3 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jiyana xwe ji dest da

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêr li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koça dawî kir.

Hêvî Silêman a ji bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî di temenê 62 saliyê de wefat kir, 7 zarokên wê hene, bi welatparêzî û dîroka xwe ya bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî, di nava tevahiya rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, navdar e.

Hêvî ji mamosteyên destpêkê ku perwerde bi zimanê kurdî li Helebê di 2010 -2011an de dida û endama damezrîner a SZKê bû, ji damezrînerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê ye û herî dawî endama Koordînasyona Kogra Star bû.

Li kêleka xebatên xwe yên di saziyan de Hêvî Silêman di salên dirêj de cihê xwe di nava têkoşîna ji bo gelê kurd û jinan, girtibû. Nexasim, di berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê de roleke pêşengtiyê lîst. Di nava rêwîtiya jiyana xwe de Rêber Apo jî dîtiye.