13 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Encam, an jî ne encam Şerê Îran û Îsraîlê

Mîlîtarîzma Îranê binesaziyên xwe giranî li Kurdistanê bi cîh kiriye. Bi taybet jî hêzên bejahî û binesaziyên muşekên balîstkî giranî li rojhilatê Kurdistanê ne. Eyaleta Îlam, Loristan, Kirmanşah, Sine û Ûrmiyê di vî şerê dawiyê de bûne hedefên sereke.

Îran û Îsraîl; ev her du welat bi awayekî fermî di 13yê hezîrana 2025an de dest bi şerê xwînî, yanê şerê çekên agirdar, kuştinê kirin. Lê şerê her du welatan yê nefermî, bi rêbaza şerê bîrdozî, teknîkî, ruhî-derûnî, aborî, dîplomasî û polîtîk ev 46 sal in her roj tê meşandin.

Ji ber ku Komara Îslamê ya Îranê di sala 1979an de dema hat damezirandin, stratejiya xwe li ser bingeha tunekirina Îsraîlê danî. Li gor desthilata teokrasiya Îranê ‘pêwist bû Îsraîl li ser ruyê cîhanê bê tunekirin”. Îranê li gor vê stratejiyê hemû plansaziyên dewletê darişt, xist pratîkê. Li gorî vê; bi navê Kenbera Şîagerayî avakir û li Filîstîn, Lûbnan û Yêmenê hêzên tundrew ên cîhadîst rêxistin kir, bi çek kir.

Îsraîl di sala 1948an de dema hat damezrandin, li gor stratejiya şerê gel ê şoreşgerî yan jî gelê şerker xwe amede kir. Ji bo ku bi trajediyên dîroka rabirdû yên 2 hezar salî yên koçberî, komkujî, derbederî û herî dawî qirkirina Hîtler a li Almanyayê re car din rû bi rû nemîne pêwîstî bi xweparastineke mîlîtarîst dît. Li gor vê xwe saz kir. Dema hat damezirandin, cîhana ereb û misilman li dijî vê şêwazê derket. Li ser van bertek û nerazîbûnan şerên di navbera Misir, Lûbnan û Sûriyeyê yên ji 1958an heta 1980yan berdewam kir. Heta wê demê Îran û Tirkiye dostên Îsraîlê yên herî stratejîk bûn, lê di 1979an de li Îranê desthilat hat guhertin. Li Îranê Îslama Şîagerayî bû desthilat, li Tirkiyeyê jî di 1980yan de darbeya leşkerî pêk hat. Îranê got “tûnekirina Îsraîlê meşrû ye”, genaralên tirk jî bi navê “Birayên Misilman” tanzîm kirin. Di encama xebatên van herdu dewletan de, di 2015an de rêxistinên îslamgerî yên tundrew Îsraîl dorpêç kirin.

Herwiha Îranê di amadekirina çekên nukleerî de heta astekî amûrên atomî bi dest xistine. Dorpêça hêzên Îslama tundrew, hiraşe-tehdîda Îranê “pêwîste Îsraîl tunebe”, Îsraîl xist nav xof û tirsê. Trajediya 2 hezar sal an ya tunebûnê, sobên gazê yên Hîtler, vê carê jî tehdîda çekên kîmyabarana Îranê, destê desthilata Îsraîlê yê şer li dijî Îranê xurt kir.

Bêguman tenê ne Îsraîl, cîhana heyî, erebên sûnî, Ewropa jî ji ber bidestxistina Îranê ya çekên kîmyewî tirs û xofê dijîn. Ji ber ku bîrdoziya sîstema teolojiya Îranê bi navê Xwedê biryar dide, bi navê “Wilayeta Feqi” her şêwazî dikarin li hemberî her kesî cîhad an jî kuştina tekakesî bidin û didin jî. Mînaka herî biçûk: Îran, -kîjan alî dibe bila bibe, bes li dijî rejîma teokrat be-, dema biryara sêdarê ji bo kesên siyasî didin, hincetê bi “gruhê li dijî xwêdê” bi nav dikin û gorên wan jî naxin nava gorên giştî. Yanê li dijî wan derketin tê wateya ku li dijî Xwedê ne.

Ev şer û qeyrana pêk hat, her wiha yên ku îro şûn ve jî pêkbên, encama bîrdoziya netewperest, olperest, zayendperest de pêk tên. Heta ev feraset nêyê têperandin ev şerên nesilkujî yê her hebin. Mijar ne kî mafdar e, yan jî kê gunehkar e ye. Ev mijareke ramanî, bîrdozî ye. Felsefa Îranê Kerbela ye, êş û jan e ne çareserî ye. Felsefa Îsraîlê jî; felsefeya hevalbendê xwedê me ye. Gorî her duyan jî pêwîst e yek ê din tune bike.

Li gorî vê ferasetê cîhana em tê de dijîn kêmekî xwedî aqil, feraseteke mirovî be, destûr nade ku Îran xwedî çekên nûkleerî be. Di encamê de sedem çi dibe bila bibe, şerekî demkî yê germ hat meşandin, lê ev şer neqediyaye, êdî şêwazên din ên berê berdewam dikin, heta ku rejîma teokratîk çok dayne, belav be yê bidome. Êdî ne cîhan ne jî rejîma Îranê rojekî beriya 13yê hezîranê ye, ne jî bila kesek di vê mijarê de xwe bixapîne. Sîstema Îranê di mêjî de derbe xwer, feraseta wê ya bîrdozî birîndar bû, sazûmankariya wê ya dadê, aborî û dîplomasiyê bêçare ma. Her wiha lêgerînên civakê yên xwe  rêxistinkirinê destpêkirine. Vê lêgerînê di nava her qadên civakê de destpêkiriye, yanî tilsim û sihra Îmam Cuma (saziya bîrdozî ye, girêdayî wîlayeta feqi ye) hilweşiya.

Derencam rewşa li ser erdê çi ye, yan jî ji bo me kurdan çi divê? Wek mînaka şivanê kurda “ziravê şerê pezê me re heye an na?”. Mîlîtarîzma Îranê binesaziyên xwe giranî li Eyalet-Ostanê Kurdistanê bi cîh kiriye. Taybet jî hêzên bejahî û binesaziyên muşekên balîstkî giranî li rojhilatê Kurdistanê ne. Eyaleta Îlam, Loristan, Kirmanşah, Kurdistan (Sine) û Azerbeycana Qerbî (Ûrmiyê) di vî şerê dawî de bûne hedefên sereke. Yanî, polîtîkaya “bêalî mayîn” a ku PJAKê da pêşiya xwe polîtîkaya herî rast bû. Ji ber ku kîjan alî bigirî jî ya di nava lingan de bipelixe axa kurdan e. Her wiha, jeostratejiya rojhilatê Kurdistanê rast e rast sê beşên Kurdistanê di nav hev de ye û ber bi deriyê Kafkasan ve jî vedibe. Ji ber vê,  pezên me di bin lingan de heder nebin, qurbanê ber kêrê neyara nebin divê em wek rêxistinên kurd bi sebir, stratejiyeke demdirêj, jeostratejîk, jeopolîtîk û cîhanî bifikirin. Li gor encamên van xwe amedekirin, çarenûsa gelê xwe misogerkirin rast e, wekî din kî çi dibêje bila bêje tu weteyên wan yên polîtîk û civakî nîn in. Bi taybetî jî pêwîst nake ku em bi hefsarê kesên din hespên xwe bajon deştên nediyar.

Aqlê kurd, hişmendiya kurd divê vê serdemê xwe neke qurban, neçar nîn e bi navê hinekan grubên xwe bike senger û tercîha aliyekî bike. Bi xwe, bijardeyên xwe, rêxistinên xwe li gor berjewendiyên gelê xwe bi herkesê re bide û bistîne, sînorê dan û standina bi xwe diyar bike, da ku nekeve xefikan.