Di van rojên dawî de, qedexeyên li ser çandê û astengiyên li pêş hunera kurdî zêde bûye. Li çend bajaran, konser û şano bi destê şarederiyên AKP’ê hatin qedexekirin. Bandorek mezin li ser hunermendên me çebûn. Hunermendên me ji bo gelê me gelek bi nirxin. Cihê wan di nava dilê gel de heye. Em ji bo çand û hunera wan a kurdewarî van pîroz dikin. Gel bi her awayî hunermendên xwe diparêzin. Di nav raya giştî de bala herkesî kişand. Lê hemû welatî bi heman awayî nafikirin. Hinek welatî qet ji xwe re nakin xem. Hinek welatî jî dibêjin “Şaredar ketine nav kemasiyê…” û ji rêzê nêzîk dibin. Li aliyê din kurdên welatparêz û gelek kesên kurdhez, zêde bi bertek nêzîk dibin. Bertekên di cih de nîşan didin. Dibêjin “Wisa hêsan nîne. Ev êrîş, êrîşeke tekakesî jî nîne. Eleqeya van êrîşan teqez bi bi pirsgirêka kurd re heye. Lê desthilata siyasî (muxalefet) jî di nav de bêdeng mane. Mixabin muxalefet hê jî ‘serê xwe nikare bixurine!’
Belê, ev çend buyerên ku li ser hev pêk hatin; konsepteke nû nîne. Lê dused sal in pergal parastina hebûna xwe li ser kurdan ava dike. Ev bûyerên pêk hatin, îro li ser huner û hunermendên me pêk hatin. Li Stenbol, Bûrsa, Tetwanê konser, lîstik û şano qedexe kirin. Bernameyên wan li dijî hiquqê hatin qedexekirin. Mirov dikare bibêje duh jî bûyeren wiha qevimîn. Lê em naxwazin sibê jî biqewime! Gelê me biryara xwe di Newroza 2022’yan de daye. Êdî destûr nade ku ji vir û şûnde, erîşî çand-huner û zimane dayikê bê kirin. Êrîşan êdî qebûl nake.
Ev tiştên ku li dijî çand, huner û zîmanê kurdî pêk tên, bi rastî dîlê mirov diêşîne. Lê li aliyê din jî kena mirov tîne. Ev çî ye? Çarsed sal berê nivîskarê Îspanyayê, Miguel de Servantes, pirtûka xwe ya bi sernavê “Don Kîşot” nivîsî. Ev pirtûka dîrokî li çar aliyê dinê zêde zêde hat hezkirin. Ji vê pirtûkê lîstika şanoyê derxistin. Kî dizane, dibe ku. Navê Don Kîşot heta hetayê dê di nav mîrovahiyê de bijî. Lê kesên çand û huneran qedexe dikin, dê navê wan jî neyê xwendin. Nayê xwendin jî.
Niha kî dikare bibêje ku ev qedexekirin, ji ber naveroka berheman e? Tu kes nikare bibêje sedema qedexekirinê berhem e. Ji ber ku sedem û armanc kurd û nirxên kurdan e. Naxwazin kurd û nirxên kurdan pêş bikeve û bilind bibe. Bi keda sedan salan çand, huner û zimanê kurd pêş dikeve. Ji ber bi têkoşînê çand û zimanê kurdî pêş dikeve, dixwazin wan qezencan pûc bikin û ji hole rakin. Helwesta pergalê ya dused salên dawî li holeye! Em qala çand, huner û zimanê dayikê dikin. Bi taybetî bandora çand û zimanê kurdî li ser hebûna kurdan mezin e. Niha polîtikayên bişaftin û tunekirina li dijî çand û ziman nayên dîtin. Ev nedîtin servere. Dema mirov li kûrahiya dîrokê dinêre û li dused salên dawî dinere, bûyerên pir mezin pêk tên, Mirov li dijî van polîtîka û tundiya li dijî çand û ziman şaş û maş dimîne.
Lê di warê çand, huner û zîmanê dayikê de, bingeha dîroka gelê kurd herî qevîn û xurt e. Ka binerin, Elî Herîrî hezar sal berê, bi berhemên xwe banga keç û xortên kurd dike. Dûre, Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî bi helwesten xwe û bi berhemên xwe yê qedirbilin banga Elî Herîrî dubare dikin. Dûre, 124 (sed û bîst û çar sal) berê Mîqtad Mîdhat Bedirxan li cîhe mişextê (sirgûn) dest bi weşana Rojnameya Kurdistanê kir. Bi vê pêngavê deng dide pêşengên xwe. Dîsa, bi pengavek herî gîrîng jî, 90 ((Nod sal) berê, bi pêşengtiya Mîr Celadet Elî Bedirxan gav avêt. Di 15 ê Gulana 1932’yan de li Şamê Rojnameya bi navê HAWAR bi tîpên latînî û kurdî dest bî veşanê kir. Ev roj diyarî gelê kurd kir. Niha kurd her sal 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Ya din berhemên nûjen û herî qedir bilind jî dan ser. Em a niha dikarin bibêjin “Em Livirin” û denge xwe bigihînin kurahîya dîroke. Bawerîya min heye ku gelê me bi taybetî ji bo çand, huner û zimanê dayikê êdî di asta herî jor de têkeve nava hevldanekê.