11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Emê hemû kolanan bi rêxistin bikin

Siyasetmedar Omer Onen anî ziman ku armanca van civînan ew e ku hemû kolan û gundan bi rêxistin bikin û ziman, çand, nasnameya civakê bêtir biparêzin û got: “Di civînan de derket holê ku gel dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe û baweriya wan bi Birêz Abdullah Ocalan heye.”

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 27 Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Vê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan, Tirkiye û çar aliyê cîhanê deng veda. Gelek siyasetedar, hunermend û rewşenbîran piştgirî da vê bangê. Pişt re rêxistinên TJA, DEM Partî û DBPê ji bo vê perspektifa Abdullah Ocalan bi gel re parve bikin, li Kurdistan û Tirkiyeyê, Hezar û 968 civîn plan kirin.

Di piraniya civînan de welatiyan bawerî û hêviya xwe ya ji Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê anîn ziman. Welatiyan anîn ziman ku fikarên wan ji dewletê hene ku dîsa Kurdan bixapînin û xwestin vê carê neyên xapandin. Di civînan de hat dîtin ku gel zêde pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û girêdayî tevgera azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Welatiyan xwest ku ji bo serkeftinê li her tax, kolan û gundan rêxistinê xurt bikin.

27ê Sibatê mohra xwe li dîrokê da

Têkildarî civînên li taxan Siyasetmedar Omer Oner anî ziman ku piştî banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat hat destpêkirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li dîrokê xist.

Omer Onen, da zanîn ku geşedanên li Rojhilata Navîn bandora xwe li her tiştî dike û got: “Li Rojhilata Navîn şer heye. Hêzên li vir bi çekan xwe bi rêxistin dikin. Lê gelê Kurd li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê gelê herî bi rêxistin û bi hêz e. Em dibînin ku pergala Netew Dewletê êdî ji pirsgirêkên gelan re nabe çareserî. Ji ber vê yekê Birêz Abdullah Ocalan bi pergala Neteweya Demokratîk çareseriyeke nû pêş xist û banga Birêz Ocalan bandora xwe li ser hemû gelê Rojhilata Navîn kir. Di nava tevgerê de guhertin û veguhertineke mezin heye. Rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêka dîrokê heta îro dinirxîne û bi wate dike. Piştî tekoşîna 52 salan pêdivî bi guhertin û veguhertinekê hat dîtin. Me dît ku tecrîda giran bi teybetî gelê Kurd bênefes hiştibû. Vê bandora xwe li ser gelê Rojhilata Navîn jî kir. Vê guhertina mezin nefes da gelê Rojhilata Navîn. Bandora vê guhertin û veguhertinê bi taybet li ser gelê Kurd, tevgerê û Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibe.”

Hêza dijber di hişê berê de israr dike

Omer Onen, da zanîn ku piştî 26 salan banga bi dîmen û wêne kelecaneke mezin da gel û bandoreke mezin çêkir û wiha axivî: “Li ser vê banga bi dîmen di nava PKKê de 15 jin, 15 mêr bi merasimeke bi wate û mîtolokjîk çek şewitandin. Bi vê çalakiyê xwestin rê li pêşiya siyaseta demokratîk vekin û di aliyê hişmendiyê de guhertin pêk bê. Pişti vê bangê tevgera Kurdan, gelê Kurd bawer kir û gav avêt. Lê em li dijber dinêrin, em dibînin ku di hişmendiya berê de israr dike.”

Armanc nêrîna gel e

Omer Onen, da zanîn ku ji bo vê pêvajoyê bi gel re parve bikin plansaziya civînên gel amade kirin û wiha got: “Nêzi 2 hezar civîn hatin plankirin. Hemû saziyên platforma Civaka Demokratîk beşdar bûn û pêşengî kirin. Armanca civînan ew e ku fikir û nêrînên gel bên girtin. Me xwest her kes dengê Birêz Ocalan bibhîze û fikrên xwe parve bike. Me xwe gihand hemû gund û kolanan. Ev civîn pir bi wate bûn. Di hemû civînan de girtek hatin girtin û li gorî van girtekan em ê siberojê bêtir xwe birêxistin bikin.”

Gel bi Abdullah Ocalan bawer e

Nêzî 100 sal in xapandinek heye. Înkara ziman û çanda kurdî heye. Li dijî hebûna kurdan tundiyek heye. Ev bû sedem ku gel baweriya xwe bi dewletê neyne. Lê baweriya gel ji Birêz Ocalan heye. Ji ber ku Birêz Ocalan vê pêvajoyê bi rêve dibe. Gel bi hêviyeke xurt ji Birêz Ocalan û hevrêyên wî bawer dike. Di 2013-2015an de minaka Mutabakata Dolmabahçeyê hebû. Ev bû sedem ku gel dîsa bibêje ‘Acaba’ dê çi bibe? Di encama van civînan de hat dîtin ku gel dixwaze xwe bi rêve bibe û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Heviyên wan ji pergalê tunene. Em wekî xebatkarên Civaka Demokratîk dixwazin bêtir parastina cewherî xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin. Parastina herî cewherî rêxistinbûyîn e. Em dixwazin hemû gund û kolanan bi rêxistin bikin û destê Birêz Ocalan xurt bikin. em dixwazin parastina civakê, xwezayê û hemû beşên civakê bikin. Em dixwazin li ziman, çand û hebûna xwe xwedî derkevin. Ev jî bi parastina cewherî pêkan e.”