24 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Encama hevdîtinê: Garantiya hiqûqî gelekî girîng e

Heyeta Îmraliyê ku bi lîderê CHPê re rûnişt, bal kişand ser girîngiya civîna komîsyonê ya roja Înê û got, "Bi taybetî ji bo civakîbûna aştiyê garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk gelekî girîng in."

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol serdana Navenda Giştî ya CHPê kirin û bi Serokê Giştî yê CHPê re hevdîtin kirin.

Piştî serdanê Bûldan û Sancar daxuyanî dan.

Pervîn Bûldan diyar kir ku dê Ozgur Ozel ji niha û pê ve jî piştgiriyeke hêja li pêvajoyê bike û got: “Me bi birêz serok re mijarên pêvajoya aştiyê, qonaxên piştî merasîma îmhakirina çekan, komîsyona li meclîsê bê avakirin, bendewariyên ji vê komîsyonê û lihevkirina ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê bi berfirehî nirxandin.”

Pervîn Bûldan diyar kir ku ev yek “civîneke girîng e” û got, “Ji ber ku sibe wê Birêz Nûman Kûrtûlmûş bi serokwekîlên komên hemû partiyan re serê sibehê bicive.”

Pervîn Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev hevdîtina beriya avabûna komîsyonê girîng e, me ev yek jî bi berfirehî nirxand. Ji ber ku her partiyek ji bo komîsyonê xwedî pêşniyar û bendewariyên cuda ne. Ji ber ku bendewariyên cuda hene ku di vê komîsyonê de bêne nirxandin û encam bê wergirtin, me meseleya komîsyonê bi berfirehî nirxand, nîqaş kir. Birêz Ozgur Ozel ji destpêkê ve tevkariyên girîng li meseleya aştiyê dike û me bal kişand ser girîngiya vê tevkariyê. Em hîn bûn ku Birêz Ozel wê ji niha û pê ve jî piştgiriya xwe ya li pêvajoya aştiyê dewam bike, wê piştevaniyeke hêja bike. Em spasiya Birêz Ozel dikin, ji ber ku em qebûl kir. Vê yekê dixwazim bibêjim. Civîna komîsyonê ya sibe bê lidarxistin girîng e. Em bi hev re li benda encama ji vê derê ne. Em ê encaman bibînin.”

Mîthat Sancar wiha axivî: “Me derfet dît ku mijarên girîng ên têkildarî qonaxa heyî ya pêvajoyê binirxînin. Bêguman di qonaxa heyî ya vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku Meclîs bikeve dewrê. Ji ber ku di meşa ber bi aştiyê de ji bo xurtkirina vê pêvajoya çareseriyê, meclîs wê bi roleke girîng rabe. Em ji destpêkê ve vê dibêjin. Bêguman ji bilî vê li qadên cuda pirsgirêk hene. Ji bo pêvajoya civakî bibe û aştî hemû civakê hembêz bike, divê berfireh bibe.

Ji bo bicihbûna aştiyê divê civakî bibe. Ji bo vê jî garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk gelekî girîng in. Bi civakîbûnê re aştî dikare pêk were. Amûrên herî girîng ên civakîbûnê jî garantiyê hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk e. Bêguman her partiyeke siyasî û her aktorekî civakî ji vê pêvajoyê xwedî bendewariyan e û dibe ku nêrîna xwe ya li pêvajoyê cuda be. Lê belê ji b çareserkirina pirsgirêkekê ku êşên 50 salan kom bûne, berpirsyariya me ye ku em bikevin nava hewldanên awarte. Bicihanîna vê berpirsyariyê jî bi diyalogê, bi diyaloga bi hêzên civakî û hemû aktoran dibe.

Em derbasî wê qonaxê dibin ku li ser zemîna meclîsê vê bi berfirehî bibînin. Beriya niha Pervîn Xanimê got. Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş banga civînê li serokwekîlên koman kir. Ev civîn wê li ser komîsyonê û pêşniyarên têkildarî wê be. Li gorî encama ji wê derê bê bidestxistin, dem û şert û mercên kar ên komîsyonê wê diyar bibe. Em ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştî, edalet û yekbûna civakî bi xurtî dewam bikin. Di vê rêyê de înşaleh em ê bi hev re bi ser bikevin.”