7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê yên derveyî welat bang li hemû gelê başûrê Kurdistanê û bi taybet jinan kirin ku li dijî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê yên li Derveyî Welat têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya xelkê başûrê Kurdistanê û bi taybet li jinan hate kirin ku li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin.

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Hilweşîna dîktatoriya Beşar Esed û guhertinên ku di civaka Sûriyeyê de pêk hatine, her çendî cihê dilxweşiyê be jî, li aliyê din divê di pêşerojê de bi hesasiyet û berpirsyarî di pêkhateya rêveberiyê de, ji nû ve birêxistinkirina yekeyên jiyana gelan û civakan, rêgezên jiyana hevbeş û bidestxistina maf û azadiyên hemûyan de bê tevgerkirin. Li gel hilweşîna sîstema leşkerî û rejîma Beşar Esad, çeteyên dewleta Tirk êrişî Rêveberiya Xweser û hêzên HSD’ê kirin. Ev yek ji bo jiyana bi hezaran sivîl û penaberên me yên li kampên Şehba û herêmê bûne metirsiyeke mezin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Weke em hemû dizanin, heta îro jî êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSDê berdewam in. Gelê me dizane ku ji sala 2012an ve rojavayê Kurdistanê bi xwîna kur û keçên me kariye li rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk ava bike. Parastina vê destkeftiya demokratîk erka her yek ji me jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat e.”

Bi berdewamî wiha hat gotin: “Çawa ku em ji bo Kobanê rabûn ser lingan û bi ruhê berxwedana Kobanê me kolanên Ewropa, Amerîka, Kanada û hemû cîhanê şiyar kirin, divê em niha jî bi heman ruh û hestê Berxwedana Kobanê rabin ser lingan. Ev modela demokratîk a ku derketiye holê mafê her kesî diparêz e ku xwe bi şoreş û ruhê jina azad îspat kiriye. Divê destkeftiyên azadiya jinê yên weke hêvî, parastina jîngehê û avakirina neteweya demokratîk weke nefesa xwe pêwîst bê dîtin û parastin. Niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê pêşketinê nerazîne û dixwazin vê destkeftiya mezin careke din û bi rengekî din têk bibin. Armanca wan qirkirin û tunekirina gelê Kurd û pêşketinên wan e. Çend keç û jinên Kurd ji aliyê hêzên terorîst ve hatine revandin û heta niha jî xelkê navçeyên derdora Kobanê di bin dorpêçê de ne. Heta niha jî çarenûsa gelê herêmê ne diyare û ji bo hefteyekê agirbest hatiye ragihandin.”

Di daxuyaniya Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê de bang  hat kirin: “Ev yek ji her kesê re zelal û eşkereye ku plana dewleta Tirk û çeteyên wê ya ji bo êriş û şerekî wêranker û nemirovane ye. Ji bo vê yekê em weke jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat bang li raya giştî dikin ku di zûtirîn dem de zextek mezin bikin da ku ev şer û qirkirina çaverêkirî raweste û şerê terora dewleta Tirk a li dijî gelê me were rawestandin. Tevlibûna me hemû azadîxwazên Kurd û bi taybetî jinên Kurd dikare hem bibe piştgiriyeke xurt ji bo berxwedana Rojava û Kobanê û hem jî di zexta ji bo azadiya girtiyan û komkirina alîkariyên madî û manewî ji bo gelê Kurd li Rojava de rolek baş bileyîze. Ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî, hewldan tê meşandin. Em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet jinan dikin ku li dijî vî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de deriyê Sêmelka (Fişxabûr) bê vekirin da ku alîkariyên madî bigihêjin xwişk û birayên me yên rojavayê Kurdistanê.”