Di 14’ê hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parazvanên wî hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Kurekî wê jî girtin û hê jî girtî ye. Emîne Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê û Edliyeya Enqereyekê demek dirêj nobeta Edaletê girt, çend caran ji ber tenduristiyê navber da çalakiyan. Emîne Şenyaşar hefteyek berê çalakiya xwe anî pêş deriyê meclisê. Lê ji ber nexweşiyê dîsa navber da. Piştî ji nexweşxaneyê tabûrcî bû, dîsa li pêş meclisê çalakiya xwe berdewam kir. Şenyaşar li şûna ku bêhna xwe vede serê sibê hat li odeya kurê xwe, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar.
Şenyaşar li vir daxuyanî da û destnîşan kir ku ew piştî qetlîamê tim nexweş dikeve û ji roja çalakiyê daye destpêkirin heya niha 4 caran emeliyat derbas kiriye. Şenyaşar da zanîn ku piştî qetilkirina malbata wê, tu sûcê kurê wê Fadil Şenyaşar ê hatiye girtin nîn e, tevî hemû cîhanê vê yekê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî dizane û wiha got: “Çima wisa dikin? Hinekî biwijdan bin û kurê min berdin.”
Şenyaşar, anî ziman ku çavê wê hêj li rêya kurê wê ye ku bê berdan û wiha pê de çû: “Dema mirov emeliyat dibe, diçe nav zarokên xwe. Lê ez naçim, ez ê li Meclisê bim. Serokê Meclisê soz da min. Heya ez zarokê xwe negirim jî ez ê neçim. Bila zarokê min berdin, da ku ez jî biçim li mala xwe. Êdî wan em jî kuştin, bes e.”