Bi salan e li hember gelê kurd bêmafî û bêhiqûqiyên bêhempa tên kirin, di meclîsa tirk de bi dehan caran zagonên operasyonên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatin derxistin, carekê tenê jî muxalefeta qaşo xwe wek demokrat û çepgir dibîne, negot, hûn çi ji gelê kurd ê mazlûm dixwazin û li dij ranewestiyan. Gava yek bi yek dest danîn ser şaredariyên kurd, gava şaredar, rêber, serok û rewşenbîrên kurd yek bi yek, kom bi kom avêtin zindanan, dîsa kesî dengê xwe dernexist, gava li meclîsa tirk erka parlamenteriya kurdan ji dest wan girtin û berê wan dan zindanê, tu dev jê berde li dij derkevin, bi dayîna dengê xwe piştgirî danê. Muxalefeta tirk qet carekê jî nehizirî û hişê xwe neanî serê xwe, ku ger kurd di têkoşîna azadî, demokrasî û dadweriyê de taştê ne, ew gurê har wê li firavîn û şîvê jî bigere û xwe birçî nahêle.
Li Tirkiyê di nav muxalefetê û gel de xwexapandineke ecêb heye, li ber çavên wan rojane kurd tên kuştin û girtin, lê ew dibêjin ku li Tirkiyê demokrasî û hiqûq heye, dewleta tirk dewleteke hiqûqî ye, dozger û dadwer wê adeletê pêk bînin an li gor adaletê tev bigerin.
Wan bi xwe û bi destê xwe li ser serê xwe dîktatorek çêkir û niha jî dor tê wan. Di vê rewşê de her gav mînaka Hîtler a li Almanya tê dayîn. Gava Hîtler tê ser îktîdarê, destpêkê ji komunistan dest bi girtinê dike. Civak bêdeng dimîne dibêje; Çawa be komunîst in, bila me ji wan xelas ke, ma çi ji me ye. Gava komunîst li holê namînin, vê carê dest bi girtina sosyalistan dikin û dîsa girseyên gel dibêjin; De bila me ji wan jî xelas bike, ma ji me re çi? Lê piştre dor tê, demokrat û rewşenbîran, dîsa gelek kes dengê xwe nake û dibêje; Ma ji xwe ew rehet nedisekinîn, ma ji me re çi? Lê piştî wan êdî pêdiviya gurê har bi şîv û paşîvê hebû, dest diavêje giştiya civakê û dîktatorî li ser giştiya civakê tê serdestkirin. Hûn dizanin, desthilatiya Hîtler gelê cihû şewitand û kir xwelî, civaka alman perîşan kir, hebûna wê di şer de tune kir. Dawî çi bû? Hîtler guleyek berda mejiyê xwe û bi tenekeyek benzîn hat şewitandin. Lê mixabin bi dîktatorê tirkan re ew wêrekiya Hîtler jî tine ye ku bibêje ka guleyekê berdim serê xwe.
Îro li Tirkiyeyê mixabin ev pêvajo bi rê ve diçe. Kesên xwe wek welatparêz, demokrat, rewşenbîr, sosyalîst û pêşverû bi nav dikin, ger roja hikûmet û dewleta tirk mafên kurdan binpê û înkar kir, gava dest danî ser şaredariyên wan, gava parlamenterên wan avêtin zindanê, gava li Dêrsimê, li Agiriyê, li Roboskî, li Kobanê jin û zarokên bêguneh dan ber gule û bombeyan û qir kirin, gava bi sedan gundên kurdan vala kirin û dan ber êgir, gelê kurd ji cî û warên wan penaberî giştiya cîhanê kirin, gava di zindanan de kurd riziyan û mirin dengê xwe derxistibana, li dij rawestibana, bi dengdayîna xwe nebûbana piştgir, niha pêwîstî pê nedima ku biqêriyana û bigotana dîktatorî heye. Yanî heta kêr negihişt ser stuyê Îmamoglu, qey Erdogan ne diktator bû, hema di şevekê de bû diktator? Dîktatorî di pêvajoyeke 20 salan de çêbû, gav bi gav bi destê we û bêdengiya we hat çêkirin. We bi piştgiriya xwe ya li hember kurdan cinawirek afirand û niha ew cinawir dixwaze hinekî goştê we bixwe, ji ber ku li kurdan dev jê ber de goşt, hestî jî nemane. Dayikên Şemiyê bi salan e li ber çavên we li hestiyên zarokên xwe dipirsin, de bila pozê Îmamoglû şewitî ba û ji hikûmet û dewletê daxwaz kiriba ku çend hestiyan derxin ber ronahiyê. Lê ka ew xîret? Gava mesele dibe doza kurdan hemû Tirkiye bi yek dengî dibin faşîst, dîktator, xwînxwar, qirker û bang dikin, ha kurdan bikujin ha kurdan bigirin, ha serî lê bipelixînin, ha ji kokê ve rakin. Çima? Ji ber ku kurd in! Demokrasî û adaleta îro CHP bi girtina Îmamoglu dixwaze jî, ne ji bo kurdan e ha! Gava Selahaddîn Demîrtaş hat girtin ma ne bi dengê wan parlamenteriya wî rawestandin û ew bûn alîkar ku bibin zindanê? Êdî gazincan ji kê dikin.
CHPê digot qey dîktator bi me venade û ji bo wê siyaseteke sixte bi rê ve dibirin. Binêrin berî çend rojan li Kobanê heft zarok tevî mezinên xwe hatin qirkirin. De bila parlamenterên CHPê hema rojekê meclîs boykot kiribana, bigotana ev jin û zarok jî mirov in û we mirovkujî kiriye, ka em komisyonekê derxin û kiryarên wê lêkolîn bikin, bibînin. Mixabin ev yek nekirin.
De vê carê bila ji bo xwe bikin, lê ew wêrekiya serhildanê bi wan re tine ye. Ger ji dil li dijî dîktatoriyê bin, bila xwe ji meclîsê vekişînin, ji bo kurdan ev yek nekirin, qe ne bila ji bo xwe bikin. 134 parlamenterên CHPê hene, bila tev xwe ji meclîsê vekişînin, bibêjin em di bin desthilatiya dîktatoriyê de parlamenteriyê nakin. Lê ka ew dil û ceger! Ew tenê gurê kurdan in, ku wan qir bikin, bigirin, bikujin û berê wan bidin nediyariyan.
Divê beşên din ên civakê ji girtina Îmamoglu ji bo xwe derseke baş derxin û hişê xwe bînin serê xwe û dev ji dijminatiya kurdan berdin: Ger li vê mêrgê kurd taştê ne, va ye CHP bû firavîn û hîn bi peyde wê şîv û paşîv jî were. Ji bo ew roj bi serê we de neyên, ji niha ve destê xwe bidin kurdan, ji ber rojên xwe yên berê û îro xwe şermezar bikin û ji kurdan lêborîna xwe bixwazin. Binêre, we ewqas zilm û zordarî, neheqî, girtin û kuştin li ser kurdan kir, lê kurd hîn jî dixwazin bi we re bibin bira, dost û bi wer e bijîn. Ma qet vîjdan, exlaq, namûs, mirovtî û rehm bi wer e nemaye? Kurdên we ew înkar kirine, kuştine, bi salan e hûn hestiyên zarokên wan ji ber wan vedişêrin, destê aştiyê dirêjî we dikin, hûn radibin bombeyan bi ser jin û zarokên wan de dibarînin. Hûn çi miletekî xwînxwar, bênanûxwê û nemirov in, ku vê derfeta rêbertiya kurd di sêniya zêr de daye ber we, li nav çavên kurdan dixin. Piştre jî gava têkoşerên kurd derdikevin û dibêjin, ji bo aştî pêk were, divê dewlet gavê biavêje, hûn wek zarokên bin xwe şil kiribin, digirîn û dibêjin na, bila bê şertûmerc xwe bixin nav devûdiranên cinawirê bi navê tirk ku zikê dîktatorî têr bibe. Dehaqê zalim ê koledar ê bû sedema ku Kawayê Hesinkar li ber serî hilde û Newroza em van rojan bi coş dijîn were holê jî qasî we û dîktatorê we ne zalim bû, ji ber ku wî rojê tenê mejiyê du ciwanên kurd distend, lê hûn roj û şev mejiyê hemû kurdan ji wan distînin, dîsa jî kela dilê we hênik nabe û êdî diçin li derveyî sînorên xwe jî zarok û jinên kurdan dikujin. Hûn ewqasî ji mirovtiyê dûr, ji qenciyê dûr, ji heq û hiqûqê dûr in. Heta hûn vê tirkitiya sixte ya we li ser bingehê tinekirina gelan çêkiriye, binpê nekin û dev jê bernedin, hûnê jî bi agirê kurdan bişewitin. Di vî şerî de tiştekî kurd winda bikin tine ye, ji ber ku ji xwe we her tişt ji kurdan stendiye, lê gelek tiştên hûn winda bikin hene. Nehizirin ku kurd wek peza qurbanê wê xwe radestî we bikin û li hêviya rehma gur û çeqelan bin. Kurd miletek in; ev 15 hezar sal in, ne împaratoriya Hûn, ne ya Rom, ne jî ya Osmanî nikarî wan tine bikira. Ew tev têk çûn, lê kurd hîn hene, li ser piyên xwe û zindî ne. Hûn faris û ereb û tirk jî wê biçin, lê kurd wê dîsa bimînin, Kurdistan wê her hebe û kurdî wê her bijî.