27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya ÎHDê: Divê dewlet gavan biavêje

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Heseyîn Kuçukbalaban têkildarî konferansa “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet”ê de axivî û bang li dewletê kir ku gavan biavêje û operasyonên leşkerî bide sekinandin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li otelek Amedê di navbera 21 – 22yê Hezîranê de bi dirûşma “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” konferansek li dar xist. Di konferansê de malbatên PKKiyan û leşkeran û malbatên qurbaniyên şer hatin cem hev. Di konferansê de li ser aştiyê û pêkahtina aştiyê û lihevhatinek civakî nîqaş û axaftin hatin kirin. ÎHDê li avahiya xwe ya Amedê civînek çapameniyê li dar xist û encamnameya konferansê aşkera kir. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz û rêveberên ÎHDê tev li bûn.

Ji ewil Hevserokê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Kuçukbalaban da zanîn ku her kesî dît û dibîne ku ew hewcedariyê aştiyê ne û wiha got: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan, PKK xwe fesix kir. Lê hê jî dewletê tu gav neavêtine. Di pakêta 10emîn a darazê de hêviya gel hebû lê ev jî vala derket. Biryara xwefesixkirinê girîng e lê em dibînin ku li başûrê Kurdistanê êrişên li ser gerîla berdewam dikin. Ev jî dê pêvajoyê sobate bike. Divê operasyon bên rawestandin.”

Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz piştre encamnameya konferansê xwend. Yilmaz, diyar kir ku wan di roja yekemîn de li ser bîr-hafizeyê û di roja duyemîn de jî rola civaka siyasî û rêxistinên sivîl di pêkanîna aştiyê de konferans li dar xistin e û wiha domand: “Em îro pirsgirekên ku me di konferansê de tespît kirine eşkere dikin. Divê desthilat heqîqetê bibîne û bi vê heqîqetê re rû bi rû bimîne. Lazim e desthilat dest ji polîtîkayên şerê taybet berde. Politîkayên ewlehiyê tu pirsgirekan çareser nake. Temsîliyeta jinan û beşên din ên civakê tê piştguhkirin. Divê her kes bi zimanek aştiyane biaxive.”

Ercan Yilmaz destnîşan kir ku peşniyarên wan hene û wiha got: “Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd, girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan. Pêwîste biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û darizandina adilane bikeve dewrê. Divê rêya vegera li gundan bê vekirin. Divê jin bi awayekî wekhevî tev li pêvaoyê bibin. Pêwîste komîsyona heqîqête bê avakirin. Kesên ku beşdarî konferansê bûne jî diyar kirin ku hewceyî bi zemînek wekhev û edaletê heye. Aştî mijareke civakî ye.”