Dayika Aştiyê Hanîfe Arslan a 82 salî ya ku di sala 2022yan de ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê girtîgehê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistina “lê hatibû birîn hat erêkirin, li gel gelek nexweşiyên wekî KOAH, tansiyona bilind û şekir hat girtin. Hanîfe Aslan a ku hatibû girtin ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat berdan.
Hanîfe Arslan a ji girtîgehê derket ji aliyê malbatê xwe ve hat pêşwazîkirin.
Hanîfe Arslan dema ji girtîgehê derket bi bîr xist ku ew dayika aştiyê ye û wiha got: “Em tenê aştiyê dixwazin. Me digot ‘xwîn bila nerije’. Divê êdî dayik negirîn. Bila deriyên girtîgehê bên vekirin û hemû hevalên me bên berdan. Ew hemî bêguneh di hundurê de ne. Hemû kesên bi min re girtî bûn, pir ciwan bûn. Yê herî mezin 30 salî bûn. Ez dixwazim hemû bên berdan.”