Koma Amed ji bo di 25ê cotmehê de li Qada Newrozê konserek li dar bixe, piştî 30 salan duh hat Amedê. Endamên komên ji duh ve serdana sazî û dezgehan dikin. Hatina endamên komê bi kêfxweşî û kelecanî tên pêşwazîkirin. Konsera dîrokî ya Koma Amed bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê û Sanatça Organîzasyonê ve dê pêk were.
Endamên komê duh serdana şaredarî û Amedsporê (Amedstore) kiribû. Endamên komê îro jî serdana saziyên çand û hunerê û ziman ên li Amedê kir. Endamên komê ewilî serdana Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Ma Musîc Center, Zarok Ma û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) kir. Di serdanan de stranên Koma Amed hatin gotin. Her wiha endamên komê û rêveber û xebatkarên saziyên çand û ziman li ser pêşketin û dewlemendiya çand û hunera kurdî li fikrên hev guhdarî kirin.
Her wiha endamên komê çûn ber Minareya Çar Ling a li Sûrê û qerenfîlan danîn şûna ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lê hatibû kuştin û ew bibîr anîn.
