13 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Endamê KNKê Ahmed Yaman wefat kir

Konseya Rêveber a KNKê ragihand ku endamê Komîsyona Karên Derve ya KNKê Ahmed Yaman koça dawî kiriye û peyama sersaxiyê weşand.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihand ku xebatkarê Tevgera Azadiya Kurdistanê, endamê Komîsyona Karên Derve ya KNKê, dîplomatê kurd Birêz Ahmed Yaman wefat kiriye.

KNKê bi vê wesîleyê peyameke sersaxiyê weşand. Peyama KNKê bi vî rengî ye: “Xebera xembar û dilsoj a wefata xebatkarê Komîsyona Karên Derve ya KNKê Birêz Ahmed Yaman, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Birêz Ahmed Yaman, di ciwaniya xwe de, di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih girt û bi taybetî jî di xebatên karên derve de bû xwedî misyonekî diyar. Nêzî 40 salan di xebatên Şoreşa Kurdistanê de cih digirt. Sala 1998an dema Birêz Abdullah Ocalan derket Ewropa, ew li welatê Îtalya berpirsyarê ofîsa karên derve ya Romayê bû. Di hatin û mayîna Birêz Ocalan a li Romayê de, xwedî rolekî diyar bû. Piştî avakirina KNKê, wî weke xebatkarekî Komîsyona Karên Derve kar kir û di herêma xwe de dîplomasiya Kurdistanê meşand. Piştî Îtalya, li welatê Swîsre di nava komîsyona karên derve de cihê xwe digirt. Herî dawî jî tevli Konferansa Xebatkarên Karên Derve ya Ewropa (17-19.12.2025 li Hollanda) bû. Heta rojên xwe yên dawî jî di nava xebatê vê de bû.

Em ji ber wefata Birêz Ahmed Yaman gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê, endam û alîgirên Tevgera Azadiya Kurdistanê û malbata wî.

Heval Ahmed Yaman, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê heta dawiyê ji bo yekîtî û azadiya gelê Kurdistanê têbikoşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”