Li gorî encamên ne fermî ku heta niha hatine parvekirin hevgirtina bi serkêşiya Muqteda El Sedir dengê herî zêde bidest xistin 73 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin. Hevgirtina bi serkêşiya serokê parlamentoyê yê berê Muhemed Helbûsî bi destxistina 38 kursiyan bû duyemîn. Hevgirtina (Dewleta Qanûnê) bi serkêşiya Nûrî El Malikî bi destxistina 37 kursiyan bû partiya sêyemîn. Li gorî saziya bilind a hilbjartinan dê heta 3 rojan serlêdanên der barê hilbijartinan de werin qebûlkirin û nirxandin.
Li gorî çavdêrên siyasî rêjeya tevlêbûna van hilbijartinên pêşwext ji hemû hilbijartinên berê kêmtir û lewaztir bû. Ew jî nîşan dide ku gelê Iraqê ji hewldanên guhertinê bê hêvî bûye.
Di hilbijartinên sala 2018’an de rêjeya tevlêbûnê 44,52 bû. Lê di van hilbijartinên pêşwext de nêzî ji sedî 60 neçûn ser sindoqên hilbijartinan û dengên xwe bikar ne anîn. Di encama nerazîbûna gelê Iraqê de û ji bo sereraskirina rewşa siyasî û aborî di sala 2019’an de gelê Iraqê ranbûbû ser piyan û dest bi xwepêşandanan kiribû. Di encamê de biryara hilbijartinên pêşwext hate dayîn û hikûmeta bi serokwezîriya Adil Abdulmihdî hatibû rûxandin.
Rewşa li başûrê Kurdistanê
Di van hilbijartinên pêşwext de encamên li başûrê Kurdistanê jî wiha bûn: PDK 32, YNK 15, Nifşê Nû 9, Yegirtina Islamî 4 kusî bi dest xistine.
Li gorî berê hejmara jinan zêde ye
Li gorî encamên destpêkê yên ku Komisyona Bilind a Hilbijartinê belavkirine, ji nava partiyên Başûrê Kurdistanê 23 jin ji bo parlementoya Iraqê hatine hilbijartin.
Li gorî encamên destpêkê yên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, li parêzgehên Başûrê Kurdistan û Iraqê partiyên Kurdî 63 kursî mîsoger kirin. Ji vana 23 jin in. Ev jî cara yekeme bi rêjeyek wisan jin di nava partiyên Kurdî de ji bo parlementoya Iraqê tên hilbijartin. Sedema vê yekê jî guherîna sîstema hilbijartinê ye.
Li gorî vê:
Hewlêr 6 jin
Dihok 4 jin
Silêmanî 7 jin
Kerkûk 2 jin
Ninowa 3 jin
Diyale 1 jin hatin hilbijartin.