12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya konferansa rojnamegeran aşkera bû

16’ê çileya vê salê, bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi armanca nêzîkirina çapemenî û rojnamegerên Kurdistanê, nirxandina rewşa çapemeniya kurdî û rol û misyona wê, li ser platforma dîjîtal a zoomê konferans hat lidarxistin.

Ji çar pareçeyên Kurdistanê û dîasporayê nêzî sed rojnamevan, mamoste û pisporên ragihandinê beşdarî konferansê bûn. Ji zû ve ye lidarxistina vê konferansê di rojeva çapemeniya kurdî de bû û ji bo wê xebat dihatin kirin. Ji ber şert û mercên pandemiya koronayê, konferans bi awayekî online hat bi rê ve çû.

Konferansê bi rêzgirtina ji bo rojnamegerên canê xwe ji dest dane dest pê kir û mijarên bi sernavên “Rewşa çapemeniyê ya li çar aliyên Kurdistanê”, “Rola çapemeniyê ya danasîna doza Kurdistanê”, “Di çapemeniyê de rola demokratîkkirina civakê” û “Derfet û astengiyên li pêşiya afirandina çapemeniyeke neteweyî û niştîmanî” hatin gotûbêjkirin. Di konferansê de nêrîn, helwest û pêşniyazên hevpar derketin holê.

Di encama konferansê de, di çarçoveya nêrîn û pêşniyazên hevbpar de xalên li jêr, wekî helwesteke hevpar hatine diyarkirin:

  1. Hewil bê dayîn ku platformeke ji bo rojnamevanan bê damezrandin da ku li ser pirsgirêkên hevpar yên Kurdistanê bi hev re kar bikin.
  2. Avakirina navendeke gotûbêjkirina xebatên ragihandinê.
  3. Piştevaniya çapemeniya azad bê kirin da ku bikaribe bi rola xwe ya gihandina doza Kurdistanê rabe û di pirsgirêkên navxweyî de azadtir bixebite.
  4. Divê karê rojnamegeriyê bi awayekî pisporî, objektîf û etîk bê kirin û rêgezên xebata rojnamegeriyê li ber çavan bên girtin.
  5. Bi sedan rojnamegerên kurd li zindanên rejîma tirk in, her wiha li Îranê jî rojnameger her tim tên girtin di vê çarçoveyê de pêwîst e rojnameger rewşa rojnamegerên girtî bişopînin. Konferans daxwaza serbestiya rojnamegeran dike.
  6. Ji bo rojnameger bi awayekî objektîf û şareza bûyeran bibinin, divê dezgehên peywendîdar hêsankariyê bikin û zanyariyên pêwîst parve bikin.
  7. Divê berê rojnamegeran zêdetir li wan deveran be ku êrîşên dagirkeriyê li ser wan in. Her wiha pêwîst e êrîşên navxweyî yên li ser maf û azadiyan jî bên dîtin.
  8. Pêwîst e yek ji peywirên sereke yên rojnamegeran, pûçkirina dek û dolabên ragihandina şerê taybet a dagirkerên Kurdistanê be.
  9. Di nûçe û bûyeran de zimanekî hevpar ku berjewendiyên neteweyî esas digre bê bikaranîn.
  10. Divê ragihandin xwe dûrî zimanê pergala baviksalar û zayendperest bike.
  11. Her sal bi vê armancê konferansek ji bo rojnameger û medyakaran bê organîzekirin.
  12. Ji bo agahiyên nezelal û şaş bandorê li rojevê nekin, pêwîst e aliyên peywendîdar ên Kurdistanê bi rojnamegeran bişêwirin.
  13. Peywir û mafên rojnamegeriyê li Kurdistanê bi qanûnan bên diyarkirin û rê li ber qanûnên ku mafên rojnamegeran binpê dikin bên girtin.
  14. Divê rojnameger di çeperên lihevanînê de bin û nebin beşek ji gurkirina nakokiyên aliyan.
  15. Pêwîst e dezgehên ragihandinê bibin aliyên nêzîkirina kurdên li çar aliyên welêt û derveyî welêt û nebin parçeyên ji projeyên dagirkeran.
  16. Divê dezgehên ragihandinê ne bi zimanekî cihê lê bi zimanekî hevpar yekitî û ewlehiya neteweyî biparêzin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê