya, Tirkiye û Katar jî piştgiriyê didin Hikûmeta Mutabakata Nateweyî ya Trablusê.
Di 9’ê kanûnê de Tayyîp Erdogan diyar kir ku heke Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî bixwaze em ê leşkeran bişînin Lîbyayê. Pêşniyara Erdogan ji hêla Desteya Wezîran a Lîbyayê ve hat qebûlkirin. Pêşniyarname hat meclîsa Tirkiyeyê û di meclîsê de HDP, CHP û Partiya ÎYÎ li dijî pêşniyarnameyê derketin. Lê bi dengên AKP û MHP’ê pêşniyarname hat qebûlkirin. Ev tişt ji hêla siyasetmedarên Tirkiyeyê ve hat nirxandin û rastî nêrazîbûnan hat. Her wiha Yekitiya Ewropayê, Amerîka, Rûsya û gelek welatên ereb jî nerazîbûna xwe ya ji bo vê peymanê anîn ziman.
Der barê siyaseta ku Tirkiye li Rojhilatê Behra Spî dide meşandin de pisporê têkiliyên navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Ûzgel nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku Tirkiye bi keştiyên sondajê siyasetê dike û got: “Tirkiye dixwaze ligel lewaziya xwe hebûna xwe li herêmê biparêze. Ji bo vê jî xwest hin pêngavan bavêje. Lê belê aktorekî ku pê re pêngavan bavêjin tune bû, loma xwe nêzî rêveberiya Trablûsê kir.”
Tirkiye li derve ma
Di sala 2009’an de li herêmê her diçe Îsraîl, Komara Rûm a Qibrisê, Yewnanistan û Misir xurt dibin, her çar welatan tifaqek çêkiriye. Ûzgel der barê mijarê de wiha got: “Hevsengiya li vir di eleniya Tirkiyeyê de çêbû. Her wiha van 4 welatên di warê tifaqan de têkiliyên baş danîn. Bang li Fransa, Îtalya û Rûsyayê jî kirin. Parek dan Rûsyayê jî. Yanî blokeke hîn dorfirehtir çêkirin. Tirkiye li derveyî van pêvajoyan ma. Tirkiye jî bi şandina du keştiyên sondajê siyasetê dike.”
Li hemberî Tirkiyeyê ne
Tê zanîn ku Yekitiya Ewropayê li heremê li hemberî Tirkiyeyê ye û Ûzgel jî destnîşan kir ku YE, li wir bi Yewnanistan, Komara Rûm a Qibrisê û Îsraîlê re dixebite û got: “Her wiha du hêzên mezin ên Behra Spî; Fransa û Îtalya jî li wir in. Fransa û Îtalya pereyekî mezin ji bo Behra Spî û Lîbyayê xerc kiriye. Yanî bi her awayî li wir li hemberî Tirkiyeyê ne.”
Tê zanîn ku li Sûriyeyê, Tirkiye û Rûsya li hemberî hev bûn, lê bi awayekî rewşa xwe tolere kirin û Rûsya Tirkiyeyê li heremê hişt. Ûzgel di axaftina xwe de bal kişand ser mijarê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rûsya leşkerên bi pere şandine herêmê. Lê ev yek ji bo her du welatan jî ne xem e. Ji ber ku li Sûriyeyê Rûsya û Tirkiye li hemberî hev bûn, piştre li hev hatin û şûnde Rûsya bi awayekî Tirkiyeyê li herêmê hişt.”