12 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Encama hevdîtina Ahmed Şara û Trump

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê der barê civîna Şara-Trump de ragihand ku di warê entegrasyona HSDê de lihevkirin çêbûye.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtina serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara de, lihevkirinek ji bo pêşvebirina entegrekirina Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de û “peymana ewlehiyê” di navbera Sûriye û Îsraîlê de çêbûye.

Wezaretê, di daxuyaniyeke ku roja duşemê hat weşandin de, ragihand ku serdana Ahmed Şara ya li Qesra Spî “Dîrokî ye ji ber ku ev cara yekem e ku pêşengekî Sûriyeyê li Washingtonê hatiye pêşwazîkirin û hevdîtinek bi serokê Amerîkayê re kiriye.” Wezaretê daxuyand ku civîn “di atmosferek dostane û avaker de pêk hatiye.”

Li gorî daxuyaniyê, Trump “Kêfxweşiya xwe ji bo rêveberiya nû ya Sûriyeyê” aniye ziman û pesnê “Serkeftinên hikûmeta Şamê ya di rizgarkirina welat, vegerandina ewlehiyê û pêkanîna reformên rêveberiyê de” daye. Trump herwiha diyar kiriye ku ew “bi biryar e ku di serdema pêş de hemû piştgiriya ku pêdiviya rêveberiya Sûriyeyê pê heye bike.”

Wezaretê ragihand ku li ser talîmatên Trump, di navbera Wezîrê Karê Derve Esed Şaybanî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Ruboî û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de “civîneke xebatê” ya sêalî pêk hatiye û armanca civînê “diyarkirina mekanîzmayên bicîhanîna peymana di navbera her du serokan de” ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump û Şara li hev kirine ku Peymana 10ê adarê bidomînin, HSDê tev li Artêşa Ereb ya Sûriyeyê bikin û saziyên dewletê ji nû ve bikin yek. DYA, herwiha diyar kiriye ku ew ê “piştgiriya hewildanên ji bo gihîştina peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re bike.”

Di daxuyaniyê de herwiha hûrguliyên peymana heşt xalî ya ku di navbera Fermandarê HSDê yê Giştî Mazlûm Ebdî û Serokê Demkî Ahmed Şara de di 10ê adara 2025an de hat îmzekirin jî hene. Peymana agirbesteke li seranserê welat û tevlikirina HSDê di nava parastina neteweyî ya Sûriyeyê de pêşbînî dike.

Wezareta Derve ya Sûriyeyê herwiha li ser bandorên aborî yên civînê axivî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump soz daye ku “mueyîdetan rake û deynan bi rêjeyên faîzê yên maqûl bide da ku pêşkeftinê pêşve bibe.” Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê roja duşemê ragihand ku hemû cezayên di bin Qanûna Sezar de ji bo 180 rojan hatine rawestandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “hemû qedexeyên aborî hatine rakirin, ji bilî hin danûstandinên bi Rûsya û Îranê ve girêdayî.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî ragihand ku Trump “pabendbûna xwe ya ji bo dabînkirina derfetek ji bo ji nû ve avakirin û geşepêdanê ji bo Sûriyeyê bi cih aniye.” Wezaretê herwiha pêkanîna “siyaseteke nû ya rêziknameya aborî ya ku şîrketên amerîkî, saziyên darayî û hevkarên navneteweyî teşwîq dike ku beşdarî aramiya Sûriyeyê bibin” ragihand.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyek hevbeş weşand û got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şenseke duyemîn dide Sûriyeyê ji bo ji nû ve pêşxistin û serkeftinê di têkoşîna li dijî terorê de. Rakirina mueyîdeyan armanc dike ku alîkariya Sûriyeyê bike ku pêşerojek yekgirtî û aştiyane ava bike.”

Di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de, serokê Amerîkayê Trump der barê pêşenegê Sûriyeyê Ahmed El Şara de got: “Ew pêşengekî pir bihêz e. Em ê her tiştî bikin da ku alîkariya Sûriyeyê bikin ku bibe dewleteke serkeftî.” Trump her wiha diyar kir ku “ji bo cara yekem, aştî li Rojhilata Navînê mimkun e” û got: “Ez bawer dikim ku Sûriye dê dîsa rabe ser pêyan. Hûn dikarin di demeke nêzîk de li benda hin daxuyaniyên girîng bin.”