Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 40 mehin agahî jê nayê girtin. Zêdeyî 25 sal in di yek hucreyê de tê girtin. Parêzer û malbat her hefte bi boneya biçin îmraliyê serî li wezareta dadê û Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê didin, lê hemû serlêdanên malbat û parêzeran bê bersîv dimînin. Li aliyekî jî parêzerên Buroya Hiqûqê li Ewropa serî li CPT, Konseya Ewropa û DMME’ê didin û dixwazin ku zorê li Tirkiyeyê bikin da ku karibin biçin Îmraliyê. Li Tirkiyeyê jî di pêşengiya OHD’ê de parêzer serî li Baroyan didin. Nhia jî endamên OHD’ê ya Semsûrê serî li Bakoya Semsurê dan.
18 parêzerên ku li Baroya Semsûrê qeydkirî ne, di pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) de ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Barhoya Semsûrê dan. Parêzeran li ber avahiya xizmetê ya baroyê daxuyanî dan.
Li se navê Parêzeran Yûsûf Ozperçîn ê OHD’î bi bîr xist ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin agahî nayê wergirtin. Ozperçîn, bal kişand ku xebatên pîşeyî yên parêzeran bi awayekî dij hiqûqî hatine astengkirin û wiha got: “Di 22’yê çileya 2024’an de serî li Wezareta Dadê hatibû dayîn ku li girtîgehê di cih de lêkolînek bê kirin, rewşa girtinê ya bi fikar bi dawî bibe û bêyî tu sînordayînek hebe hevdîtina bi parêzeran re pêk were. Lê wezaretê hêj ji serlêdanê re bersiveke erênî nedaye.” Ozperçîn, di daxwaznameya serlêdanê de hate diyarkirin ku divê baro li dijî vê bikevin nava tevgerê.”
Parêzeran piştî daxuyaniyê daxwazname dan Baroya Semsûrê. Di daxwaznameyê de bal kişandin ser çalakiya ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dane destpêkirin. Di daxwaznameyê de hate destnîşan kirin ku bersiv nedayîna serlêdanên li dijî tecrîdê tên kirin li dijî hiqûqê ye. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku cezayên dîsiplînê yên ji girtiyan re hatine dayîn derveyî hiqûqê ne û dan zanîn ku rayedar sûcên binpêkirina qedexeya îşkenceyê dikin. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku baro biçe girtîgehê û di cih de lêkolînê bike.
Endamên OHD’ê ji bo biçin Îmraliyê serî li Baroya Semsûrê dan
Parêzerên ku endamên OHD’ê ne bi boneya biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK’î Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Baroya Semsûrê dan.