12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em xwe dixeniqînin

Birêndarê Çavrê

Ne mina axê wisa asan û aram bûm, nejî weke herçar hevalan wiha bêxem û bêtatêl bûm. Weke aşikê birçî min xwe dixwar ji ber bêhaybûniyên ji xwe bêhay.

Di bin asîmanekî şînspî yê bêpîvan û bêsînor de dirêjketîbûm. Li serbana ku ji sîtav a stêrkan ronahî bûbû, hebûna min, min bi min dida dîtin. Heyê min, siwarê xwe siwar kiribû û dibêdengiya perê kund de ketibû pey nêçîra xwe. Di kêliyekî bêdem de heyê min hîriya û min ji ser pişta xwe pekand nav dirîreşka. Bi sewta axîneke kur re, şibakên çavê min xwe dan alî, hema mîna lêdana birqê, xwe di kefa stêrkan de dan rûniştandin bîbikên çavên min. Di navbera du çirûskên ronîkên min de, xwe di doşega bîbikên çavên min de da çikandin nêma birînek axînkêş. Di tenikahiya nêm de, du balefirên agirbibar, ji bo agirê xwe yê dojehê li ser hinavê dilê welatê me Kurdistan ê bide rijandin; di navenda stêrkên pak de, diherikîn bi yanzdeh agirê dagirkerê xwînmij.

Ew kêlî, şibiyabûm tevgera xwezayê. Bi vê “Tu yê bihevalan re biçûya seyranê” dengê têkildaniya derve re li xwe varqilîm. Bi dilnexwaziyekî stuxwar ji mal derketim. Vê dengê ji nişkan ve “vê sibê te xatir nexwest?” bayê xwe li min wezand, li ser şopa xwe ez dam zivirandin, bi silav dayînê re em li ber çavan wendabûn.

Hema weke têjika bê dê, di navbera du zindiyan de wiha melûl melûl rûniştîbûm di tirampêlê de. Kêf û qerfê çarheval ên ku em pevre derketibûn rêka seyranê, bûbû donê tirampêlê. Awirên min bûbû heyê bîbikên çavên min û weke mozê hingiv di ser wê deşta ku mîna keça bedew dihat dîtin re difiriya. Ew di gola qerf û henekên xwe de bûn, awirên min jî, şopa pînekirinên dagirker dişopand bi xemgînî. Dagirker pîne bû, mejî ta dîtibû û bi kêfa xwe, pîna xwe li ser pênc lebatên me yên sehek û vîna ku xwebûniya me dida peytandin, pîne dikir bi dirûnkerên xwe. Tirampêl li ser rê yek hema wek dagirker wiha reştarî, bi lez ber bi bakur ve diherikî wek ajoker û siwarên xwe yên ji hebûn û tunebûniya xwe bêhay. Ji bo birina dewlemendiya serax û binax, deşt pîne kirîbû bi pînê dagirkerê xwînmij. Lê dîsa jî çilkek nepekiyabû bedewiya wê.

Ne mina axê wisa asan û aram bûm, nejî weke herçar hevalan wiha bêxem û bêtatêl bûm. Weke aşikê birçî min xwe dixwar ji ber bêhaybûniyên ji xwe bêhay. Bi dengek ne Pîran “Em hatin Dicle yê” re, min xwe di çermê xwe de bi cîh kir. Dema ji tirampêlê peyabûm, ya bala min kêşand serxwe; remza nîjatperestê xwînmijê dagirker; bi peyama ‘ez vîna we me, ez berdevkê we me, hûn beniyê min in’ bi wezîna bayê re pêl dida xwe li tîtika pîranê.

Li qeraxê çavkaniya çemê Dîclê (ku ew jî bi ava bendê wan, çiyayên berxwedêr di bin xwe de di fetisîne ) bi av a bendê hil dibû de, me kon vekir. Bi dengê, “Heval di vir re û di vir re diçûn û dihatin” re dihatin çikandin awirên min.

Zimanê kêfa seyrana me, bîrvekirina fetisandina me bû! Bêşik û guman min xwe noqî avê kir, hilma min a dudeqe daket çend hilma. Di bin avê de min çavên xwe vekir, xêliyeke spîgirtî xwe bi min da dîtin û pêre şidandiya hilmê ez avêtim peravê avê. Di encama geşedanan de kon hatin rakirin û me berê xwe da rojava; ango Hanê (Hênê).

Hema weke teyrêbaz ê çoltara, berya ajoker min xwe berda dola çiyayên têkoşer. Bê ji bo çi dagiker rêyan çêdike, di encama hin dîmenan de aşkere xwe da dest. Ew gotinên; “mala dewleta me şên be” heta îro bê em çilo hatinin xapandin; wek e banga dîkan di pêşiya min de destmal dihejandin. Keskahiyeke birqandî, bala awirên min di navenda xwe de da çikandin. Bîbikên çavên min, hefsarê awirên min şidand û mîna vizvizokê li çarmedorê min ez dam zivirandin û hema weke şalûla dabe pey nêçira xwe, di navbera herdu çiyayê ku bûye derguşa bûyîname ya dayiksalarî (neolotît) perwaz daxwe. Ji hilbûniya avê diyarbû ku dolek kûr, teng û dirêjbû. Her cara ku ji herikîna keştî pêlên avê li çiya diket, bi axîneke bê pênase, kerî bi kerî ji çiya ax dida qetandin û av ew di xwe de diheland.  Pêla muzîkek biyan periya kerika guhê min da alî û ez fetilandim ser dêngê xwe. Çend ciwanên ji nifşê niha, di şaneşîna keştiyê de xwe bimûzîka ne bi zimanê dayikê dihejandin û ji bo xwe bi hevalên xwe cuda bidin nasîn û pesnê xwe yê ji rastiya xwe dur bide, bênavber wêneyên xwe dikêşandin di wî dola ku ji wan re dibû gora xenoq! Di wî ponijandinê de, dîmena ku min şibandibû kevirê kevzgirtiyê bin avê; “wana kunên çinin?” ew dengê tatêliya zarokek bû. Hêj min xwe ji kevzgirtinê rizgar nekiribû, ev bersiv; “Hiş, bêdeng be. Ger ajalên dirînde dengê te bibihîze dê ji kuna xwe derkevin!” ez dibin germahiya şerma jina ducan de da helisandin.

Ew şikeftên ku ji bo domandina hebûna me, ji bo ewlehiya me û ji bo xwedîkirina me , bi keda dayikan di qontara çiyan de hatibû ava kirin; ew kêlî, ji dengê gotinê neviya wê ve,deriyê şikefta bû deriyê kuna ajalên dirînde; ango bû kuna xofê. Ew gotina ‘Mirovên dîroka xwe nizanibe, jixwe û ji pêşeroja xwe jî biyan e’ rasteqîn mîna guliyêdarbehîvê di parsûyê min de şax da û pelê xwe li ser ava keskgirtî de da raxistin.

Di şikeftên ku ez ji hêkê derxistime, di hêlîna ku ez bi zimankirime, di lîsa ku ez ji lîsê firandime jiyanê, ji bo balê bikişînim ser xeniqîna me; diqêriyam.Ew qêrîna mina bêdeng, bilî kurkirina rûyê ava ku bê vîna xwe ew bêkêr kiribûn, ez noqî wê bûm ku berya yên mayîn bixeniqim.