25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin

Mûsa Şanak

Behsa diyalog û çareseriyeke demokratik; behsa xwe guherandin û guhertinê tê kirin. Lê ji xêncî gotinê ji eniya dewlet û desthilatdariyê kirineke erênî ya wiha berbiçav a ku dê baweriyê bide civakê xuya nake

Wa ye dîsa vebûn bi sed hezaran dibistanên li Tirkiye û Kurdistanê. Dîsa dest bi perwerdehiya bi tirkî kirin di her astê de, ji pêşdibistanê bigir heta zanîngehê. Dîsa bêpar man zarok û ciwanên kurdan ji perwerdehiya bi kurdî.

Ji sed salî zêdetir e ku em kurd bi polîtîkayên mêtingeriyê yên wekî înkar û tunehesibandinê re rû bi rû ne. Ziman, çand û nasnameya me tûne tên hesibandin û tên qedexekirin. Wekî civak û netewe me ev yek qebûl nekiriye û ji Serhildana Koçgiriyê bigire heta îro me bi dehan caran îtiraz kiriye û serî rakiriye. Pergala mêtinger li şûna ku dev ji neheqiya xwe berde zilim li me kiriye, em kuştine, gundên me şewitandine û em mişext kirine. Her ku me serî hildaye û dewa heqê xwe kiriye wan zilim û hovîtiya xwe zêdetir kiriye.

Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya di nava van pêncî salên dawîn de jî berdewamî û lûtkeya wan serhildan û berxwedanên berê ye. Bi saya vê têkoşînê kurdan hebûn û nasnameya xwe dost û dijmin bi her kesî da qebûlkirin. Digel vê yekê jî pergala mêtinger hê dev ji qedexe û înkarkirinê bernedaye.

Îro ro behsa pêvajoyekê tê kirin. Hewldana vekirina rêyeke aştiyane heye. Behsa diyalog û çareseriyeke demokratik; behsa xwe guherandin û veguherandinê tê kirin. Lê ji xêncî gotinê ji eniya dewlet û desthilatdariyê kirineke erênî ya wiha berbiçav a ku dê baweriyê bide civakê xuya nake.

Gelo ev tê çi wateyê? Divê em çi navî li vê durûtiyê bikin? Mebesta wan çi ye? Çima her carê xwe li hincetekê digirin?

Karê herî hêsan afirandina hincetan e. Heke dewlet û desthilatdariyê di derbarê çareserkirina pirsgireka kurdan de biryareke stratejîk bida, dê ji bo bipêşxistina pêvajoyê rojê sed hincet peyda bikira û gorî wê jî gav biavêta. Nexwê pergala mêtinger hîn bi awayekî taktîk nêzî vê meseleyê dibe û xwe dixapîne. Pê re hewl dide ku civakê jî bixapîne.

Gelo dê bikare Rêzdar Ocalan bixapîne? Dê bikare Tevgera Azadiyê bixapîne? Dê bikare civaka kurd bixapîne?

Dibe ku xwe bixapîne, lê ne pêkan e ku bikare Rêzdar Ocalan û Tevgerê û civaka kurd bixapîne. Kurd êdî ne kurdên berê ne. Rast e, hê gelek kêmasî û qelsiyên xwe hene. Lê gîhiştiye asteke wisa ku êdî bi hêsanî ji hev derdixîne ku ka ji bo wî çi bi xêr e û çi jî şer e.

Qelsiya me kurdan a herî mezin, a ku me bi xetereyan re rû bi rû dihêle jî nêzikatiya me ya li hemberî çand û zimanê me yê neteweyî ye. Bi minasebeta 21ê Sibatê lêkolînek hatibû çêkirin. Di encamê de derketibû holê ku rêjeya wan zarokên ji 10 salî biçûktir ên ku di malê de hînî kurdî dibin û diaxivin daketiye %8an. Ev nîşaneya xetereyeke mezin e. Piraniya ciwanên Bakûr bi zimanê xwe nizanin. Yên ku dizanin jî bi piranî pir kêm dizanin û bi tirkî diaxivin. Ciwanên ku pêşengiya têkoşînê dikin bi tirkî diaxivin û dijîn. Hema hema du nifşên dawîn ên civaka me ji çand û ziman û nasnameya xwe ya neteweyî bi dûr ketine. Rewşa jinên ciwan jî wisa ye. Rêveberiyên Herêmî li hin cîhan ji bo dayîk û jinên kurd ên ku bi tirkî nizanin kursên xwendin û nivisandinê yên bi tirkî vedike. Lê di vekirina kursên kurdî de ewqas ne heweskar in.

Jin û ciwan pêşeng in. Ku pêşengên me wiha bin, dê halê me çawa be?

Çendek berê jî lêkolînek hatibû çêkirin û li gorî encamên wê jî rêjeya wan kesên ku perwerdehiya bi kurdî dixwazin %97,79 e. Em bibêjin ji sedî 98 kes perwerdehiya bi kurdî dixwazin. Ev rêjeyeke pir bilind e ku divê mirov pê kêfxweş bibe.

Îro yên ku têkoşîna zimên didin komeke biçûk a dildaran e. Ew di vê oxirê de her tiştî hildidin ber çavan û xwe seferber dikin. Hewl didin ku sazîbûn û rêxistiniya xwe xurttir bikin û hişmendiyekê ava bikin di nava civakê de. Mixabin di gel bêderfetî û gelek dijwariyan têdikoşin.

Gelo têkoşîna zimên tenê karê sazî û dildarên zimên e? Çima hemû qad û saziyên me xwe wek perçeyekî vê nabînin? Çima zimên wek rojeveke xwe ya bingehîn û sereke qebûl nakin û xebatên xwe li ser vî esasî nameşînin? Çîma her qadeke me di vî warî de stratejî û bernameyeke xweser ava nekiriye û butçeyek veneqetandiye?

Zimanê kurdî -kurmancî û kirmanckî/zazakî-  zû yan dereng dê bibe zimanê perwerdehiyê. Dê ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê di her astê de bi kurdî perwerde were dayîn. Dê têkoşîna me bi ser bikeve û rojek bê bi dawî bibe ev zilim û neheqiya heyî. Gelo em çiqas amade ne?

Heke sibe ev yek pêk bê em çiqas amade ne? Ji bo vê me sîstem û stratejiyek diyar kiriye? Me mamosteyên xwe gihandine? Me çavkaniyên xwe amade kirine? Mixabin na!

Gelo ev yek tenê peywira saziyên zimên e?

Bi minasebeta vebûna dibistanan saziyên zimên hewl dan ku balê bikişînin ser vê neheqî û zilma ku bi  dehan sal e didome û bi şiara “EM PERWERDEHIYA BI KURDÎ DIXWAZIN / EM PERWERDEYÊ BI KURDKÎ WAZENÊ” çalakî û meş li dar xistin û daxuyanî dan. Ji kerema xwe re li dîmenên ku derketine holê binêrin û rewşê binirxînîn. Ka di kîjan çalakî û daxuyaniyê de çend hevserok û wekîl, çend hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan, çend hevserokên navçe û bajaran hene. Ka çend rêveber û endamên qad û saziyên me yên cur bi cur hene. Gelo ew li ku ne? Çi xebatê dikin, di kîjan civînan de ne? Ka ziman di rojeva wan de heye; yan na?

Heke ziman îro jî ne di rojeva wan de be, dê kengê hebe?

Rêjeya kesên ku perwerdehiya bi kurdî dixwazin %98 e. Ka ew li ku ne? Çima ji bo vê daxwaza xwe tênakoşin? Ma tenê xwestin bes e? Ev xwestek çima tenê di gotinê de dimîne? Ma bêyî têkoşîn heta niha tiştek hatiye bidestxistin?

Em dixwazin ku rewşa heyî xal bi xal bi awayekî bêhtir zelal raxin ber çavan û balê bikişînin ser çend tiştên ku divê bên kirin.

1-Divê em demildest dest bi amadekariyên perwerdehiya bi kurdî bikin. Divê ev bi tevlêbûneke gelemperî pêk bê. Bi taybetî jî avakirina derfetan, birêxistinkirin û kordînekirina wê. Ji bo vê divê komxebat û konferans bên lidarxistin. Meclîsa Zîmên bi vê mebestê dê li Wan, Amed û Stenbolê komxebat û konferansan çêbike.

Li Rojava ji deh salan zêdetir e ku perwerdehiya bi kurdî tê dayîn û tecribeyek çêbûye. Li Başûr û Mexmûrê jî tecribeyek heye. Li Qafqasyayê û hin welatên Ewropayê jî heye. Divê mekanîzmayek bê avakirin ku bikare van tecribeyên cuda bike yek û ji bo Bakûr pergal û stratejiyeke perwerdehiya bi kurdî ya guncav ava bike. Di serdema Kurdî-Derê de hewldaneke baş çêbûye, lê bi ser neketiye. Dersên ku ji vê hewldanê werin derxistin hene. Divê sûd ji wê keda hatî dayîn bê wergirtin û ew bê parastin.

2-Divê em ji avahiyan derkevin û xwe bigihînin civakê. Demeke ku me xwe bi avahiyan sînordar kiriye. Em li bendê ne ku gel bê saziyan. Gel û sazî ji hev qetiyane. Yên ku bi israr tên saziyan û diçin kêm bûne. Ji bo berfirehtir û civakîkirina têkoşîna zimên, lazim e ku em ji avahiyan derkevin û biçin taxan. Di nava gel de li taxan înîsîyatîf û komunên zimên û komên xwendina pirtûkên kurdî ava bikin. Li taxan her cîhekî bikin kurdîgeh. Lazim e ku her kurd xwe wek aktivîst û têkoşereke/î kurdî bibîne û têkoşînê di xwe de bide destpêkirin û ji xwe, ji malbata xwe ber bi gund/ tax û bajarê xwe ve berfireh bike.

3-Sazîbûna me qels e. Me xwe negîhandiye hemû navçe û bajaran. Divê em qelsiya xwe ji navê rakin û li her derê sazîbûna xwe ava bikin. Em bi navendên bajar û navçeyan ve bi sînor mane. Divê em gundan ji bîr nekin û wan jî bikin qada xebat û têkoşîna xwe.

4-Xebatên ku xîtabê zarokan dikin û çand û zimanê kurdî bi wan didin hezkirin jî pir kêm in. Divê em li her derê zarokîstanan vekin û xebatên ji bo zarokan bikin bingeha hemû xebatên xwe.

5-Kordînasyon, hevtemamkirin û hevxurtkirina saziyên ku di vî warî de xebatê dimeşînîn pir qels e. Pirserîtî û belawelatiyek heye. Divê ev bê sererastkirin.

6- Wek du qadên cuda pênase û birêxistinkirina qadên zimên û çandê, nêzikatiyeke bi pirsgirek e. Encamên vê yekê hêjayî nirxandineke kûr û berfireh e. Xuya ye ku tiştê ku jê hatiye mebestkirin pêk nehatiye. Em dikarin bibêjin ku vê nêzikatiyê bandoreke neyînî li xebatên her du qadan jî kiriye.

7-Xebatên me bi giranî kurmancî ne. Lazim e ku em giraniyê bidin xebatên kirmanckî/zazakî. Hewldan û daxwaza me ya bipêşxistina xebatên kirmanckî hebe jî ev ne bes e. Em bi biryar in ku xebatên xwe li Bakûr bi du zaravayan bimeşînin û vê wek hişmendiyekê bi civakê jî bidin qebûlkirin. Em dikarin bibêjin ku ev qebûl heta astekê pêk hatiye. Lê ne bes e.

8-Xebatên me bi gelemperî bi cejn û rojên taybet ên girîng ve bi sînor in. Hewce bi xurt û domdarkirinê heye.

9-Di navbera saziyên zimên û enstîtûyên kurd ên li Ewrûpayê, saziyên zimên û SZKya Rojava de jî têkîliyeke baş nehatiye avakirin. Kes û saziyên cuda bi serê xwe hin têkilî bi wan re danîbin jî ew ne têkiliyên rêxistinî ne. Ev yek jî rê li ber pirsgirêk û tevliheviyan vedike. Divê di navbera qad û saziyên zimên ên Bakûr û yên Rojava, yên Bakûr û yên Ewropayê de têkiliyên xurt ên bi rêxistinî bên avakirin.

Bi derengî be jî divê gavên pêwîst bên avêtin. Ev qad jî valahiyê qebûl nake. Di her valahiyekê de hêz û saziyên cuda derketine holê. Îro em dibînin ku gelek kes û derdorên qedirnezan hewl didin xwe li ser nirxên me bidin jiyandin. Heta em karê xwe baş nekin, bi rêxistinî û bi disiplînî nexebitin û wê valahiya ku ji kêmasiyên me avzê bûyî ji navê ranekin, dê ev îstîsmar bidome. Lazim e ku em bi vê bîr û baweriyê xwe sererast bikin û têkoşîna xwe xurttir bikin.