Tevî navbeynkariya Rûsyayê ya pêkanîna nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, lê nixumandinek heye. Civîna di navbera wezîrên karên derve yên her du aliyan de piştî hatibû diyarkirin, gelek caran hate bipaşxistin.
Di 4′ê Nîsanê de li Moskovê civîna çaralî ku tê de cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, dewleta tirk û hikûmeta Şamê hebûn, hate lidarxistin. Cîgiran li ser dewama şêwirên têkildarî Sûriyeyê li hev kir.
Di 9′ê Nîsanê de, nûnerê serokê Rûsyayê yê Sûriyeyê Alexander Yefimov ragihand ku civîna çaralî ya wezîrên karên derve heta Gulanê hatiye paşxistin.
Hikûmeta Şamê ji bo dan û standinan şert kir ku dewleta tirk hêzên xwe ji xaka Sûriyeyê vekişîne û garantiyên li ser vê yekê dixwaze. Lê çavkaniyên Rûsyayê ji rojnameya Şerq El Ewset re got daxuyaniyên berpirsên Şamê xerabkirina rewşa hundirîn e.
Di salên borî di hevdîtina van aliyan de bi taybet ji dema destpêkirina rêveçûna Astanayê, bazirganî û girêbest serwer bûn. Sûriye parçe kirin û dewleta tirk piranî herêm radestî hikûmeta Şamê û Rûsyayê kirin. Li aliyekî din jî dewleta tirk gelek herêmên Sûriyeyê yên ewle dagir kirin û şêniyên wê koçber kirin.
‘Ne berjewendiyên gelan lê yên rejîmên Şam û Enqerê dibin sedema lihevkirinan′
Muxalifê sûriyeyî û serokê Tevgera Çepgir a Şoreşger ya Sûriyeyê Xiyas Neyîse ji ajansa ANHA’yê re li ser vê mijarê wiha got: “Ez texmîn nakim ku nixumandineke mezin di nêzîkbûna Enqere û Şamê de hebe. Berovajî wê, ev rêveçûna di navbera her rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê de bi encam bû û di salên berê de pêk hatine. Bi taybet di mehên dawî de çêbûne. Tê payîn civîna her du serokan jî, ger Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket, dê li dar bikeve û dê bi wê re lihevkirinek çêbibe.”
Neyîse wiha domand: “Ji her du rejîman re berjewendiyên mezin di normalîzekirinê de hene. Dewleta tirk di vê yekê de cidî ye, ji ber ku ev yek barê penaberan ji ser radike û berpirsyariya komên çete ji ser xwe radike. Dihêle para dewleta tirk di avakirin û serweriya dema pêş a li Sûriyeyê de zêde mezin be. Ya herî girîng jî li gel dewleta tirk kabûsek heye û hîna jê rizgar nebûye, ew jî gelê Kurd û mafên wî ne. Ev mijareke hundirîn a navendî ye. Dibe ku lihevkirina bi rejîma Şamê re kedên her duyan ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser ku modela rizgariyê ye û metirsiya her du rejîman e, bibe yek”
′Enqerê dev ji timaya xwe bernade′
Di rêveçûna normalîzekirina navbera Şam û dewleta Tirk de nuqteya herî zêde li ser tê axaftin, hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê ye ku di salên borî de bi sedan nuqte û baregehên leşkerî lê ava kirin û herêmên fireh dagir kirin. Gelo dewleta Tirk amade ye dev ji timayên xwe berde?
Li ser vê yekê Neyîse wiha axivî: “Nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de nayê wateya ku rejîma Erdogan dev ji timayên xwe yên li Sûriyeyê berdaye, lê belê ew hewl dide mohreke qanûnî li van timayan bi erêkirina rejîma Şamê bide. Ew girêbesta di navbera her du rejîman de ye, li vir tawîz li wir jî qezenc. Di her halî de dê li ev yek li ser hesabên gelê Sûriyeyê, serwerî û biryara wê be.”
′Normalîzekirina Têkliyên ereban û Şamê girêdayî guhertinên navdewletî′
Hemwextî vê rêveçûnê, rêveçûnek din heye, ew jî nêzîkbûna Erebî bi hikumeta Şamê re. Ew yek ji Îmaratê de dest pê kir û li piranî dewletên Ereb, ji bilî Qeter û Mexribê belav bû.
Di du rojên borî de wezîrên karên derve yên Şam û Misirê serdana hev kirin. Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan bi wezîrê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad re li Cedayê civiya. Di daxuyaniyeke hevbeş de hate gotin di civînê de nîqaşên li ser lihevkirina Sûriyeyê der barê vegera wê li nava ereban de, rêbazên çareserkirina siyasî li Sûriyeyê hate nîqaşkirin.
Wezîrên karên derve yên Meclisa Dewletên Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê vegera Şamê li Komkara Erebî li Cedayê nîqaş dikin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El Ensarî got niha gelek dewlet mîna Qeter, Mexrib û Kiwêtê vê yekê red dikin.
Li ser mijarê Neyîse wiha pê de çû: “Ji normalîzekirina niha ya di navbera dewletên Erebî bi rejîma Şamê re çêdibe de, tê fêmkirin ku di çarçoveya guhartinên tund di pergala global a girêk de ku di şerê li Ukraynayê de teqiya, pêk tên. Ev jevketina pergala globalî ya kevn a bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bandorê li ser rewşa herêmê dikin. dewletên herêmê jî li ser vê yekê serxwebûneke xwe wergirt. Pergala herêmî ya erebî bi rêya sekinandina çalakî û şoreşên dikevin xizmetî pergalên desthilat, hewl dide hevserngiya xwe vegerîne.”
Neyîse wiha got: “Dewletên erebî yên herêmî hewl didin pergala desthilat geş bikin, her projeyeke rizgariyê ya heyî têk bibin, nehêlin şoreşên di 10 salên borî de li dar bikevin. Anku hewl didin rola pergalên desthilat li hember berjewendiyên rizgariyê yên gelên herêmê geş bikin. Bi wê re normalîzekirina wan bi rejîma Şamê re xwedî cihê pêşîn e, ji wê zêdetir Yemen, Sûdan û Lîbya.”
Tevî hin çavdêran li ser armancên dewletên Ereban nîqaş kir ku hevrikiya serweriya tirkî û îranî li Sûriyeyê ye, lê van dewletan bi xwe di demeke berê de hewl da nakokiyên xwe bi Enqere û Tehranê re çareser bikin.
Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî 13′yê Nîsanê serdana Tirkiyeyê kir. Li ser vê yekê Neyîse wiha got: “Têkiliya nêzîkbûna Tirkî-Misirî, bi normalîzekirina bi rejîma Sûriyeyê re heye. Lê belê xwedî ajoyên herêmî ye jî. Dewletên herêmê yên li herêmên me, li ser lawazbûna pergala cîhanê hewl didin nakokiyên xwe çareser bikin û li bendê ne ku şerê li Ukraynayê nîşaneyên çawa yên pergala nû ya
Neyîse diayr kir ku di navbera her du rêveçûnên erebî û tirkî bi Sûriyeyê re hevrikiyeke heye û heta niha diyar dibe ku li gel rejîma Sûriyeyê, dewleta Tirk û Îmarat xwedî parên mezin in. Lê rewş her tim tê guhartin û hin caran bi lez tê guhartin.
Neyîse anî ziman ku hin hêmanên derve jî hene û bandora van nêzîkantiyan li hundirê Sûriyeyê dike. Hikumeta Şamê ji van guhartinan nîşan dide ku ew bi saya serkeftina wê ya siyasî û leşkerî ye. Dê hikumet di vê yekê de guh nede mafên hundirîn û nîqaşan bi hêzên neteweyî yên Sûriyeyî re nake, di serî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dê rejîm bi zihniyeta xwe ya dûrxistinê û neîtîrafkirina bi hebûna tu şirîkî li welat ve girêdayî be.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd di axaftineke xwe ya li ser van civînan de gotibû: “Ev civîn windakirina demê û şertgiriya têkçûyî ye da ku serwerî û desthilateke zêde werin qezenckirin. Ne pêkan e mîna van civînên biguman çareseriya siyasî ku tê de mafên sûriyeyan hebe, bi xwe re bînin. Lê belê wê rewşa heyî girêktir bikin.”
′Welatê me bû bargeha artêşên dagirker′
Neyîse wiha got: “Rejîma li Şamê xwe serkeftî nîşan dide, lê rastî berovajî ye. Ew heta astekê lawaz e, aborî hilweşî ye, gel xizan kir, penaber kir û welat parçe kir. Êdî welatê me bû baregeha artêşên dagirker. Ger ev serkeftin be, ji têkçûyînên qirêjtir e.”
Neyîse wiha gotina xwe domand: “Ji bilî lihevkirin û dan û stadina bi Rêveberiya Xweser re tu reva rejîmê neman. Lê berovajî wê yekê, dê serhişkiya rejîmê welatê me bike qada şerê navxweyî ya dirêj. Dê herêmên mayî û sûriyayan wêran bike.”
Xiyas Neyîse wiha dawî li gotina xwe anî: “Ji bo gelê Sûriyeyê tu çavkaniya îlhamê ya pêşerojê, ji bilî Rêveberiya Xweser nema. Divê gel li dora wê bicive û ji bo aştî, avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî tê bikoşe, serxwebûnê, serweriya neteweyî û edaleta civakî pêk bîne. Ev projeya me ya neteweyî ji bo gelê Sûriyeyê bi giştî ye.”