Zêr çima bi qîmet e. Ji ber ku narize û zeng nagire. Yanî tawîzan nade. Di rêgezan de israr dike. Hesin çima bi demê re bê qîmet dibe. Ji ber ku bi okjîşenê re dikeve reaksiyonê. Yanî dişewite. Ango zeng digire. Dibe xwelî û dimire. Yanî tawîzan dide. Wê demê divê zimanê me jî mîna zêr be.
Sernavekî pir tev li hev xuya ye. Lê ez pir li ser fikirîm. Em wekî ku xwe diparêzin xuya dikin, lê di esas û rastiya xwe de em çiqas xwe diparêzin. Em hin caran ji xwe dipirsin. Em dibêjin ez kî me? Bêyî em li ser bifikirin em bi lez û bez bersîv didin. Em dibêjin ez KURD IM!!! Wê demê rêgezê vê gotinê hene. Yek divê em li gorî çand û zimanê xwe bijîn. Ya din jî divê em li her derê û her demê bi kurdî biaxivin. Niha di rojên dawî de piştî êrîşa li ser ziman pêş ket, li dijî wê dirûşmek jî pêş ket. Gotina “Her dem kurdî, her der kurdî.” Lê em dikarin vê gotinê hinekî nerm bikin û bibêjin “Her dem kurdî û li mal û welatê xwe bi kurdî”. Çima ez vê gotinê digherim. Eger îro em rewşenbir, pêşeng, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar, hevşaredar, hevserok! û nûnerên kurd li bajarên xwe, li kolan û malên xwe bi tirkî biaxivin û bi tirkî êrîşên li ser zimanê kurdî şermezar bikin, wê demê gelo yên li me guhdar dikin dê çiqas bawer bikin?
Em hin caran ne di ferqa rastiya pratîka xwe de ne. Em ne bi niyet û armanca parastina parastina ên din bikin. Lê eger em bi awayekî kûr û hûr li meseleyê binerin, em dibînin ku bêyî em di ferqê de bin, em bûne ên din. Ji ber ku em bi zimanê ê din diaxivin. Eger em bûbîn ên din, wê demê em hatine dijberî xwe. Eger em hatibin dijberî xwe, wê demê em li hemberî xwe dibin asteng. Em bûne xwe yê li dijî xwe. Eger em bibin xweyê li dijî xwe, em rê li pêşiya mezinkirin û xurtkirina têkoşîna xwe jî digirin. Ji bo vê yekê divê em xwe yê li dijî xwe dibe asteng, ji pêşiya xwe rakin.
Ji xwe armanc û hedefa dewletê diyar e. Me bike wekî xwe. Armanca me civakê jî diyar e. Em nebin ew. Em her tim wekî xwe bin. Em di xwebûna xwe de israr bikin. Ji bo em di xwebûna xwe de israr bikin û em her tim wekî xwe bimînin wê demê divê em li gorî rêgezê xwebûnê tev bigerin. Mînaka vê yekê ZÊR e. Zêr çima di cîhanê de bi qîmet e. Ji ber ku ji XWE tawîzan nade. Tu carî cewherê xwe winda nake. Hesin çima qîmet winda dike. Ji ber ku dema bi avê re dikeve temasê jeng-zeng digire. Dema zeng digire ji XWE bûna xwe dide. Tawîz dide û winda dibe. Tune dibe. Dikeve reaksiyonê. Her ku diçe winda dibe û tune dibe. Wê demê divê em bi zimanê xwe parastina xwe bikin. Em bi zimanê xwe daxuyaniyan bidin. Em bi zimanê xwe pankartên xwe vekin. Em bi zimanê xwe dirûşman berz bikin û bi zimanê xwe dowîzan binivîsin. Wê demê em ê karibin wekî ZÊR biçirûsin. Gelo kê rê li pêşiya me girtiye? Em ê li pêş xwe bûne asteng an yê li ser kolanan navê kurdî jê dibe? Bê guman armanca dewletê ji her derê tunekirina ziman e. Lê armanca me jî parastin e. Wê demê çima em li her derê neparêzin? Em biparêzin.