12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya Komîteya Dîplomasiyê: Tev li kampanyaya Azadiya Ocalan bibin

Nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, encamnameya civîna 25’emîn aşkera kir

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, roja 3’ê Îlona 2023’an civîna xwe ya 25’emin li gel Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, li navenda KNK’ê ya li paytexta Belçîka Brukselê lidar xist. Di vê civîna hevbeş de endamên herdu komîteyan bi hev re beşdar bûn û plansaziyek hevbeş amade kirin.

Li gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, bi taybetî rewşa dawî ya li başûr û rojavaya Kurdistanê, rewşa Kerkûk û Dêrezorê, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakur, başûr û rojava, rewşa xeternak û guhertina demografiya Efrînê, di salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de rewşa rojhilata Kurdistanê û tehdîtên dewleta Îranê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, her wiha helwest û bandora hêzên cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin niqaş kirin. Li gel plansaziya kar û xebatan, biryar û encamên konferansa bi navê “Di Sedemîn Salvegera Peymana Lozanê da Helwesta Gelên Kurdistanê” û karên din ên ku di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de bêne kirin jî, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.

Encamnameya civînê wiha ye:

“1- Rewşeke ne diyar li seranserê Iraqê heye û ev rewş ji bo statûtaya Kurdistanê jî xeteriyan bi xwe re tîne. Ji ber ku Iraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Iraqê. Mixabin di vê rewşa ne diyar de, hêzên Kurdistanî jî ne yek dengin û bilave ne. Di vê dema hesas de, serdana wezîrê karêderve yê Tirkiyê ji bo Iraqê û hewldanên wî, gelek balkêş bûn. Piştî serdana wezîrê karêderve yê Tirkiyê, li Kerkûkê bûyerên nexweş qewimîn û di encamê de çar welatiyên kurd hatin qetilkirin û gelek jî hatin birîndarkirin.

Raste pêkhateyên weke tirkmen, ereb û asûrî li kerkûkê dijîn û niştecihê wî bajarîne, lê Kerkûk parçeyek ji axa Kurdistanê ye û piraniya xelkê Kerkûkê kurd in. Bûyerên li Kerkûkê qewimîn ne ji rêzê ne. Em nikarin van bûyeran bi awayekî sivik bi dest bigrin. Ev bûyer berdewamiya êrîşên piştî referandûmê ne. Ev bûyer parçeyek ji siyaseta paktawkirina kurda ye ku li Kerkûk û deverên din ev demeke dirêje tê meşandin. Di vê bûyerê de destên dewleta tirk, Îranê û şovenîzma erebî têde hene. Derketina van bûyeran piştî serdana wezîrê karê derve yê Tirkiyê, ne tiştekî tesadûfe. Ji xwe dewleta tirk vî bajarî weke bajarê tirkmenan nav dike û ev demeke dirêje li wê deverê destwerdanan pêk tîne. Pêwîste hemû aliyên siyasî yên li Kerkûkê heyî bi hesasiyetek teybet, nêzî bajarê Kerkûk û nişteciyên Kerkûkê bibin. Divê her partî û her alî berjewendiyên xelkê Kerkûkê li ser berjewendiyên xwe de bigre. Divê emniyet û asayîşa Kerkûkê bête parastin û hemû pêkhate di nava aştî û aramiyê de bijîn.

Li ser vê bûyerê, em ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re serxweşiyê, ji birîndan re şifayê dixwazin, planger û êrîşkaran bi tundî şermezar dikin.

Ev êrîş parçeyek ji siyaseta têkbirina statûya federal a başûrê Kurdistanê ye. Eger em weke kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Erîşên dewleta tirk û yên Îranê, ewlekariya herêmê têxin di bin xeteriyeke mezin de. Êrîşên li Kerkûkê carek dî dane nîşankirin ku li başûrê Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Divê hemû hêzên Kurdistanî, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina deskeftiyên Kurdistanê bi hev re tev bigerin.

2- Di van rojên ku li Kerkûkê bûyerên li dijê gelê me pêktên de, dijminên gelê me li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî, li devera Dêrezorê bi destê çeteyan ketên hereketê û êrîşê deskeftiyên şoreşê kirin. Êrîş li Dêrezorê sînordar neman, li Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê jî pêk hatin. Êrîşkaran xwestin van bûyeran weke şerekî kurd û ereban bidin nîşan. Rastî ne ewe, di pişt van çeteyan de rejîma Sûrî, Îran û dewleta tirk hene.

Ev planê têkbirina Şoreja Rojava ye. Ev plan di encamên hevdîtin û civînên Astana û Soçî de hatine çêkirin. Ev plan parçeyek ji hevkaraiya dagirkeran a dema referandûma Başûrê Kurdistanê ye. Em nikarin bûyerên Dêrezorê û Kerkûkê ji hev cuda bigrin dest. Di heman demê de li Başûr û Rojava bi heman mebestê bi mebesta têkbirina destkeftiyên gelê kurd, ev bûyer û êrîş têne organîzekirin. Herdu bûyer jî bi heve girêdayî ne û navenda planê yeke û palnê dagirkera ye. Çawa dijminên me bi hevre dixebitin û bi hevre dikevin hereketê, divê em jî li hember wana yekîtiya xwe xurttir bikin û planên wana vale derxin.

Li Efrînê êrîşên li ser gelê me û planê guhertina demografiya Efrînê berdewam in. Niştecihên Efrînê heta 6 sal beriya niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta tirk, praniya kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagirkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên kurdan, gelek ereb û tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Heman tişt li Serêkaniyê û deverên din ên dagirkirîde jî pêkanîn. Tiştê li van deverên dagirkirî diqewimin, sûcên li dijî mirovatiyê ne. Divê hemû Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke taybet bi dest bigrin û van deveran azad bikin.

Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemû êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û taybet heye. Divê hêzên dewleta tirk ji hemû axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemû hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

3- Piştî bi êşkenceyê kuştina keça kurd Jîna Emînî ji teref hêzên rejîma Îranê ve, li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengiya jinan de, bi dûrişma “Jin Jiyan Azadî” gelên Îranê, rabûn ser piya û li hember zext û zilma rejîmê xwepêşandanên girseyî û mezin pêkanîn. Di van xwepêşandanan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan kirin û di van êrîşan de sedan kesan jiyana xwe ji destdan, hezaran kes birîndar bûn û deh hezaran kes jî hatin girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wan nediyare û her wiha gelek çalakvan hatin îdam kirin û ev îdam hêjî berdewam in.

Ev ji 40 salan zêdetire Komara Îslamî ya Îranê, di serî de mafên jinan û mafên demokratîk ên hemû gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serqut dike. Îran di serî de ji bo jinan û ji bo hemû gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwenîşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.

Civîn, xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemû çalakvanan. Civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandanan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike. Di vê demê de gefên dewleta Îranê li ser hêzên Kurdistanî zêde bûne. Îran gef li hêzên rojhilata Kurdistanê dike ku heta 19’ê îlonê çek danin û baregehên xwe yên li Başûr vale bikin. Ev rewşeke xeternake û nayê qebûlkirin. Civîn bang li hemû hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir eniyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember êrîşan tevbigerîn. Civîn bang li hemû hêzên muxalîf ên Îranê dike ku ji bo avakirina welatek azad û demokrat, eniyekî hevbeş pêk bînin û li hember rejîmê bi yek deng derkerkevin.

Niha salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” nêz bûye û salveger di 16’ê îlonê de ye. Li hundir li derve gelên Îranê xwe ji salvegerê re amade dikin. Civîn, bang li Kurd û hemû gelên Îranê dike ku di salvegerê de tevlî çalakiyan bibin û bi hemû awayî xwedî li şoraşa “Jin – Jiyan – Azadî” derkevin. Her wiha civîn, bang li hêzên cîhana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlin û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

4- Dewleta tirk, dijminê sereke yê gelê kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dewletên dagirker dike û li hemû cîhanê li dijî gelê kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagirkerî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e. Di heman demê de li Başîka, li Şengal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demê de rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagirkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê ye.

Di şerê li dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta tirk bi çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Heta niha gelek şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûne. Civîn di serî de NY û OPCW, bang li hemû saziyên peywendîdar ên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin û li dijî karanîna çekên kîmyewî derkevin. Her wiha civîn, bang li hemû hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriya xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.

Bi berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, êrîş û planên dewleta Tirk vale derxistine. Civîn, vê berxwedana Hêzên Azadiya Kurdistanê pîroz dike û silav dike.

5- Peywendiyên bi hêzên dagirker re hesas in û divê ev peywendî bi taktîkî bin û li gorî berjewendiyên gelê Kurd bin. Nabe bi dagirkeran re hevkarî bête kirin. Civîn, li dijî hêzeke kurd an parçeyekî Kurdistanê hevkariya bi dagirkeran re xeta sor dibîne û mehkum dike.

6- Şengal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şengal ji gelek aliyan ve di bin êrîşan de ye, divê hemû hêzên Kurdistanî li dijê êrîşên dagîrkeran ên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin. Divê li Şengalê nasmeya Êzidiyatiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xirabkirin û gelê Şengalê xwe bi xwe bi rêve bibe.

7- Ev 30 meh in agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye girtin. Herî dawî salekî pêş niha CPT çû Îmraliyê, lê heta niha çi agahî nedane. Ev rewşeke gelek xeternak e. Bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê nayê qebûlkirin û em bang li van saziyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyariyên xwe pêk bînin. Em piştgiriyê bidin Kampanyaya Azadiya Birêz Ocalan û bang li hemû kurdistaniyan û dostên kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.

8- Em di sedsaliya îmzekirina Peymana Lozanê de ne. Sedsal pêş niha di konferaseke navdewletî de, welatê me hate parçekirin û li ser çar dewletên dagirker hate parvekirin. Peymana Lozanê ji bo me Kurdan belgeya jenosîdêye û xencereke di nava dilê me de ye. Em weke gelê Kurd vê peymana reş qebûl nakin û bi hemû hêza xwe ve dijê wê belgeya komkujiyê derdikevin. Ji bo encamên xirab ên vê belgeya reş ji holê bêne rakirin, ji bo peymanên weke Peymana Lozanê carek dî li ser me neyêne ferzkirin, me di nava vê salê de gelek kar kirin û gelek çalakî pêkanîn.

Herî dawî me bi navê “Di Sedemîn Salvegera Peymana Lozanê da Helwesta Gelên Kurdistanê” di rojên salvegerê de li bajarê Lozanê konferansek Kurdistanî û mezin pêk anî. Her wiha di heman demê de li heman bajarî, me meş û mîtîngek mezin jî çêkir. Di civînê de konferans û hemû çalakiyên sedsaliya Peymana Lozanê, bi awayekî berfireh hatin nirxandin û ji bo biryarên konferansê cîbicî bênekirin plansaziyek hate çêkirin. Konferans bi giştî serkeftî hate nirxandin û ji amadekar, xebatkar û beşdarvanan re spasî hatin pêşkêşkirin.

Kar û çalakiyên sedsaliya Peymana Lozanê berdewam in. Di rojeva me de pêkanîna formeke (konferans – trîbûnal) navneteweyî heye. Me di konferansa Lozanê de helwesta gelê Kurd pêşkêşî raya giştî kir. Em dixwazin di asta û mezinahiya konferansa Lozanê de, formeke mezin a cîhanî jî pêk bînin. Em dixwazin di vê formê de bi awayekî akademîk û hiqûqî, di van sed salan de li Kurdistan û li herêmê encamên vê peymana reş, di asta navneteweyî de binirxînîn û encamên wê ji cîhanê re ragihînin.

Ji bo em sedsal din jî, di vê rewşa xirab de nemînin, divê em yekîtiya xwe xurttir bikin û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Ji bo vê yekê, em bang li hemû dezgeh, hêz, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemû gelên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û tevlî kar û çalakiyên li dijî vê belgeya reş bibin.

9- Em weke Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, bibin û em bi hev re karên dîplomasiya Kurdistanê pêk bînin û çalakiyên li dijî Peymana Lozanê bi hev re bikin.”

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Di heman demê de, rojeva sereke nirxandina Konferansa Lozanê û cîbicîkirina biryarên konferasê bû. Her wiha li ser plansazî û xebatên din ên sedsaliya Peymana Lozanê, bi berfirehî hate rawestan, plansazî li ber çavan re hate derbazkirin û hinek xalên nû ser hatin zêdekirin.”