Konferansa ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê li Zanîngeha Şark a Reqayê hate lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû.
Di dawiya konferansê de endama înîsiyatîfê Hind Dagistanî encamnameya konferansê xwend.
Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Bi dirûşmeya ‘Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de’ konferansa yekemîn li Zanîngeha Rojhilat a Reqayê li dar ket.
Di konferansê de xalên li jêr hatin pêşniyarkirin:
- Li cem dadgeha Ewropî, giliyê Erdogan bê kirin.
- Bala dewletên Peymana Cenevreyê îmze kirine bikişîn ser doza Rêber Abdullah Ocalan, komîteyên qanûnî ava bikin, ji bo ku doza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şîrove bikin.
- Di ragihandinê de balê bikişînin ser vê dozê, ji bo ku kiryarên Tirkiyeyê bêne eşkerekirin.
- Piştgiriyê bidin tevahî înîsiyatîfên navneteweyî û înîsiyatîfa Rêbertî.
- Zext li rêxistinên navneteweyî bikin, ji bo ku erkên xwe yên qanûnî û hiqûqî di doza Rêber Abdullah Ocalan de bînin cih.
- Li ser asta Rojhilata Navîn konferanserekê li dar bixin. Komîte û desteyên hiqûqî ava bikin ji bo ku van sûcan ragihînin aliyên têkildar.
- Ji bo eşkerekirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û ya cîhanê doz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê destpêkirin.
- Ji bo dîsa li doza Rêber Abdullah Ocalan vegere, nameyekê bişînin dadgeha adilê ya Yewnanistanê.
- Encamnameya konferansê li dewletên herêmî belav bikin, ji bo belavkirina fikr di nava gelan de çalakiyan li Sûriye û cîhanê zêde bikin.
- Konferans, ji bo lidarxistina çalakiyên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan platform e. Xwe bigihînin paytextên Erebî û cîhanê li ser asta qanûnî û hiqûqî.
- Ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina komî di doza Rêber Abdullah Ocalan de, vekirina dozê li dijî rayedarên tirk ên dewleta tirk li cem dadgeha navneteweyî.
- Ji CPT’yê bixwazin encamên serdana Îmraliyê ya dawî ku di Îlona 2022’yan de çêbûye, eşkere bike. Divê dewletên mezin di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka helwesta xwe û siyasetên xwe yên dualî di doza Rêber Abdullah Ocalan de biguhere.
- Ji bo naskirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan, avakirina komîteyeke tenduristiyê ya navneteweyî.
- Ji bo parastina doza Rêber Abdullah Ocalan avakirina komîteyekê ji parêzerên ji tevahî herêman û dewletan.
- Destûr ji malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan re dayin ku wî bibînin û tecrîda li ser bi dawî bikin.”