12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em û dem

Ji bo me dem payîzeke serboriye. Li navser û cênikên min û payizê kitûmatên belekiyan wekî xetên pişta pilingekê xwe li ser rûyê demê vezelandine. Henaseya demê pelên wextnameyan dihejmêre û wekî gelgeleyê ji ber bayên payîzî di konveşêrkên şikêran de kom dibin, bîranîn, kul û bêrî û birîn; hêvî û evîn, girêdayî jiyê me û şahidiya hişê me çi hebe, xwe di quncikên dilê me de kom dikin.

Awazek diljen ji qirika demê xwe li dilê me dide û ba guliyên demboriya me dihejîne. Lerzek mîna hesta evîndariyê, êşek mîna jana xerîbiyê, xemek bi hêviyê avis a bermaya bêriyê, kenek ji rûyê kulîlk û hezkiriyên me, coşek nehedar ji heyamên ciwaniya me, rikek ji çiyayên me asêtir, vînek ji herikîna çemên me dijwartir xwe li ser masûra hestên me dialîne û bablîsok bi xwe re tevnek rengîn ji temenê me radiçîne li ser hinarkên rûyê demê.
Û dem dibe neynika bejna serpêhatî û serboriyên me. Zarokatî û ciwaniya me di neynikê de destan li me dihejînin û mîna gulên li ser xalîçeyekê, bi destên xwe biranînên rengîn li ser navseriya me direşînin. Me digirînin, me dikenînin. Ken û giriyên me, hezkirin û evînên bêdawî bi taviyên baranê re li giyanên me dibarînin.

Em ji barîna hestên xwe şil dibin; wêrek û bidil dibin. Bayên zeman, zeviyên dilên me bi baweriyê dikêlin. Zeman û mekan dibin kiras û fistanên li bejn û bala kêliyên me û lewendiyên xwe bi bayê re ji pêşerojên wekî dilê me ronak re dihejînin. Pêşeroj di awirên me de dimeyîn; bi dengê pilqîniya hêviyên me yên li dilê demê vedidin, hezkirin di çavên me de disewin. Em bi hezkirî, dost, hogir û hevalan, dibin xwişk li gel hemû demsalan. Hedara zivistanê, hariya biharê, germiya havînê û zeriya payîzê li ser hinarkên rûyê me destên hev digirin û rûyê me dibe nîgar û nexşeya axa me bi hemû serpêhatiyên xwe ve.
Ji ber wê ye, em carna zivistanek dilavis, carna biharek rengîn, carna havînek bi deramet û carna payîzek xemgînin di payîzokên li ser zimanê dengbêjan de. An ku çarwerz û her herikbar in; dilmê ne em; dilovan û jiyanzê ne.