Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê bi beşdariya şênî û endamên saziyên herêmê meşek li Kobanê li dar xist. Meşê li Qada Jina Azad a Kobanê ber bi Çerxerêya Selam ve dest pê kir. Beşdaran pankartên “Bi rihê jinên têkoşer em ê yekîtiya jinên cîhanê li dijî zîhniyeta baviksalar xurt bikin”, “Bi rêxistinbûyîna me, em ê qirkirina li dijî jinan bisekinînin û jiyaneke nû ava bikin” hildan.
Li Çerxerêya Selam mîtîngek hate lidarxistin. Li wir li ser navê jinên herêma Firatê, hevseroka Rêveberiya Giştî ya Darayî ya herêmê Feryaz Berkel tundiya li dijî jinên li Efganistanê û jinên ji hêla çeteyên DAIŞ’ê hatine revandin, şermezar kir.
Feryaz Berkel anî ziman ku ew jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan û komkujiya li dijî wan disekinin û got: “Îro jin ji hêla rejîman ve tên qirkirin. Ew hewl didin nasnameya wê biçewisînin û wan zindî binax bikin. Lê ne pêkan e, ji ber serdema binaxkirina jinan bi dawî bû.”
Feryaz Berkel da zanîn ku komkujiyên li dijî jinên li Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatine, îro li herêmên dewleta tirk dagir kirine dubare dibin û wiha axivî: “Ev dewlet jinên li pêş planên wê yên dagirkirina herêmê disekinin, hedef digire. Ji lewre dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yek in û armanca wan qirkirina jinan e.”
Feryaz Berkel bang li tevahî jinên li cîhanê kir ku piştgiriya jinên êşên zulm û bindestiyê dikişînin bikin, bi taybet jinên li Efganistanê ku êdî ji mafên xwe bê par in.
Meş bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû
Meş, di çarçoveya rêzeçalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku piştgiriya hemleya KJK’ê dikin, hate lidarxistin.