Di êrîşa hêzên hikûmeta Şamê ya li rojhilatê kantona Dêrazorê de 7 sivîl birîndar bûbûn. Nûçegihana ANHA ya li herêmê aşkera kir ku ji wan 2 zarok in; yek bi navê Emmar El Yasir (17) û yê din Ehmed Xelîl El Mihemed ê 9 salî ye ku li nexweşxaneya Hecînê têne dermankirin.
Her du zarok jî ji bajarokê Xiranîc in, birîna Emmar xedar e û hewcedarî bi destwerdana nîştergerî heye. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku di êrîşa hikûmeta Şamê de 2 sivîl şehîd bûne û 7 jî birîndar bûne