20ê çileya 2018an, Tirkiyeyê Efrîn dagir kir. Piştî dagirkirinê, komên El Emşat û El Hemzat li vir bi rêxistin kirin. Di rapora Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku sala 2020an hat weşandin, hatiye belgekirin ku li Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên wekî Efrînê ku kurd lê dijîn, koma Emşat bi fermana Ebû Emşa sûcê li dijî mirovahiyê dikin.
Hezîrana 2025an, El Emşat a girêdayî Tirkiyeyê li navçeya Şiyê ya Efrînê 3 navendên xwe çalak kirin. El Emşat di hezîranê de navendeke posta telefonê kir qerekola leşkerî û xwe birêxistin kir. El Emşat di bin serokatiya Mihemed El Casim Ebû Emşa de li navçeya Şiyê xwe birêxistin kir. Piştî xwe li vir birêxistin kir, li dijî gelê herêmê dest bi talan, dizî, revandina mirovan kir. Bi zorê dest danîn ser zeytûnên gel. Koma Hemzat jî bêhtir xwe li navçeya Reco ya Efrînê birêxistin kir. Li gorî çavkaniyên herêmê û rêxistinên navneteweyî, Hemzat û Emşat destekê ji Tirkiyeyê digirin. Berpirsê Hemzat Sêv Ebûbekîr e. Berpirsekî leşkerî ye. Girêdayî Wezareta Parastina Sûriyeyê ye. Koma Siltan Silêman Şah jî bi navê Emşat tê naskirin. Berpirsiyarê vê komê jî Muhamet Casim Ebû Emşa ye. Girêdayî Hemayê ye. Beriya wê ev kom girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bû. Piştî şikandina Beşar Esad û hatina HTŞê, ev kom beşdarî Wezareta Parastina Sûriyeyê bû. Cilê wan aydî ewlehiya giştî Emnel am in. Niha bi hêz û li ser piyan in. Hêzên wan li navçeyên Efrînê yên Şiyê û Raco hene. Emşat li Şiyê hene. Hemzat jî li Raco û Bilbilê ye, lê li taxên Helebê jî hene. Herdu kom girêdayî Tirkiyeyê ne. Berpirsê Ebû Emşat, Casim Emû Emşa digot, ‘Tirkiye çi ji me bixwaze em ê wê bikin. Ji ber ew parastina me dikin. Li cem me ne. Li gorî çavkaniyên herêmê Emşat û Hemzat di bin kontrola MÎTê de kar dikin.
Fermandarên wan ji Tirkiyeyê ne
Berpirsê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, têkildarî komên Emşat û Hemzat agahî dan û got: “Her çend di bin baneyê parastina giştî ya Şamê de bin jî destekê ji dewleta tirk digirin. Fermandarê wan girêdayî dewleta tirk e. Gelek caran li dijî hikûmeta Ahmet Şera derdikevin. Hemzat, li navçeyên Şiyê û Bilbilê hene. Li navçeya Şêrewa û Şiyê hene. Niha komên Emşat û Hemzat li Helebê jî xwe birêxistin kirine. Li gundê Nêrebiyê û derdora gundên Şehbayê jî bi cih bûne. Parastina Sûriyeyê li Helebê cih daye wan.”
Girêdayî Tirkiyeyê ne
Îbrahîm Şoxo da zanîn ku komên Emşat û Hemzat li Heleb, Efrîn û Şehbayê xwe birêxistin dikin û wiha axivî: “Li van bajaran bi hezaran endamên wan ên çakdar hene. Ev kom piştgiriya lojîstîk ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê digirin. Lê heta niha girêdayî Tirkiyeyê ne. Tirkiye piştgiriyê dide wan.”
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku li destpêka şerê li Sûriyeyê Tirkiyeyê ew hembêz kirin û di her alî de alîkarî da van koman û wiha pê de çû: “Li gel Tirkiyeyê, Qatar û Erebistan Siûdî jî piştgiriya perwerdehî û destêk da wan. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe dixwaze bi destê van koman her tim li Sûriyeyê aloziyê derbixe.”
Tirkiye û Qatar wan birêxistin dike
Îbrahîm Şêxo herî dawî da zanîn ku piştî şoreşa li Sûriyeyê komên çekdar jî zêde bûn û wiha bi dawî kir: “Wê demê li herêmê DAIŞ û El Nusra derketin pêş. Lê piştî zextên dewletan li ser koman çêbûn, DAIŞ lawaz bû. Piştî wê bermahiyên DAIŞê û El Nusra navê xwe guhertin. Di bin navê 25-30 koman de xwe birêxistin kirin. Dibe ku navên wan cuda bin, lê feraset û bernameya wan yek e. Li gorî perwerdehiya Tirkiyeyê xwe birêxistin dikin û kar dikin. Yên van komên li herêmê birêxistin dikin û bi rê ve dibin dewletên li herêmê yên wekî Tirkiye û Qatar in.”