25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî, ne tenê rojeke sembolîk e. Ev roj mîrateya jinên têkoşer e. Ji dîrokê heta niha bi ked û berxwedaneke mezin hat heta asta niha. Di sala 2025an de jî jinan bi çalakiyên cur bi cur hêviyên xwe zindî hiştin, li dijî zihniyeta baviksalarî soza dewamiya têkoşînê dan. Li dijî tehekuma li ser jiyana jinan, qad dîsa tije bûn. Jinan ji bo jiyaneke azad, aştiyane, aram û civakeke demokratîk serê xwe bilind kir, gotina xwe dubare kir.
Di çarçoveya şerê taybet de bi salan e li bajarên Kurdistanê fihuş, hişbir li ser jinan û civakê tê ferzkirin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet, sala 2025an, jinan li her qadê berxwedana xwe derxist pêş. Yek ji van qadên girîng ên jinan lê li ber xwe dan çapemeniya azad e. Jinên wekî Oznur Deger, Zeynep Dûrgût, Rabîa Onver, Dîlan Babat ji ber polîtîkayên şerê taybet teşhîr kirin bûn hedef. Ji ber rastiya kuştina Rojîn Kabaîş nivîsandin û parve kirin hatin darizandin. Herwiha ji ber qirêjiyên çeteya fihûşê derxistin holê bi ser malên wan de hatin girtin. Dîsa rojnameger Şehriban Aslan pêkanîna polîtîkayên şerê taybet a li Roj Dem Cafe ya li Amedê teşhîr kir. Tevî pêkutiyên sîstematîk jî, wan dîsa jî dev ji pênûsa xwe bernedan û di 25ê Mijdara îsal de jî li qadan li dû şopandina heqîqetê geriyan. Nûçeyên xwe çêkirên û dîsa kameraya xwe hilgirtin.
Teşhîrkirina polîtîkayên zayendperest
Gelek rêbaz û cureyên tundiyê hene. Yek ji vana polîtîkayên zayendperest, newekheviya zayendî ye. Bi taybet li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kîjan îktidar hatibin serî bi van polîtîkayan xwestine jin û civakê biçewisînin. Bi vê rêbaza tundiyê hatiye xwestin ku civak ji aliyê îktidaran ve were kontrolkirin. Bi taybet jî ev polîtîkaya taybet bi zimanê medyaya alîgir jî tê meşandin. Li dijî vî zimanê zayendperest jî her tim rojnamegerên jin, bênavber xebitîne. Ev ziman teşhîr kirine û xwestine rê li ber tundiya bi vî rengî derdikeve holê, bigirin. Ev zimanê zayendperest ê ji aliyê medyaya alîgir ve tê bikaranîn di heman demê de wekî alaveke şerê taybet jî tê bikaranîn. Bi vî zimanî tê xwestin ku tundiya li ser jinan rewa bê nîşandan. Loma em dikarin bibêjin ku ajans, televîzyon û rojnameyên jinan li dijî vî zimanê cihêkar wekî alternatîfekê ye. Ji bo wekheviya zayenda civakî helwest û nêrîna rojnamegerên jin mîna zêrê di nav zîv de ye.
Xwedîderketina li dirûşma Jin Jiyan Azadî
Dirûşma Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşmeyek e. Ev wekî felsefeya têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê jî tê pênasekirin. Herwiha helwest û biryardariya li dijî tundiya li ser jinan jî nîşan dide. Di 25ê Mijdara 2025an de jî jinan ev dirûşm berz kir û peyama xwe da. Lê belê bêtehemuliya li dij vê dirûşmê, her tim dewam dike. Herî dawî ev dirûşma li meclisê hat berzkirin, di girtekên meclisê de cih negirt. Di heman demê de jî, sala 2024an, walîtiya Amedê ev dirûşm qedexe kir. Lê jinan guh neda qedexeyan. Li qadan bi dengekî hîn bilindtir got ‘Jin Jiyan Azadî’. Di heman demê de ev êrişa li dijî vê dirûşmê û avakirina bingeha tundiyê dîsa ji aliyê jinên rojnameger ve hat teşhîrkirin. Wan bi nûçe û bernameyên çêkirin ev zexta sîstematîk teşhîr kir û bi civakê dan bihîstin. Ew bi çêkirina nûçe û bernameyan xwedî li dirûşma Jin Jiyan Azadî derketin.
Ber bi civaka demokratîk ve
Cudahiya 25ê Mijdara îsal yek jê destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû. Di 27ê Sibatê de bi banga rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê dest pê kir. Loma jinan îsal bi dirûşma ‘Bi civaka demokratîk ber bi azadiya bê tundî ve’ dengê xwe li dijî tundiya mêran bilind kirin. Jin heta niha jî pêşengiya vê pêvajoyê dikin û ji bo aştî, azadî û edaletê hewldana xwe dewam dikin. Li vir gerek em keda rojnamegerên jin a di vê pêvajoyê de ji bîr nekin. Wan bi pênûs û kameraya xwe ev pêvajo şopand. Aliyê dîtbar ên vê pêvajoyê nîşanî civakê dan.
Nenaskirina nûnertiya wekhev
Yek ji têkoşîna bi salan a jinan li dijî nenaskirina nûnertiya wekhev e. Ji ber ku nenaskirina nûnertiya wekhev di heman demê de sedemeke mezin a kûrkirina tundiya li ser jin û civakê ye. Zihniyeta desthilatdar a mêr vê yekê bi salan e wekî alaveke parastina îktidara xwe jî bi kar tîne. Herwiha wekî rêbazeke tundiya li hember jin û civakê jî bi kar tîne. Mînakên nenaskirina nûnertiya wekhev gelek in. Lê mirov dikare du mînakên girîng bidin. Yek jê pergala hevserokatiyê ye. Sîstemê her çiqas êriş biribe ser vê pergalê jî lê belê bi têkoşîna jinan dîsa ev pergal li ser piyan maye. Rojnamegerên jin jî bi rol û misyona xwe li ser girîngî û taybetmendiya pergala hevserokatiyê sekinîn. Dîsa wexta Komîsyona Piştevaniya Neteweyî Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hat avakirin jî ji 53 endaman tenê 9 jê jin bûn. Ev jî nîşan dide ku îktidara heyî çawa li dijî nûnertiya wekhev e. Dîsa yên ku ev teşhîr kir û bi nûçe û bernameyên xwe dijminatiya li hemberî nûnertiya wekhev aşkere kir rojnamegerên jin bûn. Ew ê ev têkoşîna li dijî vê helwesta ku tundiyê zêde dike, her tim dewam bike.
Em serî ji tundiyê re natewînin
Budçeya ji aliyê îktidara AKP-MHPê ve ji şer re tê veqetandin, qirkirina xwezaya Kurdistanê, polîtîkayên koçberkirina gelê kurd a ji ser axa xwe, polîtîkayên asîmîlasyonê, tecrîda li ser rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û civaka kurd, parastina mêran ji aliyê darazê ve, zagonên tenê li ser kaxizê dimînin, vekişandina ji Peymana Stenbolê, nepêkanîna zagona 6284, ferzkirina keda erzan a li ser jinan, xizanîhiştina jinan û hwd jî rê li ber tundiyê vedikin… Armanca vana ew e ku jin ji xweza, çand, huner û nasnameya xwe bên dûrxistin. Dîsa li vir rol û misyona girîng a kedkarên çapemeniya azad derdikeve holê. Ya ku avêtina du welatiyên Wanê ya ji helîkoterê jî teşhîr kiribûn dîsa kedkarên çapemeniya azad bû. Yên dîsa bi şopandina heqîqeta xwe van rastiyan derxin kedkarên çapemeniya azad in û ew ti carî li hemberî tundiyê jî serî natewînin. Jixwe ew bi hilgirtina pênûs û kameraya xwe her tim dibêjin, ‘Em serî ji tundiyê re natewînin.’
