12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Enerjiya Zimanê kurdî

Salanê Zerdeşt

Di cîhana enerjiyê de zimanê Kurd yek ji zimanê herî bi hêz e ku ji hêla enerjiya şaristaniyên kevnar ve, nemaze ji Gûzan, Sûmer, Hûrî, Gûtî, Kaşî û Meda hatî piştgirî kirin.

Ji ber ku enerjiya cih û ya demê heye, enerjiya ziman jî heye. Ziman ji bo her civakekê pir girîng e, ji ber ku her zimanek xwedî enerjiyek e ku bandorê ji aliyê ruhî û hestî ve li endamên civakên xwe dike, û roleke wî ya girîng di guncavkirina enerjiya deverê de jî heye. Ji ber ku ziman ne tenê nerm-alava derûnîye, belkî enerjiyek giyaniye ku rasterast bi xwe-hişmendiya civata xwe dixemilîne.

Di vê dinyayê de her zimanek xwedan pêl/frekans û enerjiya xwe ya ji zimanên din cuda heye.

Her kesayetek xwedî enerjiya xwe ye, ji ber vê yekê hûnê zimanê ku bi enerjiya wî re di ahengekê de ye, zimanê herî hêsan û bedew yê fêrbûnê ye, ku ji sifirê dest pê bike jî wê hînbûna wî zimanî jê re dijwar nebe.

Heger kesayetek neçar bimîne zimanekî ku jê hez nake fêr bibe, wê di tevahiya jiyana xwe de his bike ku ew ne para wî zimanîye, her çend bi tevahî li wî zimanî xwedî derkeve be jî.

Hêza enerjiya zimanên cîhanî, înglîzî û fransî:

* Enerjiya zimanê Îngilîzî:

Ew zimanekî realîst, materyalîst e, di navbera hiş û hestê de mêldarê zemîna navîn e.

* Enerjiya zimanê fransî:

Ew yek ji zimanên muzîkê yê herî xweşik e ku bi xurtî bandorê li hestan dike.

Enerjiya zimanê kurdî:

Enerjiya zimanê Kurdî ji hêla wateyên ku di çarçoveya hişmendî û hişê mirovan de, bi xwezaya srûştê û laşê mirov re, xwe pir dewlemend kiriye.

Di serî de kurd, divê ku bi zimanê xwe ve girêdayî bin weke civakek û bi enerjîyek pir mazin li erdnîgarîya xwe li kurdistanê, xwenasîya xwe biparêzên. Li ser hîma wê divê zimanê kurdî li erdnîgariya xwe, azad tevbigere. Dê zimanê xwe bi azadî xwedî bikin, da ku xwenasiya xwe ya pak bêyî mayîna zimanên dagirkeran pêk were, da ku li ser hîma xwe bibin xwedî hişmendiyek zelal û enerjiyek pak. Ev jî bêguman wê bibe sedema kêfa jiyanê, bê pîsîtîya baldarbûnên derûnî, hestyarî û ruhî.

Encam

Ziman bi vî rengîye ji bo civakên xwe, enerjiyek taybetîye ku li ser erdnîgariya xwe ya cihêreng li vê dinyayê belav bûye û enerjiya xwe ya taybet li her civakê belav dike. Çawa ku jiyan, ango hebûn, enerjiya xwe di gerdûnên pirjimar de belav dike.